Çima Alan nehate Başûrê Kurdistanê?

Alan! Ji roja ku min wêneyê termê te yên bêcan dît, tu çirkeyeke tenê jî ji ber çavê min naçî… Ez di xwe re nabînim ji te bipirsim gelo çima te berê xwe da Ewropa û tu nehatî Başûrê Kurdistanê? Çimkî va Başûr jî vala dibe. Ciwanên Kurdistanê hemû mîna te ber bi “hêviyê” dikevin rê!

Xweska Başûrê Kurdistanê bibûya hêlînek ji te û birayê te re. Lê nebû…

Ji wexta ku lêmişta koça ciwanên Başûrê Kurdistanê bo derve destpê kiriye, ez li vir û wir gelek gotinên qebe û birqok dibihîzim. Tev de bûne xemxorên welat û welatperweriyê difroşin wan ciwanên reben ku ji ber “bêwelatiyê” berê xwe didin welatan û li axekê digerin wan li xwe bigre.

Diviyabû Başûrê Kurdistanê bibe hêlînek ji kurdên parçeyên din re û tê de serbest û azad bijiyana, neku şêniyên wê bixwe jî berê xwe bidin welatan û bi navê kurdên Rojava doza mafê penaberiyê bikin.

Di demekê de ku desthilatdarên vî welatî nikarin warekî aram saz bikin, nabe kes maf bide xwe û lomê ji wan mirovan bike ku penaberî welatan dibin û li jiyaneke baştir digerin û dixwazin li cihekî bijîn ku rêza wan bê girtin û wek mirov tevger bi wan re bê kirin.

Di demekê de ku di nava 24 salan de hikûmeta kurdî nikarîbû nifşekî girêdayî welat berhem bîne.. di demekê de ku hevrikiya du aliyan welat li ser du rengan dabeş kir.. di demekê de ku pêşmergeyên welat bûne dûvelangên du partiyan.. di demekê de ku hin kes nan nîne bixwin û mezin li ser serokatiyê şerê hev dikin, kes nikare bi gotineke tenê jî ruhê wan kesan birîndar bike ku ji bo dabînkirina siberojeke baştir ji zarokên xwe re berê xwe didin xerîbiyê.

Bila kes ranebe û nebêje ku ev koç koça hizir û enerjiyê ye. Kîjan hizir? Kîjan enerjî? Hizira ku li vir be tê xesandin! Enerjiya ku li vir be tê fetisandin û dîlkirin!

Ez bixwe qet nafikirim bi qaçaxî ji Kurdistanê bar bikim û wek penaber herim welatekî din. Lê ev nayê wateya ku hêviya min heye ku wê tiştek li Kurdistanê biguhere û jiyana me ber bi aramiyê here. Nexêr, her ku diçe jiyan li Kurdistanê xirabtir dibe û ev jî mafekî zêdetir dide xelkê ku ji bo jiyana zarokên xwe sînoran bibirin û herin derve.

Bila li bîra we be dema di salên notî de bi dehan hezar ciwan û pîrên vî welatî çûn. Beriya hertiştî bi dehan salan bi şandina pereyan xizmeta aboriya welatê xwe kirin. Piştre jî bi vegera hinekan ji wan pireke pêwendiyê di navbera cîhan û Kurdistanê de dirust bû.

Hesta neteweyî û niştimanî di ser erdnîgariyê re ne. Eger hesta niştimanî û neteweyî ya mirovekî bihêz be, li her welatekî dinyayê be jî dîsa mirovekî welatperwer û neteweyî ye. Mirovek jî ku tenê bi pêlavên xwe girêdayî welat be, eger hetahetayê li ser axa welatê xwe jî bimîne, her barekî giran e li ser milê welat û ji bilî ziyanê tiştekî din nagihîne welatê xwe!

 

Eger em berê xwe bidin koka pirsgirêkan û hokarên rasteqîn bibînin, emê bibînin ku welatfiroşî ne barkirina ji welêt e. Welatfiroşî ew e ku mirov welat bike qurbaniyê berjewendiyên xwe yên taybet û takekesî.

Gelo çima Başûrê Kurdistanê nebû qeraxeke aram ji Alan û her kurdekî din re û ew bêgav bûn di deryayên rêya xerîbiyê de bixeniqin? Çima Başûrê Kurdistanê nebû welatekî yekparçe ku hemû tê de hest bi wekhevî û aramiyê bikin? Çima Alan û hemû koçberên din bûne qurbaniyên desthilat, pere, kursî û petrolê?