Feqa serjimartinê li ber lingê Kurdan tê vedan
Hin welatên cîhanê gihîştine astekê ku êdî pêdiviya wan bi proseya serjimartina giştî ya niştecihan nemaye, ji ber ku bi sedema pêşketina teknolojiyê ev prose her roj bi awayekî elektronîk tê pêkanîn. Tê zanîn çend kes çêdibin û çend kes dimirin. Ne tenê ji hêla dewletê ve, tewra çi kesê bixwaze xwe bigihîne van zanyariyan, bi hêsanî dikare bi rêya telefona xwe ya destan bizane hejmara şêniyên welatê wî çend kes e û çend kes li her bajarekî dijîn, her wiha dizane çend ji wan zarok û ciwan û çend pîr in, çend nêr û çend jî mê ne.
Lê li Îraqê ne wisa ye. Dibe ku Îraq dewleta tikîtenê be ku heya niha hejmara rastîn a şêniyên wê nayê zanîn. Hejmara rastîn a endamên hêzên wê yên çekdar û hejmara karmend û mûçegirên wê ne rast e, tewra hejmara kesên ku erzaqên mehane distînin jî ne rast e û hejmara dengder, karker û bêkaran, hejmara mezin û biçûkan jî, nayê zanîn çend welatiyên wê li hundir û çend li derveyî welêt dijîn.
Bi ser de jî, hemî hejmarên ku ji hêla Wezareta Plandanînê ve têne belavkirin jî cihê têbînî û gumanên zêde ne ji ber ku ji bilî ku di koka xwe de, di navbera pêkhateyên neteweyî û rêolî yên Îraqê de pirsgirêkeke girêdayî hejmara nifûsê heye, hin sedemên din jî hene ku navên miriyan nayên jêbirin û navên sexte di tomara dengdanê de û di nav lîsteya karmendên mûçegir ên dewletê de û di lîsteya hêzên çekdar de cih digirin. Loma proseya serjimêriya giştî ya niştecihan ji bo Îraqê bûye yek ji hewcedariyên sereke û here li pêş.
Li Îraqê hejmara her tiştî çewt e
Hetanî hejmara rastîn a welatî, çîn û tiwêjeyên civakê, dabeşbûna wan li gorî zayend, temen û erdnîgariyê, hejmara zarok, ciwan û salmendan, karker û bêkar, şêniyên bajar û gundan, xwende û nexwende, saxlem û nexweş, hejar û zengîn, karmend û endamên artêşê, yên li hundir û yên li derveyî welêt dijîn, hetanî ev û bi dehan pêwîstiyên zanyarî yên din ku li ser civakê hene bi dirustî neyên zanîn, planeke guncav ji bo xizmetguzariyên giştî û birêvebirina welêt jî nikare bê danîn. Ti yek ji van bi rastî û dirustî li ber destê Îraqê tune. Her proseyeke hûrbîniyê di her movikeke dewletî û nedewletî ya di nav civaka Îraqê de tê kirin, bi tibabên mezin hejmarên çewt têne eşkerekirin.
Ev arîşe ne nû ye. Ji destpêka avabûna dewleta Îraqê ve, ji ber hebûna hevrikî û nakokiyan di navbera pêkhateyên Îraqê de, carinan ji navenda desthilatê ve kar ji bo çelexwarîkirina hejmara rastîn a nifûsê hatiye kirin. Di tevahiya 100 salên borî yên temenê Îraqê de, ti amar û serjimartinek nîne ku bi dirustî û dûrî ajendayên siyasî, neteweyî û rêolî hatibe kirin.
Îraq dewleta tikîtenê ye ku dest di tomara giştî ya şêniyên xwe de werdaye. Dewleta tikîtenê ye ku di serjimêriya giştî ya nifûsê de, bi qestî û ji bo armancên nijadperest, rê nedaye ku serjimêrî li çend navçeyan bê kirin çawa ku di serjimêriya sala 1987an de kir û rê neda ku proseya serjimêriyê hejmareke mezin a gundên Kurdistanê li xwe bigire û wekî navçeyên qedexekirî hatin nasandin, paşê jî şêniyên wan bi kom hatin qirkirin.
