Berû zimanekî yekbûyî ve: Tewang û Verês

Berû zimanekî yekbûyî ve (4)

 Tewang û Verês

C. Bedirxan di pirtûka xwe "Rêzimana Kurdmancî" de dibêje: "Zimanê kurdmancî zimanekî tewangbar e. Yanî bêjeyên wî di qisetê de wekî xwe namînin û li gora cihê ko di qisetê de dikevinê û wezîfa ko li ser digirin têne tewandin û hin parkît bi wan ve dibin, an hin tîpên wan bi tîpine din diguherin". 

Di vê gotinê de Celadet tewangê dike du beş:

1- Tewanga bi parkîtan. Anku bi nîşandekên "î, ê, an" ku digihêjin navên tewangbar (bertewang) wek:

- Ev pênûsa Ehmedî ye.

- Xwendekar diçin Zanîngehê.

- Zanîngeha xwendekaran dûr e.

2- Eger tîpek ji tîpên navê nêrzayê yekjimar "a" be (wek: aş, bajar, ba …) ew "a" di tewangê de dibe "ê"   wek:

- Hemo çûye êş.

- Xizmên min li bajêr hene.

- Pêlên bê xurt in.

Reşîdê Kurd di pertûka xwe ya bi navê "Rêziman A Zimanê Kurmancî"  de navê "verês"ê li tewanga hevguherîna tîpên "a" û "ê" dike û dibêje: "Verês-verestin zîvirandinek hindik e. "Anku meylkirina dengê "a"yê heta asta dengê "ê"yê (hevguherîn).

Ev şêwazê tewangê li rojava û bakûrê Kurdistanê tê xebitandin.

Ji bilî vê jî li hin navçe û herêmên Kurmancîaxêv, li başûr û rojhilatê Kurdistanê ev şêwazê tewangê (verês) tê xebitandin. Anku piraniya Kurmancîaxêvan verêsê bi kar tînin. Van salên dawî hin nivîskar û zimanhez bi behaneya parastina resenîya zimên ev şêwazê tewangê paşguh kiriye û di hin gengeşeyên xwe de dibêjin, ev "verês" şêwazekî gelêrî ye ku resenîya tewangê têk dibe; îro nîşandeka "î"yê têk diçe dibe ku paşerojê nîşandeka "ê"yê jî têk biçe!

Ez bixwe weku hezkerekî zimanê xwe berevajî vê nêrînê dibînim, ji ber ku:

1. Ziman berhem û berkêşaneke civakî ye. Civak li gora pêdivîyên jiyana xwe şêwazê derbirîna xwe peyda dike. Li dirêjahîya hezarên salan her zimanekî li gora jîngeha komelgeha xwe ya civakî ferhenga bêjeyên xwe berhev kiriye û pergala rêzimana xwe jî serûber kiriye. Anku ne kesekî yan saziyekê ziman afirandiye.

2. Eger tewanga verêsê li navçeyekê yan herêmekê tenê bi kar bihata me yê bigota ev "verês" devokeke gelêrî û xwecî ye û ne dirust e ku şûna tewangeke resen bigire. 

Lê ya rast ew e ku verês di nav pirtirî "2/3"yên Kurmancîaxêvan de tê xebitandin .

3. Ji ber ku ziman bi zindîyan ve girêdayî ye ew jî wekû bûnewerekî zindî xwe ji bargiranîya bilêvkirinê dadiweşîne, xwe sivik dike. Ev sivikbûn jî şayikbûn û rewanbêjiyê dide zimanê derbirînê. Bi dîtina min, egera peydabûna tewanga verêsê jî ev sivikbûn û rewanbêjî ye. Sivikbûn jî diyardeyeke zimanî ye, pêwîst e bi mercê ku ziyanê nede dariştin û watedarîya bêjeya sivikbûyî.

Di vê mînaka ronîker de mebesta min zelal dibe:

Bê tewang: Mala axa li çiya ye.

Tewanga bi "î"yê: Mala axayî li çiyayî ye.

Tewanga verêsê: Mala axê li çiyê ye.

Diyar e ku her yek ji navên "axayî, çiyayî" ji 3 kîtan pêk hatiye û yên "axê, çiyê" ji 2 kîtan pêk hatiye. Bilêvkirina 2 kîtan ji ya 3 kîtan siviktir û rewantir e.

Di serencamê de em dibêjin, tewanga bi nîşandekan resenîya zimên numa dike lê gorankariya zimên jî diyardeyeke xwezayî ye, ne dûrî reseniyê ye!

Amûdê - 05/09/2024
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)