Ji serxwebûna Başûrê Kurdistanê re du mînak

Cudabûna Çekoslovakyayê di cîhanê de awarteyek e. Her çî ezmûna Sûdana Başûr e, ezmûnekî weha ye ku dişibe ya Kurdistana Başûr. Loma divê ku cudabûna Sûdanê û ya Başûr bi tenê weke mînaka parvekirina desthilatê neyê dîtin lê ew ders dikarin bên derxistin, ku piştî dewletbûnê divê çi bê kirin da ku heman pirsgirêk di egera dewleta Kurdistana Başûr de çênebin.

 

Gelek siyasetmedar û şirovekarên siyasî dibêjin, ku ji bo cudabûna Kurdistana Başûr ya ji Iraqê, metoda ku divê pêgiriya wê bê kirin, divê mînaka Çekoslovakya û Sûdanê bin. Temaya her du mînakan ya hevbeş ew e, ku biryara cudabûnê di encama  gotûbêjan de hatiye qebûlkirin û pêkînan.

 

Mînaka Çekoslovakyayê ya ku di cudabûna Hewlêr û Bexdayê de weke referans tê dîtin, di lîteratura siyasî de weke “cudabûna nerm” tê binavkirin. Ji destpêka pêvajoya cudabûna Çekoslovakyayê heta gihîştina encamê, tu çalakî û nîşan tune ne, ku xwe dispêrin çekan.

 

Di wê rapirsiya giştî de, ku beriya cudabûnê bi salekê hat kirin, derketiye holê ji sedî 38ê çekiyan û ji sedî 37ê slovakiyan helwêstên xwe li gel cudabûnê diyar kirine. Wê demê şêniya çekan 10 mîlyon û ya slovakiyan jî 5 mîlyon bû û li ser bingehê vê nisbetê, bi razîbûna xwe û bêyî referandûmê bi rêyên aştiyane ji hev cudabûn. Di warê parvekirina hebûn û çavkaniyan û diyarkirina tixûban de, di navbera wan de tu dijîtî peyda nebûye.

 

Piştî dabeşbûnê jî ji her du neteweyan tu hêz an tevger peyda nebûne ku li dijî cudabûnê derbikevin. Serekomarên her du welatan yên nûhilbijartî ji bo sembolîzekirina berdewamiya dostanî û cîrantiya xwe, serdanên xwe yên derveyî welatî yên yekem li welatên hevûdin kirine.

 

Parvekirina desthilatê di navbera çekî û slovakiyan de bi awayekî aştiyane û bi rêyên demokratîk pêk hat, lê nimûneya Sûdana Başûr xwediyê karaktereke cudatir e. Em dikarin bêjin, ku ew ji aliyê dîrokî, cografîk û çavkaniyên enerjiyên xwezayî û problemên siyasî yên navxweyî ve gelek dişibe Kurdistana Başûr. Piştî egera serbixwebûna Başûrê Kurdistanê ji bo dîtin û nehêlana wan dijwarî û xeteran, ku dibe Başûrê Kurdistanê rû bi rû bimîne, ezmûna Sûdanê mînakek girîng e.

 

Sûdan piştî ku ji aliyê îngilîzan ve hat dagîrkirin û 57 salan di bin destê wan de ma, di sala 1956ê de serxwebûna xwe bi dest xist. Ew ji aliyê mezinbûna rûbera xwe ve welatê Afrîkayê yê sêyem e, nasnameya wê ya etnîk û mezhebî weke ya Iraqê parçe parçe ye. Li bakurê wê gelên ereb yên misilman dijîn, li başûrê wê jî grûpên etnîk yên xwediyên zimanên cuda dijîn, ku ji grûpên gelên Afrîkayê Dînka û Nuerên xirîstiyan piraniya wan pêk tînin.

 

Pirsa Sûdana Bakur û ya Başûr di nêrîna pêşî de weke şer û cudabûneke navbera olan bê dîtin jî di bingehê de ev yek pirseke sedsalî ye, ku erebên misilman ên bakur afrîqiyê başûr weke koleyan dibînin û herwiha sûdaniyên bakur bi tenê serê xwe desthilat xistiye destê xwe.