Wê gavê li Bexda û hin bajarên naverast û başûrê Îraqê rê neda navê Kurdên Feylî di proseya serjimartina giştî de wekî welatiyên Îraqê bê tomarkirin. Berovajî vê yekê jî, li hin navçeyên wekî Kerkûk, Xaneqîn û Deşta Nînowayê, ji bo zêdekirina hejmar û rêjeya Ereban, di serjimêriya giştî de karkerên Misrî yên ku ji bo kar hatibûn Îraqê wekî welatiyên Îraqî tomar kir. Herwisa di serjimêriya sala 1997an de rûniştvanên navçeyên li jêr desthilat û rêveberiya Herêma Kurdistanê di serjimêriya giştî de nehatin tomarkirin.
Di dîroka Îraqê de bûyerek hatiye tomarkirin ku dikare ji bo hemû ast û qonaxên jiyana siyasî û civakî ya Îraqê wekî mînakeke şênber, wekî pîvan were wergirtin. Dibêjin di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, tişt û pêdiviyên xwarinê pir kêm bûn. Dewletê biryar da ku bi rêya pisûleyekê hin pêdiviyên xwarinê bide welatiyan. Nifûsa Îraqê wê demê ji çar milyon kesan kêmtir bû lê kesên ku navê wan ji bo wergirtina wê pisûleya xwarinê hati tomarkirin gihiştin zêdetirî 20 milyon welatiyên Îraqî! Ev diyarde heya vêga jî di hemû astan de didome.
Berî û piştî Sedam heman tas û heman hemam e!
Heman sedem kelem bûn ku di 30 salên borî de proseya serjimêriya giştî ya nifûsê li Îraqê were kirin. Di demekê de ku berê wekî nerîtekê her 10 salan carekê ger bi rûkeş bûya jî ev prose dihat kirin. Lê piştî rûxandina Sedam Hisên û avakirina Îraqa nû divabû serjimêriya giştî ya şêniyan di proseyeke dûr ji armancên siyasî, mezhebî û neteweyî de bihata kirin û bibûya bingeheke rast û dirust ji bo vê Îraqa nû.
Xebînet, ne tenê ev yek nehat kirin, tew di tevahiya van 20 salan de jî, wekî desthilata şovenîst a erebên sunnî ku di desthilata Beisê de şênber bûbû, desthilata şîî jî di çarçoveya proseya şîekirinê de di heman rêyan de meşiya ku serjimariyê ji bo berjewendiya Şîeyan bi kar bîne. Sala 2007an ku divabû proseya serjimêriyê bihata lidarxistin, desthilata serdest a şîî rê neda û biryar bû sala 2010an pêk bînin. Lê ev jî nekir û ji bo sala 2017an bi paş xist. Sala 2017an bi hin bafikên din xwe ji lidarxistina wê vedizîn. Wisa anîn heya niha û biryar e meha 11an a îsal (2024) serjimartin were kirin.
Li gorî tedbîrên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine wergirtin, wer dixuyeku vê carê nayê bipaşxistin û serjimêriya giştî ya nifûsê li seranserî Îraqê dê di dema xwe ya destnîşankirî de li tevahiya Îraqê bê kirin. Her çiqas biryar e di qeyda kesîtî ya serjimêriya giştî de behsa rêol û neteweyê neyê kirin, lê armanc ne li derveyî wê hevrikiya neteweyî û rêolî ye ku Îraq gêrî nav wê bûye. Xwevedizîna 20 salên borî jî di vê çarçoveyê de bû.
Niha şert û merc ji bo Şîeyên desthilatdar bi her awayî guncan in lewra dê serjimariyê pêk bînin. Li hemberî Kurdan, hejmareke zêde ya Ereban anîne navçeyên Kurdistanê, hem beşa li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku rasterast ji hêla Bexdayê ve tê birêvebirin û hem jî li hundirê Herêma Kurdistanê. Herwiha gelek Şîe birine kûrahiya herêmên Sunnî, ji Bexda û Diyala heta Selahedîn û Nînowa û Enbarê.
