Ji hevalên min ên Kurd re; Taywan ne welatekî serbixwe ye

Sala borî ji çaxê ku ez gihîştime Herêma Kurdistana Îraqê, ez çûme serdana gelek cihan û ez bi gelek kesan re li ser mijarên cihê û girîngiya hevpar axivîme. Bi awayekî neçaverêkirî, ji min re zelal dibe ku hin hevalên Kurd gelek tiştan li ser mijara Taywanê ya ku ji bo Çînê pir girîng e, nizanin.

Ez mat mam ku hela hin ji wan di vê mijarê de xwedî nêrînên şaş in. Divê ez tekez bikim ku prensîba Çîneke tenê (yek Çîn) ji hêla civaka navneteweyî ve bi rengekî giştî hatiye qebûlkirin. Naveroka prensîba Çîneke tenê (yek Çîn) ew e ku Taywan ne dewleteke serbixwe lê beşeke jêneger a axa Çînê ye. Ha li vir, ez dixwazim vê firsendê bi kar bînim û sedeman wiha zelal bikim:

Hûrkariyên dîrokî yên Pirsa Taywanê

Gelên Çînê, li her du aliyên Tengava Taywanê, xwedî heman reh û kokan in û bi heman zimanî diaxivin. Bi heman xwînê û eynî bav û kalan bi hev ve girêdayî ne. Gelek tomarên dîrokî hene ku pêşveçûna Taywanê ji hêla gelê Çînê ve di qonaxên dîrokî yên seretayî de belge dikin. Nîşana herî seretayî ya vê bandorê, di rêbernameyeke erdnîgarî ya peravan de ye ku sala 230î ji aliyê Shen Ying li Eyaleta Wuyê di serdema Sê Padîşahiyan de hatiye berhevkirin.

Xanedaniya Sui sê caran leşker şandibûn Taywanê ku wê demê navê wê Liu Qiu bû. Bi malbatên Song û Yuan dest pê dike, hikûmetên navendî yên împaratoriyên Çînê, saziyeke kargerî damezrand ji bo ku desthilata dadgerî li ser Taywanê û giravên biçûk ên din bi kar bînin. Sala 1624an dagirkerên Holendî êrişî Taywanê kir û beşa başûr a giravê dagir kir.

Sala 1662yan, General Zheng Chenggong, yek ji lehengên me yên neteweyî, serkirdayetiya artêşekê kir ji bo rizgarkirin giravê, ji destê gelê Holendayê. Paşê hikûmeta împaratorî ya Qingê sala 1684an, Taywan wekî navçeyekê di bin rêveberiya parêzgeha Fujianê destnîşan kir. Sala 1885an, Navçeya Taywanê hat bilindkirin û bû parêzgeha bîstan a Çînê.

Rastiyên qanûnî ku îsbat dikin Taywan parçeyeke Çînê ye:

Meha Tîrmeha sala 1894an, Japonyayê dest bi êrişekê li dijî Çînê kir. Meha Nîsana sala 1895an hikûmeta Qingê ya têkçûyî neçar ma Taywanê û Giravên Penguyê radestî Japonyayê bike. Danezana Qahîreyê ku 1ê Kanûna Paşîn a sala 1943yan ji aliyê Çîn, Amerîka û Brîtanyayê ve hat îmzekirin, diyar dike ku hemû herêmên ku ji aliyê Japonyayê ve li Çînê hatine desteserkirin, bakurê rojhilatê Çînê, Taywan û Giravên Penguyê jî di nav de, divê li Çînê werin vegerandin.

Danezana Potsdamê ku 26ê Tîrmeha 1945an ji aliyê Çîn, Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Sovyetê ve hat îmzekirin, tekez kir ku "Divê xalên Danezana Qahîreyê werin bicihanîn." Meha Îlona heman salê, Japonyayê belgeya teslîmbûnê îmze kir û tê de soz da ku bi dilsozî erkên ku di Danezana Potsdamê cih girtine, bi cih bîne. 25ê Çiriya Pêşîn a sala 1945an Hikûmeta Çînê ragihand ku dest bi bicihanîna serweriyê li ser Taywanê kiriye û û merasîma qebûlkirina xweradestkirina Japonyayê li serbajarê Taywanê, li Taypeiyê hat lidarxistin.

