Trajediya sirgûniya Kurdan - Beyrût dişewite û em bê dewlet in

Şemîya borî, 23yê Çiriya Paşîn a 2024an, mûşekekê stargeha malbata min a li Beyrûtê hilweşand. Mala me êdî li ser lingan nîne, di şerekî ku ne yê me ye de bûye kavil. Malbata min û ez sax in, gotineke ku zêdetir wekî mucîzeyekê ye, ne rastiyekê. Lê belê, bi her bêhnkişandina me, ez bîr dibim ku tenê jiyîn êdî ne bes e.

Em Kurd in, ne çekdarên Hizbulahê ne. Em welatiyên asayî ne, di tora nakokiyên ku me çênekirine de asê mane. Lê dîsa jî, em bihayê wê didin. Malbata min ne alîgirê ti aliyên vê kaosa bêdawî ye lê jiyana me bi biryarên hêzên ji me dûrtir ve girêdayî ye. Vê mûşekê bi taybetî em armanc negirt lê li cihê ku hertim me diêşîne xist: hesta ewlehiyê ya nazik a ku me di sed salên koçberiyê de ava kiriye.

Bê dewlet lê hertim armanc

Ev kêlî ne tenê ye, ew nîşana wateya jiyana bê delet e . Sed sal koçberiyê malbata min hînî hunera berxwedanê ya bi êş kiriye. Wekî gelek Kurdan, em ji axa xwe ya bav û kalan a li Kurdistana Bakur (Tirkiyeya îroyîn) reviyan, ji ber sînorên kolonyalîst ên ku serweriya me red kirin. Beyrût bû mala me ya duyemîn, bajarekî zindî û birîndar, pêşwazîker lê bêrehm.

Lê Kurdbûn di sirgûnê de paradoksek e. Em di cudahiya xwe de xuya ne û di bêdelatiya xwe de nexuya ne. Dema ku mûşek li mala me ket, ti hikûmeta Kurdistanê tunebû ku em serî lê bidin, tu balyozxane tunebû ku em starê jê bixwazin. Di şûna wê de, em wekî hertim bi tenê man û cîhanê bêdeng temaşe dikir.

Barê sirgûnê

Bi dehsalan, malbata min li Beyrûtê jiyanek ava kir, kevneşopiyên Kurdan tevlî çanda civaka Libnanê kir. Em Kurd in ku bi Erebiya Libnanî diaxivin, me bedewî û wêraniya vî bajarî dîtiye û me ti carî dev ji hesreta Kurdistanê bernedaye. Lê hesret dîwarên ku li ber mûşekan bisekinin ava nake.

Beyrût bajarek e ku ji rûniştvanên xwe berxwedan dixwaze û Kurd ne xerîbê vê daxwazê ne. Lê belê, vê berxwedanê bihayekî wê heye. Em barê koçberiyê û xema ketina nav şerên ku me hilnebijartine hildigirin. Windakirina malekê di şerekî ku te hilnebijartiye de ne tenê trajedî ye, ew absurd e.

Rewşa Kurdan: Gelekî bê dewlet

Ya ku îro bi malbata min qewimî ne tenê trajediyeke şexsî ye, ew mînaka rewşa Kurdan e. Bêwelatî zêdetir ji sedsalekê ye me pênase dike. Wê em bêparastin, bêstarî û li ber dilovaniya sîstemên ku hebûna me nas nakin hiştine. Tê wê wateyê ku çi li Beyrûtê, çi li Diyarbekirê, an jî li Berlînê bin, em ti carî bi rastî ne li mal in.

Ev ne cara yekem e ku malbata min rû bi rûyê windahiyê dibe, ne jî dê ya dawî be. Ji zilma li ser Kurdan li Tirkiyeyê heta tundiya li Sûriye, Îran û Îraqê, dîroka me bi çerxa bêrawestî ya koçberiyê hatiye nîşankirin. Îro Beyrût e. Sibê, dibe ku devereke din be. Heya ku welatekî me yê ku em bang bikinê nebe, gelê Kurd dê wek rêwiyên li pey stargeheke ku nayê hilweşandin bigerin bimîne.

Bangek ji bo çalakiyê

Ji Kurdên min ên li seranserê cîhanê belav bûyî re: Bila ev dem biryardariya têkoşîna me bîne bîra me. Divê em ne tenê di xemê de lê di armancê de jî bibin yek. Doza me ne tenê siyasî ye, ew kûr mirovî ye. Ew der barê misogerkirina ku ti zarokên Kurd bê parastina welatekî mezin nebin ku ti malbatên Kurd bi tenê nemînin da ku li ser windakirina mala xwe şînê bigirin.

Mûşeka ku li mala min ket ne tenê dîwar hilweşandin, wê xeyala ku sirgûn bes e jî hilweşand. Em demeke dirêj hatin hînkirin ku em xwe biguncînin, tevlihev bibin, bijîn. Lê jiyan bê serwerî nîv-jiyan e. Wextê wê hatiye ku em zêdetir bixwazin, mafê hebûna wekî gelekî bi rûmet û ewlehî bixwazin.

Beyrût dişewite û dilê her Kurdekî sirgûnkirî jî pê re dişewite. Lê ji vê agirê, bila em hêzê bigirin. Bila em bîr bînin ku bêwelatiya me ne qeder e, ew rewşek e ku dikare û divê were guhertin. Tenê hingê em dê bi rastî azad bin.

Sirgûna me birînek e ku heya Kurdistan ranebe, dê sax nebe.