Encamên hevrikiya li ser posta serokkomar
Ev demek e ew ji hevtêgihiştina ku piştî ketina Sedam, şîe, kurd û siniyan wek awayekî tifaqê û hevbeşiya rêvebirina welat biryar li ser dabûn, di pratîkê de ev hevpariya rêvebirinê kuta bû.
Tiştê ku mabû tifaq bû. Ew jî di hilbijartina posta serokkomar de, ji sala 2018an ve dema kurdan li ser berbijêrekî ku nûnertiya Kurdistanê bike li hev nekir, tifaq jî bû navekî rûkeş. Piştî hilbijartina 10.10.2021ê û anîna holê ya (piraniya siyasî), êdî (tifaqa niştimanî) têk çû.
Berê, li jêr sîwana (tifaqa niştimanî) desthilatdariya Iraqê heya radeyekê şêweyeke diyarkirî ji pişka pêkhateyan wergirtibû. Tew rêjeya kursiyan û encamên hilbijartinan jî zêde li ber çav nedihatin girtin. Pareke destnîşankirî ji siniyan re hatibû danîn, parek ji kurdan re û para piraniyê jî ji şîeyan re hatibû beralîkirin.
Di nav her yekê ji pêkhateyan de jî, çend frakisyonan ji bo parvekirina para pêkhateya xwe li hev dikir. Tiştê dihat guhartin jî tenê nav û serçav bûn. Di nav kurdan de jî, PDK û YNK di çarçoveya peymana stratejî de, pişkên ku ji kurdan re hatibûn danîn, parve dikirin û di kêmtirîn rewş de hêzên din dikirin şirîkên xwe.
Lê Iraqê roja 09.01.2022yan qonaxa tifaqa niştimanî derbas kir. Aliyên ku niha nexşeya hevkêşeyan xêz dike, pêkhênerên piraniya siyasî ne ku Sedir wek serkeftiyê hilbijartinê rêbertiya wê arasteyê dike û her yek ji PDK û hevpeymaniya siniyan pê re ne.
Tevî ku hêj Sedir wek cureyek ji pabendiya pişk û statûya hevbeşên xwe, di diyarkirina sê desteyên serokatiyê de dest bi wê irfê girtiye ku serokatiya parlamentoyê ji siniyan re û serokkomar ji kurdan re û serokwezîr ji şîeyan re be. Lê ne merc e ku ev hevkêşe di dahatûyê de jî her wekî xwe bimîne. Şikandina xeleka tifaqa niştimanî û sepandina piraniya siyasî, egereke çaverêkirî ye ku ji bo hilbijartinên dahatûyê vê şêweya parvekirina postên serweriyê jî nehêle û hino hino ber bi desthilata piraniyê biçe.
Ez dixwazim li vir qal û behsa posta serokkomarî bikim. Hêj ew pabendî parastî ye û wek pişka kurdan maye. Lê tiştê ku di hilbijartina 2018an de wek rewşeke awarte û nexwastî di navbera PDK û YNKê de qewimî, va careke din dubare dibe. Di demekê de ku her du alî piştrast in ku kurd bi giştî, her du partî û tew her du karakter jî (Dr. Berhem û Dr. Fûad) tê de zirarmend bûn.
Heke cara berê hêncet ew bû ku dem û wadeke kurt li pêşber derketina wê pirsgirêkê hebû û ne pêkan bû çare jê re bihata dîtin; lê va ji sê salan bêhtir e akamên vê pirsgirêkê berdewam in û hiştina wê bê çareserî, amajeyeke metirsîdar e ku ew rewşa xerab jî bûye nerîta siyasî û rojek tê piraniya şîeyan bêyî li kurdan vegerin karakterên dariştî yên siyasî li şûna nûnertiya kurdan li Bexdayê dadimezrînin û wê demê ti desthilateke redkirinê ya PDK û YNKê jî nabe.
PDK û YNKê berî wada yekem civîna Parlamentoya Iraqê bi hev re çûn Bexdayê û ragihandin hevhelwest dibin, piştî rojekê roja vê yekgotariya kurdan çû ava. PDK bi Sedir û siniyan re piraniya siyasî ragihand. Sedir dixwaze bi hevbeşên xwe re hemî movikên desthilatê bigire dest û bereya din bike dijberî. Yê ku di vê navê de cihê xwe nizane YNKê ye.
Bi hênceta ku di nakokiyên nav mala şîeyan de nebe alî, ne bi bereya piraniya siyasî re ye. Lê çavê wê lê ye jî hem posta serokkomar werbigire û di pêkanîna hikûmetê de jî xwedî par be. Dizane jî ku dabeşkirina wan postan ketiye destê wê bereya siyasî ku piranî pêk anîne.
Vêga pirsgirêka sereke ya YNKê ew e ku di navendên biryara siyasî ya vê partiyê de, xasma taybet bi posta serokkomar, fikirîn nîne. Ew jî bi sedema pirsgirêkên navxweyî hemî serkirdatî û polîtburo ti nêrîneke wan nîne û ev mijar ji serokê partiyê re li şûn hiştine.
Li milekî, ji ber ku di pirsgirêka xistina Lahûr Şêx Cengî de, Dr. Berhem alîkariya mala Talebanî kir Bafil Talebanî dixwaze wî xelat bike. Li milekî din jî, ji ber ku hevlingê Talebanî Letîf Reşîd xwe ji bo cihê Dr. Berhem berbijêr kiriye, vê yekê jî guman li bal Dr. Berhem û derdora wî çêkiriye ku anîna pêş a Letîf Reşîd senaryoyek ji bo lêdana Dr. Berhem e.
