Rewşa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê, li hember gef û derfetan
Aboriya ti welat û herêmekê bi tevahî serbixwe nîne, lê belê girêdayî hejmarek faktorên dereveyî ye, lewma ew nêrîna ku dibêje aboriya Herêma Kurdistanê nikare cuda ji aboriya Iraqê pêngavan bavêje, rast nîne û tevî ku rewşa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê di jêr bandora rewşa darayî û aboriya Iraqê de ye, lê belê derfetek mezin heye li pêşiya Herêma Kurdistanê ji bo serederîkirineke dirist li gel darayî û baştir bikarxistina çavkaniyên dehfder ên aborî bo baştirkirina rewşa jiyanê li herêmê û xweşguzeraniya hemwelatiyan, eger herêm bi xwe bixwaze!
Kêmkirina bihayê pereyê Iraqê, biryareke bilez û ji nişka vey a Banka Navendî ya Iraqê nebû, weke hunek kes wiha behs dikin, lê belê ji encama lêkolîn û gelek hûrgiliyên şarezayên derve û navxwe bû ji bo wê rewşa niha ya aboriya Iraqê û ew yek gelek bi zelalî di raporta dawî ya yekîneya hawarçûnê bo reformên darayî ya hikûmeta federal de di jêr navê Kaxeza Spî amaje bi wê hatibû dan.
Kabîneya niha ya hikûmeta Bexdayê, tevî nebûna fraksyonekî parlamentoyê ji bo piştevanîkirina biryar û planên wê, hinek caran arîşe ye, lê di heman demê de jî derfeteke gelek baş e ji bo ku bi hejmarek biryarên bingehîn kar ji bo başkirina rewşa darayî û aboriya Iraqê bike, eger weke rewşeke neçarî be jî, çimku hebûna hikûmetekê ku ser bi ti aliyekî siyasî ve nebe û heta qasekê teknokrat be, derfeta wê yekê çê dike, ku hikûmet di jêr fişara jidestdana deng û bahora hilbijartinê û aliyên rikeber de, dest ji çaksaziyan yan hin biryaran bernede ku neçarî û pêwîst in û êdî derfeta paşxistina wan nameye, lewma kêmkirina bihayê dînar li hember pereyên din, eger ji bo Iraqê aliyekê erênî û aliyekê nerênî hebe, lê ji bo Herêma Kurdistanê du aliyên erênî û aliyeke nerênî heye.
Piştî wê destpêkê, dixwazim naveroka gotara xwe ku min dabeşî ser gef û derfetên li pêşiya rewşa daraî û aboriya Herêma Kurdistanê kiriye, bixim ber çavan:
Yek / Gefên li berdem rewşa daraî û aboriya Herêma Kurdistanê:
1-Nebûna zelaliyê (şefafiyet):
Mixabin Herêma Kurdistanê di dema heşt kabîneyên berê û vê kabîneyê de jî, weke berdewamiya pirsgirêkên kabîneyên pêştir û berdewamîderê heman siyaseta rêvebirinê, hertim dahatên rasteqîn ji xelkê û nûnerên xelkê veşartine, ew jî bi sedema wê şêweya rêvebirinê ya herdu partiyên desthilatdar ku ta niha jî li cem wan karê herî li pêş, jiyandin û başkirina rewşa aboriya partiyan e nek welat û herêm û sazî, lewma di çend sîmayên cihê de gelek bi hêsanî em diakrin hest bi hebûna du rêveberiyan bikin di warê darayî de, ku ew jî wiha dike em bigihin vê qenaetê ku pirsgirêka aboriya Herêma Kurdistanê berî ku pirsgirêka daketina bihayê petrolê û xercê zêde yê şerê DAIŞê û hatina Coronayê be, ew siyaseta şaş û çewt a birêvebirinê û bikaranîna nerewa ya jêderên dahatê bi rêjeyek cuda ye, ta dema ku ew herdu partî jî di aliyê siyasî de aboriya Kurdistanê azad nekin, axaftina li ser xalên din ên lawaz û gotûbêj li ser kêşeyên din, giringiyekî wiha nade ti gotin û hewleke zanistî.