Biryar e hemû kesên ku niha li van navçeyan dijîn di serjimêriya giştî de wek cihê niştecihbûnê were tomarkirin. Ne girîng e behsa wê yekê nayê kirin ka ew girêdayî kîjan rêolê ne. Yan jî Erebên ku anîne Kerkûk û hemû deverên Kurdistanî, ti nîşanek nayê behskirin ka ji kîjan neteweyê ne, ev taktîkek bû wergirtin da ku Sunne û Kurdan razî bikin ku serjimêriyê pêk bînin. Pirsgirêk dê salên bê ji bo Kurdan û Sunniyan diyartir bibe.
Ji bilî tedbîrên din ên ku ji bo anîna Ereban û niştecihkirina wan wergirtibûn, ev çend meh in hejmareke mezin a Ereban têne Kerkûkê û li tax û navçeyên kurdnişîn dibin kirêdar. Mînak pir in ku pêşekiya kirêya şeş mehan dane û ji bo şeş mehan xaniyên xwe kirê kirine. Armanc ew e ku ev welatiyên Ereb di serjimêriya giştî ya nifûsê de wek welatiyên Kerkûkê werin tomarkirin, bila wekî Ereb neyên nivîsandin jî, lê piştre dê wek Ereb bibin welatiyên Kerkûkê û ev serjimarî dê bibe bingehek ji bo paşeroja wan. Ev yek ji bo Erebên ku li hundirê parêzgehên Herêma Kurdistanê dijîn jî derbas dibe.
Kurd mijûlî tiştên ne girîng in
Li hemberî vê yekê, metirsiyeke din jî heye ku Kurd hest pê nakin heya mîna feqekê bi lingên wan de biteqe, ew jî ew e ku hejmareke mezin a Kurdên Kerkûkê li derveyî Kerkûkê, li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê dijîn. Berê ji bo dema dengdanê di proseyên hilbijartinê de vedigeriyan Kerkûkê, lê gelo di proseya serjimêriya şêniyan de, dê navê wan li ku derê bê tomarkirin? Ma wê rê bê dayîn ku li her xaniyekî Kerkûkê, çend mal li ser wî xaniyî bên tomarkirin?
Ev Kurdên Kerkûkê ku li derveyî Kerkûkê dijîn û berê ji bo dengdanê diçûn malên nas û xizmên xwe, gelo tevdîra wê yekê hatiye wergirtin ku di serjimêriyê de cihek ji bo tomarkirinê ji wan re bê peydakirin? Baş e, heger di serjimêriyê de navê wan li Kerkûkê nehat tomarkirin, dê di proseyên bê yên dengdanê de çi mafekî wan bimîne ku beşdarî proseya hilbijartinê bibin ku bi vî rengî jî rêjeyeke mezin a dengderên Kurd wê kêm bibe.
Ji bilî van jî beşeke mezin a şêniyên Kifrî, Kelar û Çemçemalê seba madeya 140ê ya destûrê, tomara wan a dengdanê û kuponên wan ên erzaqan li Kerkûkê ne. Lê ti bingeh û cihekî wan li Kerkûkê nîne da ger rê jî bê dayîn biçin li Kerkûkê li ser xaniyekî wekî cihê niştecîbûnê xwe li wir tomar bikin. Sibe, ger navên wan di serjimêriya giştî de li Kerkûkê neyê tomarkirin, dê rastî çi arîşeyan bên?
Rast e, forma ku niha di proseya serjimartina giştî ya şêniyan de nav li ser têne tomarkirin, behsa netewe û rêolê nake. Lê ji xwe ev serjimêrî netewe û rêolê ji kesî nastîne û piştî serjimêriyê jî Şîe dîsa Şîe ne, Kurd Kurd in û Ereb jî her Ereb in. Bi sed hezaran û çi bigire bêtir erebên nû anîne Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û di siberojê de dê serjimêriya giştî ya şêniyan a sala 2024an bibe bingeh û pîvan da ku tekez bike xelkê kîjan navçeya Îraqê ye. Ew wekî welatiyekî dibe Kerkûkî bila her di serjimêriyê de nehatibe nivîsandin Ereb e yan Kurd e.
Kurd bi hin babet û mijarên nepêwîst û nesereke ve hatine mijûlkirin û haya wan ji van hevkêşeyan nemaye, lê di serjimêriyê de û piştî wê jî dê derkeve holê bê çi projeyeke metirsîdar a Şîekirin û Erebkirinê li ser Kurdan hatiye meşandin.