Şoreşa teknolojî ya nû; êdî lezgînî bêwate dibe

Bawer Kemal

Kuantum kompûter xwedan şiyaneke bêhed a jimêryarî ye û li gor wê, kompûterên niha mîna bijmêrên (amûrên hesabê) yên sade xuya dikin. Ev kompûter bi piştgirêdana bi hîm û bingehên fîzîka kuantumê tên çêkirin.

Kompûterên niha çend trîlyon transîstoran li xwe digirin ji bo ku bikarin bixebitin, lê kompûtereke kuantumê dikare bi hezar transîstoran karekê bike ku kompûterên niha bi wan çend trîlyonan nikarin bikin.

Pirs ev e: Gelo dê înternet û network çawa bin, dema ew kompûterên bihêz dest bi kar bikin?

Ji bo fêmkirina vê mijarê, pêdivî ye hin agahiyên me hebin li ser mijarekê ku ne Newton û ne jî Einstein bersivek jê re nedîtin.

Fîzîknas û pisporên vî warî bawer dikin ku Newton bi xwe ji qanûna xwe ya kêşkirinê (gravîtasyon)ê ne razî bû, ji ber van her du sedeman:

1. Newton kifş kir ku hêza sêvekê dikişîne ser erdê, heman hêz e ku heyvê li dora erdê dihêle. Newton kifş dike ku gava heyv ji cihê xwe dilive, zevî tavilê dizane ku heyv li cihê xwe nemaye!

Ji Newton re dibe pirs û meraq ka çawa erd dizane ku heyv ne li cihê xwe ye, ango ji cihê xwe liviyaye!

2. Çawa erd dikare ji dûr ve bandorê li ser heyvê çêbike?

Newton bersiva van her du pirsan nizane û tu ravekirina wan jî nade, ji ber dizane ku dê zanîn û ilmê wê rojê nikaribe bersiva wan bide.

Ev pirs dê heta dema Einstein û keşfkarên kuantumê yên wek Schrödinger, Dirac û yên din vekirî bimîne. Einstein zagona Newton a gravîtasyonê bi çend ramanên sade, lê matematîkeke pir aloz ji nû ve saz dike.

Einstein îzbat dike ku kêşkirin (gravîte) ji ber kevanekîbûna xwe li valahiya esmên dema ku made tê de be û ew kevankîbûn jî rêya tevgerê ji madeyê re çêdike.

Bi vî awayî Einstein bersiva pirsa duyem a Newtonî dide, ka çawa erd ji dûr ve bandorê li ser heyvê çêdike, lê hêj caba pirsa yekem nayê zanîn.

Di salên 1920an de dema ku zanayên kuantumê li tevgera elektronan li dor navika atomê dinêrin, bûyereke ecêb dibînin.

Zana dibînin ku li dora navoka atomê çend gergeh hene û her gergehek du elektronan li xwe digire û her elektronek jî bi awayekî çerx dibe ku li dijî elektrona din be.

Ecêb e, her demekê ku yek ji her du elektronan zivirîna xwe biguhere, ya din tavilê pê dihese û ew jî xwe diguhere. Heman pirs dubare dibe, gelo elektrona duyem çawa yekser bi guherînê hesiyaye!

Zana hewl didin ku du elektronên ku wiha ne ji hev dûr bixin, bi dûriya çend kîlometreyan, bi hêvîya ku haya elektronan ji hev nebe, lê dîsa şaşwaz dibin gava dibînin ku hêj her du elektron yekser haya wan ji hev heye.

Di sala 1935an de, Einstein bi du xwendekaran re, Poldowski û Rosen, kaxezekê diweşîne û qala encamên mijara her du elektronan dike û dixwaze îzbat bikin ku nikare rast be û divê xeletiyek di pîvankirinê de hebe.

Sedemeke din jî ev e ku Einstein di teoriya xwe de gotiye ku tu agahiyek nikare bi xurtiya 300 hezar kîlometre di çirkeyekê de zûtir were veguhastin, çawa dibe ku elektronek dikare yekser hay ji ya dinê hebe? Ev tê wê wateyê ku beşeke teoriya Einstein çewt bû.

Piştî çend test û ceribandinan derdikeve holê ku tiştek çewt tune ye û ev rastiyek e ku divê were pejirandin.

Heya îro, ev bersiv nehatiye zanîn. Lê wer dixuye ku beriya dîtina bersivê, mirov bikarin wê bi kar bînin. Ev mijara du elektronan wek ˈQuantum Entanglementˈê tê naskirin.

Niha şirketên teknolojiyê mijûl in ku sûdê ji cot-elektronan bibînin ji bo veguhastina zanyariyan, ev jî dibe sedem ji ber ku agahî nayên veguhastin û dibe ku bi sûdwergirtina ji haydarbûna elektronan ji hev ji dûriyeke zêde ve, em bikarin zanyariyan veguhêzin bêyî ku dem derbas be.

Lê gelo mifayên networkeke ku bi vê rêyê çêbûbe çi ne, wek mînak:

1. Lezgînî di hêla înternetê de namîne, ji ber ku agahdarî tavilê digihîje. Wek mînak, tu li nûçegihanekê dinêrî ku rasterast yan zindî diaxive, êdî axaftinên wî/wê ji pêşkêşvan dereng nakeve. Messi golekê dike, tu dizanî tavilê gol kiriye û ne berî çend çirkeyan bû.

2. Dibe ku ev ne pir giring bin, lê bikaranînek heye heke biqewime dê bandoreke mezin pêk bîne. Ew jî veguheztina wêneyan e, niha teknolojiya herî bilind a NASAyê, dema ku em li gerdûnê dinêrin, em wêneyên rabirdûyê dibînin, lê ger ev teknolojî peyda bibe û were berhemanîn, mirov dikare li pir dûrî dinyê binêre û rasterast bibîne, ne ku wêneyekî bibîne ku wêneyê bi milyonan sal berî niha ye.