Binketiyê PKKê dîsa dest bi derewan kir!

 

 

 

Derew û binketin, du tişt in ku kesayetiya Amed Dicle nîşan didin. Tiştek jê xweştir nîne ew faşilê binketî tiştekî li dijî dezgeh û aliyekî binivîse, çimkî ewqas derewan dike ku bersivdana wî pirr hêsan dibe û di eynî demê de jî rûreşiyeke din li rûreşiyên xwe zêde dike! 

 

Lê sosret e ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji nav hemû kadroyên xwe, hefsarê medyaya xwe xistiye destê wî mirovê xusirî û biserneketî! Ji ber vê yekê jî, medyaya PKKê ku heyamekê medyaya kurdî ya herî pêşketî û li pêş bû, niha li paş e û ya herî paşketî ye. Bêguman berhema kesên binketî û xusirî her binketin û windakirin e! Ji xwe derewan li hêlekê bihêle, çimkî her kes dikare paşnavê "derewîn" li ber navê Amed Dicle deyne!

 

Amed Dicle çawa bi nezanî û gumanbariya xwe, hemû dadgehên ku li dijî televîzyonên PKKê li Ewropayê hatin vekirin, winda kir; niha jî wek karê xwe yê hertimî, bo xweşkirina agirê birakujiyê hatiye ser hêlê. Di demekê de ku PKK û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) gotûbêjan dikin. 

  

Amed Dicleyê faşil, di gotarekê de ku duh ji aliyê dezgehên medyayê yên PKKê hat weşandin, pirraniya gotara xwe veqetandiye bo hûnandina senaryoyên derewîn li dijî min û Rûdawê ku tenê di xeyala wî de hene, bêyî ku piçek rêz li hişyariya gelê Kurdistanê bigre.

 

Dicleyê binketî dibêje ku Rûdawê berê amadekariya wî şerî kiribû û dinivîse: "Hejar Birincî ku 10 salan pêşmergeyê PDKÎ bû, rojekê beriya bûyerên Kêleşînê, bi tîmeke Rûdawê re çû Diyanayê û li wir gotin dê bûyerek biqewime û em hatine çavdêriya wê bikin. Gelo wan kesan çawa zanibû dê bûyerek biqewime?"

  

Hemû hevkarên min dizanin, lê ez ji wî mirovê binketî re dibêjim ku, ez roja 15ê vê mehê li Dihokê bûm û roja 23ê mehê jî li Amedê bûm. Niha jî ez li derveyî Kurdistanê me bo danîna keresteyên nû bo Rûdawê ku ev 13 roj e em pê ve mijûl in û mohrên li ser paseporta min şahidê vê yekê ne. 

 

Em mijûlî karê xwe ne û dema me bo derewan tune. Lewma em biser dikevin. Lê kesên mîna we têkçûnên zêdetir tomar dikin û PKKê jî tûşî nexweşiyê dikin. Derbarê pêşmergetiya xwe jî, ez şanaziyê pê dikim û serbilind im ku bi dirêjiya dema pêşmergetiya xwe, ez ne çekdarê li ber fermana ti dewlet û hikûmetan bûm, lê tenê pêşmergeyê Kurdistanê bûm! 

 

Ez eşkere ji wî mirovê faşil re dibêjim eger bikare bila piştrast bike ku yek ji hevkarên beşê Rojhilatê Kurdistanê li Rûdawê çûne Kêleşînê ji bilî peyamnêrê me yê devera Soran, ku piştî êrişa PKKê çû navçeya Sîdekan!

 

Herwiha wî mirovî di wê yekê de jî derew kir dema dibêje hevkarên min 15 salan pêşmergeyên PDKÎ bûne, çimkî hinekan ji wan di jiyana xwe de karê siyasî nekirine! Temenê kesî ji wan jî ewqas nîne ku 15 salan pêşmergetî kiribe. Her kesê ku dibe hevkarê Rûdawê jî, li gorî pîvanên profesyonel bi Rûdawê re kar dike, ne mîna te bi pîvanên hizbî kar dike û têkçûn li pey têkçûnê tomar dike!!