 

Li gel berxwedana sûdaniyan a li dijî mêtingehkariya îngilîzî, şerê di navbera Sûdana Bakur û ya Başûr de jî bi heman awayî dom kiriye. Îngiltere ji bo xurtkirina otorîteya xwe ya li herêmê û nehêlana şerê navbera Bakur û Başûr de, “Qanûna Herêmên Girtî” ya mêtingehkariya îngilîz ya bi navûdeng pêk aniye. Li gor vê qanûnê, hatiye qedexekirin ku sûdaniyên bakur derbasî Başûr bibin û sûdaniyên başûrî jî derbasî Bakur bibin. Bi vî awayî di destpêka salên 1920î de Sûdan bi awayeke fîîlî bûye du parçe.

  

Ev cudabûna fîîlî dişibe wê rastiyê, ku Iraq sed sal berê di 1919ê de bi serîhildana Şêx Mehmûdê Berzencî ya li dijî îngilîzan ya ji bo damezrandina Kurdistaneke serbixwe, parçe bûye. Çawa ku Başûrê Kurdistanê ji wê demê heta roja me nebûye parçeyekî Iraqê yê homojen, Sûdana Başûrî jî nebûye parçeyekî Sûdanê yê homojen.

 

Gava ku îngilîz di 1956ê de ji Sûdanê vekişiyan û Sûdan bû welatekî serbixwe, ew li dijî wê jî derketin, ku Sûdana Başûr ji Sûdanê cuda bibe. Şerê dijwar di navbera Bakur û Başûr de ji 1956ê heta 1972yê dom kir. Her du aliyan di 1972yê de peymana agirbestê îmze kir. Lê agirbestê 11 salan dom kir û di 1983yê de careke din şer dest pê kir.

 

Di dema vî şerî de, ku weke şerê Afrîkayê yê herî demdirêj di dîrokê de cihê xwe girt, rêxistinên mafên mirovan diyar kirin, ku tevî “Tevkujiya Darfuyê” li Sûdanê nêzî 2 mîlyon mirov hatine kuştin û bi sed hezaran mirov jî naçar mane ku bar bikin welatên cîran.

 

Di dawiya pêvajoyeka dûr û dirêj û dijwar de, bi navbênkariya Civata Navneteweyî di 2005ê de Bakur û Başûr li ser federasyonê li hev kir. Di encama vê lihevhatinê de, di 2011ê de bi referandûmê dê bihataya destnîşankirin ka dê Sûdana Başûr an bibe dewleteke serbixwe yan jî dê federasyona li gel Sûdanê bidomanîne.

 

Di wê referandûmê de ku 9-15 Kanûna Paşîn a 2011ê de pêk hat, ji sedî 98.83yê nêzî 8 mîlyon sûdaniyan ji bo serbixwebûnê got “erê” û dewleta Afrîkayê ya serbixwe ya herî dawî ragihand. 

 

Serxwebûn û cudabûna di nav xwe de

 

Di wê pêvajoyê de, ku Sûdana Başûr ber bi serbixwebûnê ve bir, li gel dijîtiyên etnîkî û olî cihekî girîng digirin, di razîbûna hêzên navneteweyî de çavkaniyên herêmê yên enerjiyê yên dewlemend jî rola sereke lîstiye. Tê pêşbînîkirin, li Sûdana Başûr 3,5 mîlyar bermîl kubîk fît (cubic feet) rezerva (suxme) gaza xwezayî heye.

 

Piştî danezana sexwebûnê, di serî de Amerîka, Rûsya, Brîtanya û Çînê, gelek welatan Sûdana Başûr nas kiriye û endametiya wê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) qebûl kiriye. Tevî serxwebûn û naskirinê jî pirsgirêk di navbera Bakur û Başûr bi temamî xilas nebûne, di serî de parvekirina çavkaniyên enerjiyê û veguhastina wan û lihevnekirina di warê tixûban de, her du dewlet aniye hember hev.

