Televizyon di 10 salên bê de

Bilind Newres

Televizyon wek navgîna medyayê ya herî bihêz di xurtiya xwe ya herî zêde de bû. Jixwe hêzdarîya televizyonê bû wiha kir ku radyo paşveçûneke mezin bike, rojname û kovar jî di çarçoveyên xwe de asê bimînin.

Lê piştî dorfirehbûna teknolojiya medyayî û medyaya dijîtal bi giştî gurzeke mezin li televizyonê ket, gurzeke ku beşeke wê ji hinavê televizyonê bi xwe derdikeve holê û beşeke wê ya din jî ji televizyonê cuda û serbixwe ye.

Li ser asta cîhanê pisporên biwarê medyayê xasma televizyonê di gengêşîneke berdewam de ne li ser siberoja televizyonê û derfetên ku dikare wek derfetên manê ji bo televizyonê werin mêzekirin. Li aliyê din alîgirên teknolojiya hejmarî ya medyaya dijîtal, li derfetên li pêşiya televizyonê wek derfetên temenkurt dinêrin!

Di vê navberê de modeleke din peyda bûye. Ew jî karakterên çêkirina naverokê ne yan kesayetiyên giştî (public figure) di hemû waran de ne. Van kesayetiyan înternet, medyaya dijîtal û medyaya civakî ji xwe re kirine amûr da bi rêya wan peyamên xwe yên taybet û giştî bigihînin xelkê. Lê xelkekê dorfireh û sînorbir. Wan ev yek jî bi rêya taybetmendiyên berfireh, hêsan û bilez ên medyaya dijîtal û medyaya civakî bi dest xistine.

Ev normên nû yên medyayê, xwe nola siberoja medyayê dibînin û hêza xwe di hejmara temaşevan û wergirên xwe de dibînin ku carinan bandora wan ji çend navgînên din ên medyayê, hinek televizyon jî di nav de, mezintir û dorfirehtir e!

Astengiyên li pêşiya televizyonê

Televizyon bi medyaya dijîtal û civakî re têkil hev bûye. Ev têkilhevî bi awayekî ye ku tevaya kanalên televizyonê kanal, pêgeh û malek li ser medyaya civakî ji xwe re ava kirine. Sedema vê yekê jî berfirehbûna bandora wan e da peyamên wan bigihin hejmara herî zêde ya mirovan.

Di lêkolîna zanistî ya dawî de ku ji hêla çend pisporên cîhanî yên warê medyayê hatiye pêkanîn û di konferansa medyaya dijîtal li Dubey hate pêşkêşkirin û pêgehên Facebook, YouTube, Instagram û TikTokê wek mînak hatibûn wergirtin, hate dîtin ku ji %60ê dîmenên vîdyoyê yên li ser kanalên medyaya dijîtal û civakî heman ew dîmenên vîdyoyê ne ku ji televizyonan têne wergirtin an hatine wergirtin û weşandin. Li hêla din, ji %40ê dîmenên din ji hêla kes, alî, şirket û saziyan ve hatine çêkirin û weşandin.

Arîşe ew e ku rêjeya televizyonê di daketinê da ye û yên din di bilindbûnê de ne!

Çareserî

Tişta ku televizyonê li meydanê xurt dihêle ˈnaverokˈ e!

Di 10 salên bê de rêgeza tikûtenê ku televizyonê bi xurtî û bandorker dihêle ji naveroka wan mijaran pêk tê ku di televizyonê de tên weşandin. Dibe ku bilindî û nizmiyên vê girîmaneyê jî hebin, lê qet guman tê de nîne ku naveroka baş bînerên baş dikişîne hêla xwe. Ev derfeta li pêşiya televizyonê ji bo manê derfeteke mezin e. Ji ber ku hertim televizyon sazî ye û kanalên wê yên bidestxistina agahî û zanyariyan gelek û berfireh in û dikare naveroka baş bi başî amade bike li gor agahî û daneyên ku bi destê xwe ve tîne yan digihin destên wê.

Ji aliyekî din ve, niha bi gelemperî şiyana dirustkerên naverokê ne mîna ya saziyeke nola televizyonê ye. Lewra bandorên wan niha di biwarekê de kom bûne û naçin ser biwarên cihêreng wek televizyonê.

10 sal ji girewa mana televizyonê re hatine danîn û rizgarkera televizyonê ji piştguhxistinê jî bi tenê naveroka wê ye û ka çi pêşkêşî xelkê dike.

Biwarê dirustkerên naverok û medyaya dijîtal û medyaya civakî jî roj bi roj di hilkişîn û mezinbûnê de ne û hinek kesayetên naskirî peyda bûne ku qasî televizyonekê karmend û medyavan li dora wan hene ji bo ku naveroka herî baş pêşkêş bikin û ji bo medyaya dijîtal û medyaya civakî amade bikin.

Heta 10 salên bê jî televizyonên qerase ne di nav de, yên dîtir şîyanên darayî yên zêde naxin xizmeta televizyonê, lê şax û paxên xwe diavêjin nav medyaya dijîtal û medyaya civakî bi heman naverok û bandorê, lê bi mesrefeke kêmtir û dahateke zêdetir.

Lihevhatin ew e ku 10 sal li pêşiya televizyonê mane ji bo manê. Di wê demê de, yan dê xwe pir tekûztir bike û medyaya dijîtal û medyaya civakî bixe xizmeta xwe yan dê li çok bibe û ew jî bibe beşek ji atmosfera medyaya dijîtal û medyaya civakî û dawî lê tê.