Nebûna zelaliyê di dahatê de, bûye sedem ku di ti rewşekê de ti kes û aliyekî çavdêriyê (tevî parlamento û dîwana çavdêriyê) jî nekarin bigihin zanyariyên rast û dirist ên dahatê, dem aku jêderên dahatê jî aşkere nebûn, dê demê êdî derfeta mezin ji bo talankirina dahata welat çê dibe û çênabe ku çavdêriya hejmara rasteqîn a dahatê bê kirin, ku bi rastî milkê xelkê Kurdistanê ne û bi kêmanî nedibû ji nûnerên xelkê veşartî bin.
2-Nebûna saziya daraî û aborî:
Em nabêjin lawazî, çimku ew saziyên li Herêma Kurdistanê erkê aborî û darayî li ser milê wan e, ewqas lawaz in, peyva nebûn baştir pênaseya wan dike ta lawaziyê, lewma jî mana di vê rewşa niha de, her ji heykelê wezareta darayî ve ta nebûna sîstemeke pêşkeftî ya birêvebirina darayî û aborî ya bi piştgiriya programên elektronî û şêwe û standara navdewletî yên bo warên darayî û jimêryariyê, nebûn û lawaziya bankên hikûmî, beşdarînekirina çalak a kerta taybet di warê xizmetguzariya bankî de, lawaziya desthilatê û dezgehên çavdêrî û dadweriyê li hember qorixkariya bazarê ji aliyê kompaniyên partiyên desthilatdar ve û gelek warên din ên têkildarî çalakiyên aborî û darayî û bikarxistinên aborî, gefên mezin in li ser şiyana aboriya herêmê û eger di salên berî 2011 de ji ber bilindiya bihayê petrolê, bandora wê weke pêwîst derneketibe, lê di pênc salên bihorî de gelek bi aşkereyî kêşeyên xwe nîşan daye û bi ti awayî nabe ku bi hêviya bilindbûna bihayê petrolê careke din guhertin û reformên bingehîn di wî warî de were paşguhxistin yan paşxistin.
3-Karnekirina bi yasa û guhnedana bi jêderên rewatiyê ji aliyê Encûmena Wezîran ve:
Heta niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke saziyeke yaxî ji prensîpên pêşkeftî û şaristanî, li derveyî rewatiya destûrî û yasayî, gelek kar û biryar û proseyên xwe birêve dibe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê heşt sal e ti plan û bernameyeke wê ya aborî û darayî tune ye, ti kes li Kurdistanê, tevî wezîran jî, nizanin sala bê çi diqewime? Bi dahata Herêma Kurdistanê, hikûmet giring dide çi? Dixwaze herêm û saziyên wê û xelkê wê ber bi çi asoyekê ve bibe? Dahat kêm dibin an zêde, dahat ji bo kîjan armancî tên arastekirin? Wê yekê jî rewşek afirandiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de bikeve paş herdu hikûmetên Efxanistan û Iraqê jî! ku du welatên herî gendel ên cîhanê ne û hertim di pîwana Rêxistina Şefafiyetê ya Cîhanî de para sereke ji gendeliyê hene, lê belê yasaya wan a budceyê heye, wate plana wan bo dahatê û xerciyê heye.
Bila em mînakekê di vî warî de pêşkêş bikin: Tevî hebûna yasaya pabendkar, lê hikûmetê sindoqa malnişîniyê nîne, sindoqa dahatên petrolê nîne, proseya deranîn û firotina petrolê di tarîtiyê de ye, yasaya budceyê nîne, bêyî ti hesavkirinekê bo jêdera wê, desthilat girêbesta pêncî salî îmze dike û mûçeyên yasayî yên karmendan kêm dike û paş dixe û hinek caran jî nade, gelek binpêkirinên din ên yasayî jî hene, ku pêwîst nake amaje pê bê dan, hemû ewana wiha dikin ku Encûmena Wezîran weke laşekê derkeve di nava çiravekê de di nava heriyê de asê mabe, heriyek ku eger li ser wê şêweya xwe berdewam be, her tevgereke wê zêdetir wê asê dihêle û proseya niqombûna wê bileztir dike.