 

Çawa ji bo veguhastina petrola Kurdistanê ya ji bazarên re pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi rêyên Tirkiye, Iraq, Îran an jî Sûriyeyê heye, heman rewşa dijwar û serêşî li Sûdana Başûr jî hene. Rêya veguhastina petrol û gaza xwezayî ya tê berhemanîn ji bo bazarên cîhanê bi tenê ew xeta boriyê ye ku di Sûdana Bakur re derbas dibe û di ser Xertûmê ra digihe Deryaya Sor. Di vê wateyê de, pêwîstiya Sûdana Başûr di warê veguhastina petrolê de bi Sûdanê heye.

 

Ji bo bê encamhiştina gefa Sûdanê ya “ez dê vanaya xeta boriyê bigirim”, projeyên Sûdana Başûr ên alternatîf û cuda hene. Ji bo Sûdan bikare petrola xwe bigihîne bazarên cîhanê, yek ji van projeyan ew xeta boriyê ye, ku di ser cîranê wê Etiyopyayê re digihe Deryaya Sor û ya din jî rêyeke dirêjtir e; ew xeteka boriya petrolê ya duyem e, ku digihe Kenyaya li ser peravên Okyanûsa Hindê. Him Etiyopya him jî Kenya di nava wan dewletan de ne ku Sûdana Başûr nas kirine.

 

Pirsa Sûdana Başûr bi tenê ne bi veguhastina petrolê ve sînordar e. Pirsa herî girîng, binpêkirinên mafên mirovan, hewildanên derbeyên leşkerî û ew şerê navxweyî yê etnîk e, ku bûye sedema kuştina bi 10 hezaran kesan.

 

Li Sûdanê di navbera grûpên gelî yên afrîkayî û di serî de di navbera Dînka û Nuerên du grûpên gelî yên etnîk de, di warê parvekirina desthilat û hêzê de bêbaweriyeke mezin heye. Rêxistinên van gelan ên siyasî ku ji bo dewleta serbixwe dest bi têkoşîna hevbeş kiribûn, piştî dewletbûnê nedikarîn ji hev cudabibin û nasnameyeke wekhev û hevbeş peyda bikin. Lewma bi şik li hev dinêriyan û di encamp de jî li Sûdanê şerê navxweyî dest pê kir.

 

Ji ber vê yekê, Neteweyên Yekgirtî naçar maye destwerdana Sûdana Başûr bike. Li gel ku Sûdana Başûr destwerdana NYyê weke êrîşa li dijî mafê xwe yê desthilatê diyar kiriye jî Konseya Ewleyiyê ya NYyê bi armanca parastina sîvîlan û alîkariya mirovî, li vî welatî leşkerên xwe yên hêzên aştiyê bi cih kirine.

 

Bêdesthilatbûna siyasî ya li Başûrê Kurdistanê weke Sûdana Başûr ji pirsên etnîk peyda nebûye lê tê zanîn ka tevgerên siyasî di raboriyeke nêzîk de di şerê birakujiyê de çawa xwîn rijand û dewletên Kurdistan dabeş kirine jî ev şer û ev dijîtî çawa gûr kirin. 

 

Ez bawer dikim, ku armanca hêzên siyasî yên kurdî ne Kurdistaneke “serbixwe” weke ya nimûneya Sûdana Başûr e; li gel ku dewlet be jî nikaribe yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne, li gel dewletbûna serbixwe jî di nava xwe de parçebûyî, hêzên wê bi tenê ji bo desthilata xwe guh nadin nirxên demokratîk, humanîst û neteweyî, ji bo lihev şêwirînê pêwîstiya wan bi navbeynkaran heye, derbeyan plan dikin, çavkaniyên enerjiyê bê hesab xerc dikin, gel bi êş, tevkujî û sirgûnan re rû bi rû dikin û wan xizan dihêlin.

 

Loma divê ku cudabûna Sûdanê û ya Başûrê Kurdistanê bi tenê weke mînaka parvekirina desthilatê neyê dîtin, lê ew ders dikarin bihên derxistin, ku piştî dewletbûnê divê çi bê kirin, da ku di pêşerojê de heman pirsgirêk ji bo  dewleta Kurdistana Başûr jî çênebin.

 

Belê, mînaka Çekoslovakyayê di cîhanê de awarteyek e, lê Sûdana Başûr ne awarteyek e.