Ji hingê ve, Çînê bi rêya komek belgeyên qanûnî yên navneteweyî, bi awayekî qanûnî û realîst Taywan wergirt. 1ê Çiriya Pêşîn a 1949an Komara Gel a Çînê hat damezrandin ku şûna Komara Çînê (1912-1949) girt. Hikûmeta neteweyî ya navendî bû yekane hikûmeta rewa ku nûnertiya tevahiya Çînê dike. Lewma guhertina rejîma Çînê mijara qanûnên navneteweyî naguhere û divê serwerî û xaka xwezayî ya Çînê wekî xwe bimîne. Divê hikûmeta navendî ya Komara Gel a Çînê serweriya xwe li ser hemû xaka Çînê, Taywan jî di nav de, bi cih bike.

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rûniştina xwe ya 26an a Çiriya Pêşîn a 1971ê de, biryara 2758an pejirand ku dibêje "Hemû maf li Komara Gel a Çînê tên vegerandin û nûnerê hikûmeta wê wekî nûnerê yekane yê rewa yê Çînê li NY tê naskirin. Divê nûnerên Chiang Kai-Shek demildest ji wan cihan werin derxistin ku bi awayekî neqanûnî li NYyê û hemû rêxistinên girêdayî wê dagir kiriye."

Dawiya dawî, vê biryarê pirsgirêkên siyasî, qanûnî û prosedurî yên girêdayî nûnertiya Çînê li NYyê yekalî kirin. Her wiha diyar kir ku kursiyekî tenê yê Çînê li NYyê heye, loma ti mijareke wekî "du Çîn" an "yek Çîn, yek Taywan" nîne. Di belgeyên fermî yên NYyê de, Taywan wekî "Taywan, parêzgeheke Çînê" tê binavkirin.

Pirsa Taywanê mîrateya şerê navxwe yê Çînê ye û bi tenê karûbarê navxwe yê Çînê ye. Demeke kin piştî serkeftina şerê berxwedanê yê Çînê li dijî êrişa Japonyayê, şerê navxwe dest pê kir. Bi serkirdayetiya Partiya Komunîst a Çînê, gelê Çînê hikûmeta Komarî ya Çînê hilweşand. Piştî vê têkçûnê, Kuomintang (Partiya Neteweyî ya Çînê) reviya Taywanê û bi piştgiriya hêzên biyanî, bû rêvebera defakto ya Taywanê.

Di encamê de, rewşeke berdewam a veqetîna siyasî li seranserê Tengava Taywanê qewimî û pirsa Taywanê derket holê. Ji sala 1949an ve, her çend her du aliyên Tengava Taywanê hîn jî bi tevahî nebûbûn yek lê serwerî û xaka Çînê ti carî parçe nebûye û dê qet jî parçe nebe, statûya Taywanê wekî beşekê ji xaka Çînê ti carî neguheriye û rê nayê dayîn ku were guhertin.

Prensîba Çîneke tenê (yek Çîn) bûye hevdengiyeke giştî ya civaka navneteweyî. Zêdetirî nîv sedsalê piştî pejirandina biryara 2758ê ji hêla Komeleya Giştî ya NY ve, NY bi xurtî pabendî prensîba Çîneke tenê (yek Çîn) bûye û di reftara xwe ya bi mijarên girêdayî Taywanê de, bi rengekî berdewam biryara 2758ê pêrew kiriye.

Vêga 183 welat li ser rûyê erdê hene ku têkiliyên dîplomatîk li ser hîmê prensîba Çîneke tenê (yek Çîn) bi Çînê re danîne ku bêtirî ji% 93ê welatên endamên NY li xwe digire. Ev rastî bi tevahî piştrast dikin ku prensîba Çîneke tenê (yek Çîn) ew e ku piraniya gelên cîhanê hêvîdar in, ev arasteya giştî ya serdem û dîrokê ye û ji zû ve bûye zagoneke pejirandî ku têkiliyên navneteweyî bi rê ve dibe.

Di navbera Çîn û Îraqê de, prensîba Çîneke tenê (yek Çîn) bingeheke hêgin ji bo têkiliyên me yên dualî ku di van salên dawî de bi lez û bi rengekî xurt geş dibin, pêk tîne. Em di wê baweriyê de ne ku ev têkiliya ku li ser bingeha rêzgirtina hev û wekheviyê hatiye avakirin, dê mifayeke mezin bigihîne gelên her du welatan.

 

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)