Şerê 'birakujî' şerekî bidawînehatî, çareser?
Di malpera Rûdawê de û di beşa Nerînê de gotareke nivîskar Arif Qurbanî ya bi navnîşana Birakujî şerekî bidawînehatî bala min kişand, min xwand û dixwazim li ser vê mijarê nerîna xwe bînim ziman.
Xuya ye ku heta niha têgeha îdarekirina milmilaniyan li Herêma Kurdistanê û bi taybet jî di navbera PDK û YNKê de tê cîbicîkirin, cîbicîkirina vê têgehê jî ne tenê bijardeyeke guncaw e, lê belê pêwîst e jî ji bo hin qonaxan, lê diviyabû ew yek bi armanca derbasbûna ji qonaxekê bo qonaxeke din baya, plankirî baya, bi awayekê ku di encamê de hemû dezgehên leşkerî û ewlehiyê yên hemû aliyan radestî hikûmetê bihatina kirin.
Ya li Herêma Kurdistanê di pratîkê de tê dîtin, ji wê armancê dûr e, rast e yek ji encamên şerê navxwe ev e ku alîgiriya leşker û saziyên ewlehiyê bo partiyan maye, lê belê şerê navxwe tekane eger nîne. Li çendîn welatên din ên cîhanê jî şerê navxwe hebûye û zirarên wê ji şerê navxwe ya li Kurdistanê zêdetir jî bûye, lê belê paş rêkeftineke aşkere û ji bo berjewendiya giştî û pêkanîna saziyên fermî yên profesyonel, aliyên şer hêz û şiyanên xwe bi rêkeftin û plan radestî saziyên hikûemtê kirine. Hinek ji wan şeran şerên tayifî û netewî û olî bûn, ku bêguman dûratiya navbera wan ji ya aliyên siyasî zêdetir e, bi taybet eger ew aliyên siyasî di gelek qonaxên xebatê de di yek çeperê de bin û bi hev re tûşî karesat û jinavbirinê bûbin, heta dezgehe hevbeş a serkeftî ya wek Bereya Kurdistanî damezrandibin.
Lê çi qewimiye! Ya ku rû daye gelek mezintir e, têgeheke nû ya perwerdehî, siyasî, civakî û aborî hemû warên hukmraniyê kontrol kiriye, di jêr vê têgehê de gelek zehmet e ku dezgeh û saziyên leşkerî û emnî di pileya yekem de girêdayîbûna wan bi hikûmetê be, berovajî vê yekê piraniya wan dezgehan di pratîkê de girêdayîbûna wan bo partiyekê ye û wek partî kar dikin, heta li hin navçeyan desthilatên partiyê ne tenê zal e li ser desthilatên saziyên leşkerî û emnî, lê belê zal e li ser tevahiya saziyên hikûmetê jî, û ew rewş her wisa maye û dê berdewam be, eger destpêkek rasteqîn û bingehîn neyê danîn.
Êdî temamkirina şerê navxwe bi rizgarbûna ji wê têgehê bidawî dibe, dema dezgehên leşkerî û emnî bikevin jêr kontrol û raspardeyên hikûmetê, wê demê şerê navxwe jî bidawî dibe.
Dibe ku PDK û YNK vê biryarê bidin, û ew yek jî bibe bername weke bernameya çaksaziyê û tekezî li ser cîbicîkirina wê bihê kiri, lê belê pirs ev e; ta çi astî bawerî di navbera wan de heye ku bikarin bi xwe destpêşxer bin. Ez wiha baş dibînim ku aliyekî sêyem beşdar bibe û stratejiyeke demdirêj dane, û ew ezmûna li gelek welatan çê bûye, û ne şerm e jî eger em bixwe nekarin xwe ji wê rewşa milmilanî ya metirsîdar rizgar bikin, penahê bibin ber aliyekî sêyem. Baş e aliyê sêyem kî be?
Bi nerêna min divê çend grûpên profesyonel ên navxweyî bêne pêkanîn û bi hemahengî û piştevaniya rêxistinên navdewletî yên taybetmend, vê erkê mezin û dîrokî pêk bînin daku bikarin bibin bi aliyê sêyem, û divê PDK û YNK bi armanca serxistina vê proseyê, razî û beşdar bin. Dibe ku ew grûp pêk bên; ji grûpa karûbarên siyasî û berjewendiya netewî, grûpa karûbarên yasayî, grûpa karûbarên leşkerî û emnî, grûpa karûbarên bazirganî û htd. Mebesta min hemû ew war in ku têkiliyeke rasterast ligel encamên wê proseyê hene.
Ya gelek giring e, divê ew prose wek rêkeftinên berê nebe, divê proseyeke piralî û serdemî be û di çarçoveya yasayê de be, encamên wê jî bibin mekanîzmên desthilatdariya leşkerî û emnî.
Lê belê giringtir ji wê jî ev e, ku divê ji dil razîbûn li ser hebe, wate biryara destpêkirina vê proseyê, biryareke navxweyî be, hez û razîbûna rasteqîn a PDKê û YNKê li ser hebe, ne ku ji bo lîstikeke siyasî yan jî berjewendiya aliyekê be.
Di dawiyê de jî dibêjim, her divê Herêma Kurdistanê ji vê du alîtiya leşkerî û emnî rizgar bibe, ew jî çênabe, eger ku PDK û YNK vê biryarê nedin, ew biryar jî pêwîstiya wê bi fişara xelkên xemxor heye.