4-Zêdebûna hejmara rûniştvanan û hevdem zêdebûna du jêderên gefê:
Yek ji taybetmendiyên başên civaka me ev e ku civakeke ciwan e, berdewam jî hejmara wê zêde dibe. Wate jîngeheke guncaw a hêza kar li vir amade ye, eger sedemên din ên alîkar jî hebin, dibe ku ew yek bibe sedem ji bo baştirkirina rewşa aborî, lê her ev civaka ciwan tejî metirsî û paşerojeke çaverînekirî ye, bi taybet eger rêjeya bêkariyê bi vê rêjeya niha berdewam zêde bibe, di heman demê de rêjeya hejariyê jî.
Bêkarî û hejarî, du bahorên kujek in, ku pir bi hêsanî li gel xwe sîstem û hikûmet û dewletan sist dikin ta asta jinavçûnê, ewqas mênakên zelal jî li ber çavan in pêwîst nake mirov behsa wan bike.
Bi sedema siyaseta şaş, ne tenê şaş, lê belê kujek û serederîkirina bêrehm li gel wê dahata digihişt Herêma Kurdistanê, bi taybet ji salên 2005 ta 2014ê, dahat ne tenê nebû sedema pêşxistina jêrxana aboriya herêmê û xweşderbaskirina xelkê wê, lê bû sedema wêrankirina ew jêderên ku demara aborî digeşandin.
Di wê siyaseta şaş de, hejmara mûçewergiran hat zêdekirin, gund hatin valakirin ş cotkar û ajeldar û baxevan bûne karmendên hikûmetê, kerta çandiniyê hat paşguhxistin, pîşesazî û projeyên biçûk di plan û bernameyên hikûmetê de nebûn, çav li ser dabeşkirina dahata petrolê li ser hemwelatiyan bûn, çi dahata ku ji Bexdayê ve dihat an ya ku nav lê hatibû kirin aboriya serbixwe! Ew jî ji bo ku herdu partiyên desthilatê hejmara alîgirên wan zêdetir be û dengên zêdetir di hilbijartinan de bi dest bixin. Herî dawî yekane derfeta kar ji bo ciwana ku kerta giştî bû, êdî weke derfetke kar nema, kerta taybet jî hat piştguhxistin û ji ber qorixkariyê zêdetir kerteke mişexor a xwejîn e li ser pişta kerta giştî, heya wê astê ku hikûmet di pênc salên bihorî de şiyana dabeşkirina wê mûçeyê jî nema ku her di bingeh de tejî bû ji nedadmendiyê.
Lema em dikarin bêjin, Herêma Kurdistanê li berdem teqîneke mezin a civakî de ye, teqeînek ku eger heye ji bahorên kujek bêtir zirarê bigihîne laşê her welat û dewletekê, ew jî her heman gefa kujek û mezin e ku her yek ji bêkariya ciwanan û hejarî, wê rûbirûyê Herêma Kurdistanê dikin. Di xwepêşandanên destpêka meha 12 a îsal de me dît, bi çi awayî ciwanên jêr temenê 30 salî bi hêrs in û beşeke wê ji wê gefê derket, di her demekê de jî serhildana wê çaverêkirî ye.
5-Berdewamiya çeka siyasî:
Berdewamiya çek di destê herdu partiyên desthilatdar de, gef û metirsiyekî gelek mezin e, di astekê de ku hertim Kurdistan weke statuyeke îdarî ya lawaz xistiye ber çavê navxwe û derve, bi corekê ku Kurdistanê li berdem gefa çekekê ye ku eger heye bo berjewendiya siyasî, xwe û Kurdistan û herêm û xelkê wê jî bike qurbanî, weke me dît ku hêzek bi vî awayî be, ne tenê ji bo navxwe gef e, lê nikare di asta dijminê derveyî de ewqas bihêz be ku em hemû piştrast bin ku Kurdistan parastî ye, ew zêdebarî pêşkêşkirina gelek qurbaniyan, ji şehîd û birîndaran, lê karesata mezin a kuştina Êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve û jidestdana Kerkûkê, du mînakên zelal ên lawazî û metirsiyê ne.
