Rêyên ji xwepêşandanê bibandortir
Rêya Yekem: Rola Jinan
Niha dem hatiye jinên berpirs û serkirdan bi rola xwe rabin. Dibe ku ev yek ji çekên herî bihêz be ji bo lihevhatina siyasî û dawîanîna li krîza siyasî ku li gor gotina hin kesên şareza çareseriya krîza mewdanî jî bi xwe re tîne.
Jinên Kurdistanê dikarin bidin ser rêç û şopa jinên Liberyayê. Dema di sala 2002-2003an de welatê wan noqî şerê bixwîn bû, jinên Liberyayê yên misilman û mesîhî grûpek pêk anîn da fişarê dirust bikin û dawî li berberî û şerê navxwe bînin.
Bûyer bi vî rengî ye: Jinan çeka xwe ya herî xurt li hember mêran bikar anî. Jin ketin gireva rawestandina karê seksî û cotbûna bi mêrên xwe re. Jinan hatina nav cihan li mêran qedexe kir û di çalakiyên xwe de kirasên spî li xwe dikirin, wek sembolekê ji bo aştiyê. Wan di mêtîng û civînên xwe de tiştek nedigotin û bi bêdengî radiwestiyan û nerazîbûna xwe bi vî awayî nîşan didan.
Di berdewamiya çalakiyên xwe de jinan karîbûn civîneke lûtkeyê di navbera serokê Liberyayê û rêberê serkêşan de rêk bixin. Dema civînê dest pê kir, jinan rê li ber çûna serkirdan bêyî lihevkirin girt. Êdî wan herdu alî neçar kirin di civînê de bimînin heta gihîştin peymanekê û aştî hat tespîtkirin.
Jinên Liberyayê karîbûn sozê ji Serokê Liberyayê Charles Taylor werbigirin da di civîneke aştiyê de li welatê Ghanayê amade bibe û bi serkêşên Yekîtiya Liberyayê bo Aştî û Demokrasiyê û herwiha Tevgera Demokrasiyê li Liberyayê re gotûbêjan bike.
Grûpek ji wan jinan roja civînê çûne welatê Ghanayê û li derveyî koşka ku civîna aliyan tê de dihat lidarxistin, kom bûn. Wan hemû derî û pencereyên koşkê girtin û rê nedan tu kes bêyî lihevkirin ji koşkê derkeve. Bi vî awayî jinan aliyên nakok neçar kirin bigihin peymanekê û dawî li şerê navxweyî yê 14 salî li Liberyayê bînin. Ev çalakiyên jinan bûn sedem jî ku yekem jin bibe seroka Liberyayê ku ew jî Ellen Johnson bû.
Rêya Duyem: Ji xeynî xwepêşandanê…
Ji xeynî xwepêşandanê, karmend û mamoste dikarin rêyên din bikar bînin da mafên xwe bidest bixin. Herçiqasî cihê dilgiraniyê ye ku mafên seretayî bi rêya fişar û guşaran bên bidestxistin, nemaze ku girêbestek di navbera desthilat û hevwelatiyan de heye, ew jî kar li hember mûçeyê ye, ango tu mûçeyê wê çaxê distînî ku tu kar an dewamê bikî, berovajî wê jî dema tu mûçeyê werngirî, tu dewam nakî.
Hertim di xwepêşandanan de hejmareke kêmtir ji hejmara ku pêwist e amade bibe, amade dibe. Wek mînak ji bêhtirî 70 hezar endamên yekîtiya mamosteyan, duh dora 7 hezar mamosteyan tenê di xwepêşandanê de amade bûn. Serokê şaxê Dihokê yê yekîtiyê ji Rûdawê re got ku ji 24 hezar endaman, tenê 100 kes di kombûnekê de amade bûn ku beriya çend rojan bangewazî jê re hatibû kirin.
Mumkin e çekeke din ji çekên bihêz li şûna xwepêşandanê, girevgirtina ji dewamê be. Wek çawa di çend salên borî de li Bakurê Kurdistanê qewimî û îsal li Rojhilatê Kurdistanê jî qewimî, karmend û mamoste naçin dewamê û dikanên xwe digirin. Herçiqasî dibe ku li Başûr pêwistiya girtina dikanan nebe jî.
Dema xwendingeh ji mamosteyan vala dibin û dewam radiweste, bi sedan hezar xwendekar û şagirt bê mamoste dimînin. Herwiha dema karmend neçin fermangehên xwe, tevgera hikûmetê pûç dibe.
Desthilat dikare bi hêzê û li jêr fişara çek û gefan xwepêşanderan bigire, bikuje û belawela bike! Lê nikare kesî ji mala wî derxe û bi zorê dewamê pê bide kirin. Qet bi hejmara karmend û mamosteyan hêzên ewlekariyê nînin da hemûşkan bigirin jî.
Bi armanca ku xwîn neyê rijandin û ziyan negihe mal û milkan ku wê dûre dîsa li ser qûtê xelkê bên çêkirin, çêtir e gireva seranserî bê ragihandin û mamoste û karmend li malên xwe bimînin. Herwiha kedkar jî heman helwestê nîşan bidin, çimkî dema mûçe nebe, ked û kar jî nabe.