Bexda ne paytexta çareseriyê bû
Dûrî her alîgiriyekê ji bo ti yekê ji wan arasteyên siyasî yên ku Kurdistanê ber bi Bexdayê ve didehifînin an jî yên ku nav di Kurdistanê didin ji Bexdayê dûr bikeve, ez dixwazim bipirsim 'Gelo pirsgirêka Kurd di koka xwe de pirsgirêkeke xwecihî ya Îraqê ye ku çareseriya wê li Bexdayê be? Yan jî pirsgirêka Kurd xwedî rehendeke navdewletî ye jî?' Bê guman, ev pirs ji bo her yek ji parçeyên din ên dagirkirî yên Kurdistanê jî dirust e.
Em gelek caran dibihîzin ku hin kes dibêjin çareseriya pirsgirêka Kurd ne li paytextên welatên din e ku mebest ji wan Washington, Ewropa, carinan jî Enqere û Tehran e lê belê li Bexdayê ye.
Ev gotin bi taybetî ji aliyê elîteke ji wan karakterên siyasî ve tê tevdan ku heta radeyekê paşeroja xwe ya siyasî li navendê dibînin an jî ew kes in ku girêdayî wê cemserbendiyê (polarîzasyonê) ne ku li ser hesabê qelsirina Herêma Kurdistanê avê dixe aşê xurtkirina Bexdayê.
Herwiha beşek ji kesên ku ji bo dîtina deriyê çareseriya Pirsa Kurd bangewaziya vê tezê dikin, bi xwe ne xwediyên ti cîhanbîniyeke siyasî ne, lê ji ber sersamiya wan bi karakter û rêgezeke siyasî yan dijî rêgezeke siyasî ya din, bi dûv dengê daholê ketine.
Tewra vê yekê xwe li parçeyên din ên Kurdistanê xasma li Rojhilatê Kurdistanê jî nîşan daye. Bêyî ku Tehran ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî ti projeyeke siyasî be yan bêyî ku Kurdan li wir ti pêşkeftineke wisa berbiçav kiribin defakto ku Tehranê kaşî nav wergirtina tedbîrên dîtina çareseriyekê bikin, ji niha ve dane dûv bangewaziya ku xwedêgiravî çareseriya tikîtenê ne paytextên welatên din, li şûnê tenê Tehrana paytext e.
Ji bo ku em bersiva pirsa 'ma Doza Kurd li her yek ji van welatan doz û pirsgirêkeke xwecihî yan navdewletî ye?' bi dest bixin, divê em vegerin destpêka peydabûna pirsgirêkê û ji xwe bipirsin; gelo em wekî milet û erdnîgarî di koka xwe de beşek ji van welatan bûn? An jî gel û erdnîgariya me ji ber hin sedeman di nav van dewletan de hatin dabeşkirin?
Ez bawer dikim her merivekî Kurd dizane ku ti tiştekî hevpar ê Kurd û Kurdistanê bi van dewletan û neteweyên wan ên serdest re nebû û em bê xwesteka xwe û bi darê zorê bi wan ve hatin zeliqandin. Herwisa em dizanin ku ev zulma li ser Kurdan bi biryara zilhêzên cîhanê hat kirin. Li ber çavê me ye jî ku heta niha navendên navneteweyî nobedariya mana van sînorên qelp û bi zorê çêkirî dikin.
Loma Doza Kurd çiqasî girêdayî welatên ku Kurdistan di nav wan de hatiye dabeşkirin e, ji wiha zêdetir jî girêdayî navendên navdewletî ye. Ji ber vê yekê, çawa ku pirsgirêk bi xwe xwediya vê rehenda navneteweyî ye, bê guman çareseriya arîşeyê jî wisa ye. Ango çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê li paytextên dewletên neteweyên serdest ên deverê ye.