Du / Derfet:
Tevî ku Herêma Kurdistanê di warê aborî û darayî de, gelek kêşeyên wê yên mezin hene, di heman demê de derfet hene (ku ta niha jî weke derfet xuya dikin), dibe ku bi wan jêrxana aborî bê pêşxistin, û rewşa darayî hemwelatiyan bê başkirin û bibe sedema xweşderbaskirina hemwelatiyan û bilindkirina asta debara wan, ew jî tenê bi pêngavên îdarî yên hikûmeteke pak û kerteke taybet a bihêz ku dûr ji qorixkariyê be û bi çêkirina derfetên kar bo ciwanan û dabeşkirina dahatan bi awayekê dadmend tê pêkanîn, ew derfet jî bi kurtî dibe ku ev bin:
1-Hebûna istiqrar û aramiyê:
Bêyî hebûna aramî û cihgiriya rewşa ewlehiyê, ti behsek ji başkirina rewşa aborî û debara hemwelatiyan û vejandina kertên aborî û darayî nayê kirin, lewma ew aramî û ewlehiya piştî şerê DAIŞê ku li Herêma Kurdistanê heye, derfetekî zêrîn e, bi astekê ku nêzîkî salekê ye ti kesî biçûktirîn bûyera nearam û xirab a ewlehiyê nebihîstiye, berovajî Bexdayê ku em bi aşkere bûyerên êrîşkirina ser balyozxaneyên welatan dibînin, lewma jî ew rewş derfeteke baş e bo handana hilberînê û geşeya kerta taybet û derfeteke baş e bo birêvebirineke tendirust, li kêleka pêngavên din ên rasteqîn di vî warî de.
2-Bexda, weke navdeneke destûrî:
Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye, li gor destûrê li gel bicihanîna erkên xwe dikare tevahiya mafên xwe ji hikûmeta federal werbigire, lewma çi weke dahat û budce yan her biryarek ji bo başkirina rewşa darayî ya Iraqê, dibe ku ji bo Herêma Kurdistanê baş be.
Di warê mafên destûrî de ji bo başkirina rewşa darayî û aborî, dibe ku amaje bi yasayên budceyê bê kirin, ku ya herî dawî yasaya budceya sala 2019 û derxistina du yasayên têkildarî deynan di 2020an de û reşnivîsa budceya sala 2021 ne, ku di tevan de li hember radestkirina rêjeyeke petrol (rêjeyek ne hemû) û nîvê dahatên federalî, hikûmeta federal amade ye rêjeyeke baş ji budceya Herêma Kurdistanê bişîne, ew di rewşekê de ye ku ew rêje gelek ji wê dahatê zêdetir e ku herêm bi dest dixe, ku di reşnivîsa 2021 de nêzîkî 13 trîliyon dînar tê texmînkirin, wate çima Hikûemta Herêma Kurdistanê vê derfetê ji dest dide û xwe û xelkê jî dixe nav gêjava radestkirin û radestnekirina (petrolê yan dahata petrolê)? Çima rêjeyek ji petrolê bi rêya Kompanyaya Somo radestî Bexdayê nake û êdî derfetê bide nûnerên Kurd li hikûmeta Bexdayê û encûmena nûneran, daku şerê mafên destprî di warê budce û dahatê de bikin? Ev di demekê de ye, ku gelek caran bêyî serêşanê ew budce ji Bexdayê ve hatiye, weke serdema hikûmeta Adil Ebdulmehdî, lê dîsan herêmê sûd ji budceya xwe bo başkirina rewşa aboriya herêmê wernegirtiye.
Di warê encamên siyaseta pere û nextîneyê û her pêngaveke çaksaziya aborî û darayî de jî li Bexdayê, Herêma Kurdistanê zêdetir qezenc dike neku zirarê bike, em dibînin ku daxistina bihayê pere dibe sedema zêdebûna dahat li cem hikûmeta herêmê jî, her pêngaveke din a reformê jî zêdetir bandoreke erênî li ser rewşa aborî û darayî ya Herêma Kurdistanê datîne, ew ji bilî ku Iraq bi giştî bazrarekî baş e bo hin berhemên çandinî û pîşesaziyên Herêma Kurdistanê û geştyar jî di rojên ronak de bazarên herêmê avedan kirine.
