Girtîgeha Ormiyê di rêça Girtîgeha Amedê de!

Li Ormiyê, komek girtiyên siyasî yên kurd bi hev re ketin gireva birçîbûnê. Piştî 33 rojan dewlet neçar ma guhê xwe bide hawara wan. Li gorî min ev bûyer, bûyerek normal nîne û nabe em bi hêsanî li kêleka vê bûyerê re derbas bibin.

Ev bûyer ku wek çalakiyekê li dijî zilm û zordariya komara îslamî ya Îranê hatibû organîzekirin, Girtîgeha Amedê li Bakurê Kurdistanê tîne bîra mirov. Girtîgeha Amedê ku sala 1980 hatiye avakirin, bi êşkence, serkutkirin, îdamkirin û xwekuştina girtiyan bi taybet girtiyên kurd deng veda.

Her çiqas wê demê medya bi taybet medyaya civakî mîna vê demê pir pêş neketibû lê bûyerên di nav girtîgehê de ewqasî tûj û hovane bûn ku rojnameyanên navdar ên cîhanê yên mîna The Times ew girtîgeh wek “yek ji 10 girtîgehên herî pîs ên cîhanê” bi nav kirin. Di Girtîgeha Amedê de heta mirin jî qedexe bû! Ew der ne tenê girtîgeh bû lê “gorrek” bû ji bo xebat û xebatgerên rêya rizgariya kurd û Kurdistanê jî. Lê berxwedan û çalakiyên “rojiya mirinê” yên girtiyên kurd dewlet tirsand.

Ew berxwedan bû hêvanê meyandina xebateke nû, bû sedema wê yekê ku kurd û mirovên azadîxwaz bigihên hev û li dora wê bibin yek. Helbet vê qonaxê bi salan dom kir lê encamên wê pir girîng bûn. Gireva birçîbûnê ya girtiyên kurd li Girtîgeha Ormiyê jî destpêka qonaxeke nû ye li Rojhilatê Kurdistanê. Çimkî rewşa ku niha li Rojhilatê Kurdistanê heye di gellek aliyan de bi taybet di girtîgehan de mîna rewşa Bakurê Kurdistanê di salên 80-90î de ye.

Rêjîma îslamî bi hemû hêza xwe û bi awayekî tûj zilmê li girtiyên kurd dike, vêca çi girtiyên siyasî be çi girtiyên din, tenê kurd be bes e! Lê  girtiyên kurd li Girtîgeha Ormiyê bi hev re deset bi çalakiyekê kirin û li dijî wê çerxê serî rakirin. Ev çalakî hinek mabû vegere “rojiya mirinê” lê piştî ku di Kurdistan û cîhanê de deng veda, serobinî bû û bû “hêviyek”.

Dewlet neçar ma guhdarî hawara girtiyan û gelê kurd bike û (qaşo – ji ber ku baweriya min qet bi van sozan nayê) “soz”a wê yekê bide ku daxwaziyên wan qebûl bike û bîne cîh. Mirov dikare bêje ku bi bûyera Girtîgeha Ormiyê re, xebat û berxwedana kurdan di nav girtîgehên Îranê de derbasî qonaxeke nû bû. Helbet beriya ku ev çalakî were kirin, di gellek girtîgehên Kurdistan û Îranê de berxwedan û çalakiyên cur bi cur ên mîna “gireva birçîbûnê, dirûtina devê xwe, birrîna zimanê xwe” û htd… ji aliyê girtiyên kurd ve hatibûn kirin û hîn jî tên kirin, lê cara yekemîn e komek girtî bi hev re çalakiyeke wiha li dar dixin her wiha cara yekemîn e dewleta Îranê neçar dimîne guhdarî girtiyan bike.

Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê û dinyayê li dora vê berxwedanê bûn yek, li her derî nerazîbûn hat nîşandan. Li gund û bajarên Rojhilat, kurdan dikanên xwe venekirin, neçûn ser kar, zarok neçûn dibistanê, saziyên navdewletî yên mafên mirov jî dengê xwe bilind kirin.

Peyama Girtîgeha Ormiyê

Rast e, çalakiya gireva birçîbûnê ya Girtîgeha Ormiyê serkeftî bû. Lê ya herî girîng di vir de peyama wê çalakiyê ye ji bo gel, hêz û aliyên siyasî yên kurd bi taybet yên Rojhilatê Kurdistanê. Lazim e ev livîna ku li wî beşê welatê me çêbûye komî hev bikin û vê rêya ku girtiyên kurd “bi dest û pencûrekên xwe” vekirin, nîvco nehêlin û tam vekin û tê de bimeşin. Eger wisa nebe dujmin dê cesaret werbigire û vê carê tûjtir li wan vegere!

Heta niha dihat gotin Rojhilat bêdeng e, ev baştirîn firsend e ku êdî deng ji Rojhilat jî were. Rojhilata ku ji bo Kobanî ji bo Şingalê “guharê bûkê” firot ji bo xwe jî “kulmekî” bavêje!



*Ev gotar nerîna nivîskar nîşan dide. Bi ti hawî nerîna Tora Medyayî ya Rûdawê nîşan nade.