Van her du hokaran Bafil Talebanî xist quncikeke teng û wî jî xwe teslîmî hizirîna Dr. Berhem kir. Dr. Berhem jî ji ber ku dixwaze di wê postê de bimîne, arasteya hemî proseyê bi wê hêlê ve dibe ku mana xwe misoger bike, bi wateya ku heke ew bi xwe nema post jî ji destê YNKê derkeve.
Berî ku piraniya siyasî pêk were, Dr. Berhem li bal siniyan û Tevgera Sedir kesekî pejirandî bû ji bo gera duyem a serokatiyê. Kesên ku ne amade bûn deng bidinê û ev peyam dabûn YNKê, Dewleta Yasa û Hadî Amirî bûn.
Tiştê ku di roja 09.01ê, di yekem rûniştina Parlamentoya Iraqê de, YNKê kir û neçû nav hola parlamentoyê û deng neda desteya serokatiyê, çewtiya Dr. Berhem bû. Wisa bawer dikir, bi vî awayî dengên Dewleta Yasa, Feth û hêzên şiî yên din jî ku berê li dijî mana wî bûn bidest dixe. Lê wê civîna parlamentoyê frakisyonên siyasî yên Iraqê li ser du cemseran bi temamî ji hev cuda kir.
YNK bi neçûna nav bereya piraniya siyasî ku Sedir rêbertiya wê dike, êdî ger bi Çarçoveya Hevahengiyê re bimeşe yan bixwaze wek bêalî di wê navê de bimîne, xwe ji hevparbûna desthilatê mehrûm kir. Tekane tiştekî şensekî din dayê ew e ku bi hukmê ku berê peymana wê ya stratejî bi PDKê re hebû, her wiha bi hukmê ku hêj li Kurdistanê bi hev re desthilatdar in û wek irfekê jî ji bo ragirtina hevsengiyê li hember posta serokê Herêma Kurdistanê, egera wê yekê heye ku YNK posta serokkomar werbigire.
Lê niha, bi sedema nakokiya PDK bi Dr. Berhem re, ev egereke lawaz e. Çunke bereya ku PDK bi wan re li hev kir piranî ye û pabendî hevahengiya navbera xwe ne, ev jî wiha dike biryara diyarkirina karakter ji bo serokkomar bikeve destê PDKê. Ger YNK her bixwaze Dr. Berhem berbijêr bike, pêwîstiya wê pê heye ku bi PDKê re li ser wî li hev bike. Ev jî dikare were kirin.
Berê nakokiya di navbera Newşîrwan Mistefa û Barzanî, Dr. Necmedîn û PDKê de û gelek mînakên din jî hene ku gihiştibûn asteke pir tund û di hûrdemekê de jî hemî wêne berevajî bûn û bûne dost. Hêj derfet maye navbera Barzanî û Berhem Salih jî were asayîkirin. Divê YNK vê yekê bike.
Çunke vêga posta serokkomar ne tenê ji bo YNK, lê ji bo wê bereya ku YNK li ser wan hesêb e jî giring e (Çarçoveya Hevahengiyê) zêdebarî ku dizanin parlamento û hikûmet ji dest wan çûn, lê çavê wan lê ye bi saya vê taybetmendiya YNK yek ji postên serweriyê di destê wan de bimîne û dixwazin YNK bi ser keve. Lê ew jî bi guman in ku Dr. Berhem ew karakter be ku bikare lîstikê bibe. Di nûtirîn peyama wan de ku duh Nûrî Malikî ji Bafil Talebanî re şand, daxwaza guhertina Dr. Berhem bi berbijêrekî din dike da şensê birina wî misoger be.
Çarçoveya Hevahengiyê, xasma Nûrî Malikî ji vê piraniya siyasî bi rêbertiya Sedir ditirsin. Ji heyfhilanîn û qirrkirinê ditirsin. Lewra wek egereke qels be jî, hêvî û siberoja xwe ya siyasî li ser posta serokkomar hûnandine. Dixwazin hilberînê li ser peymana berê ya PDK û YNKê bikin, ji bo ku ew post di destê YNKê de bimîne û lewra ew jî niha dixwazin kesek ji YNKê were berbijêrkirin ku şensê wî yê birinê hebe.
Ji YNKê re giring e ku di vê hûrdemê de hûrtir li vê postê bifikire, bide ser her rêyekê ji bo ku PDKê vê posta wê nebe. Çunke heke YNK li Bexdayê winda bike, li Kurdistanê jî qels dibe û balansa hêzê têk diçe. Xasma qasî ez dizanim, fikirîna serdest ew e ku heke PDK ew posta Bexdayê ji YNKê stand, YNK li Herêma Kurdistanê ji hikûmeta şirîkatiyê bi PDKê re vekişe û Kurdistanê li PDKê têk bide. Her wiha heke YNK jî bi wê rêyê bibe, PDKê pê dişike û li Kurdistanê tola xwe jê vedide.
Ji bo ku ev neqewime, divê YNK wê rikebriyê bibe. Her çiqasî tenê birina wê rikeberiyê jî ne giring e. Ji vê giringtir ew e ku sibe ew post wergirt bikare bi çalakî bikar bîne. Gera borî bi sedema pirsgirêkên ku PDKê ji serokkomar re çêkirin, nikarî ne xizmeta rûniştîyên Kurdistanê bike û ne jî xizmeta YNKê wek partiyeka xwediya wê postê kir.
Niha hevkêşe aloztir û hevrikî dijwartir in. Heke YNK bikare wê postê jî bibe ku sibe Sedir, sinî û PDK li dijî bûn, nikare tu pêngavekê bide. Lê hêj derfet maye postê jî bidest bixe û di pêkanîna hikûmetê de jî wezaretan werbigire û kurd, sinî û şîe jî piştevaniya wê bikin. Lê ji bo vê yekê hewcedarîya YNKê bi aqil, raman û hikmeta Mam Celal heye.