3-Aştiya civakî ş aştîxwazbûna rikeberiyên siyasî:
Tevî ku rewşa hejarî û zêdebûna hejmar û rêjeya wê, nêzîk e ku bi tevahî hemwelatiyên Kurdistanê dixe tengasiyeke mezin, bi awayekê ku tê çaverêkirin hejmara hejaran di sala 2021 de zêde dibe bo nêzîkî yek milyon kesan. Ew ji bilî bêkariyê ku roj li pey roj zêdetir dibe, lê hêj Herêma Kurdistanê aram e di rikeberiyan de, heta eger reftarên neyasayî hinek ji hêzên çekdar jî nebe ku bi bikaranîna fîşekan di xwepêşandanan de, xwepêşandan jî heta niha aştiyane û aram in, û aliyên siyasî yên opozisyonê jî her rêya aştiyane û şaristanî bikar tînin ji bo rikeberiyan, lê belê gelo ew derfet dê her wisa berdewam bin? Çimku her xwepêşandan û xwepêşander bûn ku li Bexdayê karîn hikûmeta Adil Ebdulmehdî birûxînin û pêwîstiya hilbijartina pêşwext bikin defakto û zêdebarî tundûtîjiyên hikûemtê û hzêên çekdar, gelo egera dubarebûna vê yekê bo herêmê jî tune ye?
Lewma derfeta aştîxwazbûna rikeberiyên siaysî û civakî, heqe ku weke derfeteke zêrîn lê were temaşekirin, daku hikûemt guhertinên bingehîn bike û rewşa aborî û darayiya herêmê baştir bike, û êdî xwe û xelkê jî tenê bi yasaya çaksaziyê nexafilîne, ku qaşo çaksaziyan dike! Çimku ew yasa ne di asta xwasta ti saziyeke çavdêriyê ya derve de ye, lê hemwelatiyekî normal jî fêm kiriye ku ew yasa nikare di asteke gelek kêm de jî jiyana wî baş bike, heta eger di baştirîn rewş de jî bi başî were cîbicîkirin, çimku di esas de armanca wê yasayê ew nebûye û tenê hinek rûyê nedadmendiya di mûçeyê de çareser dike, ku diviyabû bêyî yasaya nû jî ew çewtî bihatibana sererastkirin.
4-Hebûna jêderên dehfder ên aborî:
Kurdistan dewlemend e, dewlemend e ji ber cih û pêgeha xwe ya erdnîgarî ku navendeke ji bo tevgera bazirganî ya navbera çend welatan, dewlemend e bi zeviyên baş, ava şîrîn, hewayeke guncaw, jêder û samanên xwezayî, dûrbûn ji bûyerên xwezayî, hêza kar a ciwan û gelek tiştên din, ku derfeta geşekirina aborî bêtir dikin.
Ewana derfetên herî giring in, dibe ku em di şaxên wan de amaej bi derfetên din jî bidin, ew maye ku em bêjin gelo hikûemta pêkhatî ji herdu partiyên xwedan desthilat û partiyeke mêvan, sûd ji wan derfetan werdigire û sala 2021 dike sala avêtina pêngavan ber bi guhertinên bingehîn û baştirkirina rewşa aborî û darayî û aştkirina hemwelatiyan li gel hikûemt û statute Herêma Kurdistanê? Yan na îsal û salên bê jî temamkerê salên berê dibin û desthilatdar hêj ti ezmûn wernegirtine û hêj mijûlî wê yekê ne, çawan dema teqîna pirsgirêkan paş bixin bi hinceta (Bexda mafên me nade, bihayê petrolê daketiye, nexweşî û bahora Coronayê heye).
Omer Golpî, Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê ye.
Ev ramanên nivîskar bixwe ne û berpirsyariya nêrînên di nivîsê de nakeve ser Rûdawê.