Jixwe heger ti girêdan û rehendeke Doza Kurd a navneteweyî jî nebûya, ji ber ku stratejiyên ku ji hêla her yekê ji van dewletan ve ji bo qirkirina Kurdan û guhertina demografiya welatê wan hatine meşandin, di çarçoveya sûcên navneteweyî de cih digirin, lewra divabû Kurdan ji bo xelasiya xwe bidana ser rêya çareseriyên navdewletî.Bi taybetî jî ezmûna 100 salên borî tekez kir ku Kurd li her parçeyekî her tim li ser rêya paytextê bûn û tiştek jî hasil nekirin. Berevajî vê yekê, ji bo înkarkirina hebûna Kurdan û ji holê rakirina nasnameya wan a niştimanî, herdem li paytextên van dewletên neteweyên serdest ên deverê, plan û bernameyên nû bi awayên cuda hatine danîn û meşandin.
Ji ber encama şerên deverê ji şerê 8 salî yê Îraq û Îranê heta dagirkirina Kuweytê û hilweşandina rejîma Sedam Hisên, tevgera siyasî ya Kurdî li Îraqê pir geş bû lê araste û faktorên navxweyî û derveyî yên ku Kurd ber bi Bexdayê dehifandin, Kurd xistin nav çarçoveyekê ku egerên liqalibdana wê ji derfetên vebûna wê zêdetir bin. Asta ku niha Kurd gihîştinê û tê payîn ku di siberojê de zext û fişarên li ser wan zêdetir bibin jî, encama vê vebijarkê ye ku wan Bexda wekî çareserî hilbijart.
Piştî ku Kurdan da ser rêya Bexdayê, ezmûna 20 salên bihorî yên reftar û tevgera Bexdayê li hember Kurdistanê, ji bo kesên xwedî hişmendiya siyasî zûtirkê nîşan da ku Bexda ne tenê ne paytexta çareseriyê bû, li dewsê çavkanîya gef û metirsiyên jidil ên li ser Kurdistanê ye jî.
Tiştekî bivênevê ye dema mirov çavên xwe bigire û li ser rêyekê bimeşe, yan dê bikeve yan jî dê serî wî li kelemekê bikeve. Ji bo Kurdan jî êdî dem venagere ku nedin ser rêya vebijarka çewt. Tişta ku niha Herêma Kurdistanê gihîştiyê, encama vebijarkê ye, lê ne dawiya rê ye. Ji jiyana asayî ya merivekî bigire heta bigihe civak û dewletan jî, aqilmendî ew e gava hest bi çewtiyê kirin, wê berdewam nekin û li rêya rast bigerin.
Çawa ku ji destpêkê ve xelk beşdarî hilbijartina vebijarkan nebûn û xwe radestî qedera serkirde û siyasetvanan kirin an jî ji hêleke din ve ji ber ku serkirde û partiyên siyasî ev qeder hilbijartin, loma niha jî erk di stûyê karakter û hêzên siyasî de ye ku Kurdan ji xwespartina bi qedera Bexdayê rizgar bikin ku mîna heyva çardeşevî zelal û eşkere ye çarenivîseke çawa li pêşberî Kurdan e, ger hevkêşeyên herêmî nola vêga avê têxin aşê Bexdayê.
Pêdiviya Kurdan pê heye ku li şokekê bigerin ku hevkêşeyê ji wan re berevajî bike. Ev şok jî ew e ku yan divê hevkêşeyên herêmî bi awayekî biguherin ku Bexda ji bo Kurdan nebe tunela mirinê, da ku Kurd li ser rêya Bexdayê berdewam bikin an jî bi tevahî pişta xwe bidin Bexdayê. Di siyasetê de her tişt mimkûn e, lê pêwîstî bi dîtina koda vekirina deriyan heye. Paşeroj wê tekez bike ka gelo şiyana siyasetvanên Kurd a dîtina ti kodekê heye yan wan jî wekî hemwelatiyên Kurd ên belengaz xwe radestî qedera xwe kirine.