Nameyek ji Kurdistanê

Ji ber hinek projeyên li ser mafên mirovan, dermankirina qurbaniyên terorê û lêkolînan, ez niha hinek rojan li Kurdistanê derbas dikim. Wek her caran dema mirov digihije Hewlerê, hestên ku mirov tê axa bav û kalên xwe, hestên mirov bilind dibin. Mirov, an jî ez, nîv xerîb û nîv ji malê xwe hîs dikim.

Mirovên xerîb ku li firokexaneya nûjen ya Hewlerê kar dikin, hîsa xerîbiyê zêde dike. Rêyên taze, trafîka bi kontrol û rêkûpêk, bajarê Hewlerê bi gelemperî, mirov serbilind dike. Lê mîmarî wek metropolên din yên Rojhilata Navîn tevlîhev, kêm orjînal û taybet e. Kela Hewlerê û bazara wê bîranîna dîroka kevn û keleporiyê şiyar dike.

Serkirdeyên kurd ku me dîtin, çiqas bi germiyeke mezin em pêşwazî jî kirin, li gorî salên derbasbûyî “zêde profesyonel û wek protokola dîplomasiyê“ kar dikin. Ew wiha hinekî ji mirov û mijaran dûr tên xuya kirin. Bi salan me serkirde û siyasetvanên kurd li Kurdistanê rexne dikir ku ne “profesyonel in“, îro jî ez dinivsînim çima zêde “profesyonel in“. Ev çi nakokî ye?

Ez vê jî bêjim, serkirdeyên kurd li himberî me û koma me ya fermî gellekî baş, di her mijaran de bûn arîkar û herdem şanaziyek û dilgermiyeke mezin nîşan dan. Lê jiyaneke wiha ya xweîzolekirî ya serkirdeyên kurd, hinekî wan ji gelê kurd dûr dixe. Ez di vê mijarê de ji bo siberojê pirsgirêkan dibînim.

Bêguman karê îdarekirina dewletekê ne wiha hêsan e û xêrxwaz û xêrnexwaz gellek in. Herwiha jî terorîst gellekî nêzîk in. Çiqas li Hewlêr, Silêmanî an jî Duhokê rûyê şer ne zêde diyar be jî, Kurdistan di nav şerekî giran de ye. Agahiyên li ser şehîdên kurd, rewşa penaberan û koçberiyê siyeke giran, hinekî veşartî, berdaya ser Kurdistanê.

Ev siya giran min ligel Êzdiyan li Duhoke û Lalişê jî dît. Meclisa Ruhanî li Lalişê di bin kul û derdên xwe de winda dibe. Bavê Şêx behsa tifaqê û yekîtiyê dike û di her hevoka xwe de pirs dike çima wan terorîstan wiha li me, bi taybetî li  keç û jinên me, kirin? Bersiv tine. Cimaeta wan bêdeng û şikestî ye…

Li Lalişê qewalekî xwe nêzî min kir û got “xwezî wan em bikuştana, bila serê me jêkirbana, lê ev bêrûmetî nabe!“ Mirovekî wek şêrekî kir nekir nikarîbû hestirê xwe rawestîne, serê xwe nizim kir û ji şerma xwe nezanîbû ku çi bike. Me hev hembêz kir û em li ser hev giriyan. Kurdistan xemgîn e!

Rast e, millet karê xwe yê rojane dike, lê herdem haydar e, hinekî “melûl“ û xemgîn e. Şer û pêşerojeke ne diyar bandora xwe li ser atmosfera jiyanê dike.

Pirsgirêk gellek in. Li kampên penaberan her roj mirov têkoşina li ser jiyanmayinê didin. Çiqas alîkarî were jî, ev têr nake. Bi sedhezaran mirov bê cih û war, bê hêvî ne. Bi sedhezaran hewl didin, naxwazin li ser serboriyan fikirin, lê Mûsil, Kerkûk û Şengal, sînorê însanetî û wehşiyetê li ber hev rawestiyane. Di vê rewşê de aramî, dilxweşî û şahî zehmet in.

Tiştekî din jî bala min kişand. Ewropî û dewletên din çiqas bi dilekî pak jî bixwazin alîkariya Kurdan bikin, bi hewldan, gera xwe di nav kampan de, lê bêyî kişandina wêneyan alîkariyê nakin. Ev rihê gelê me ji bedenên wan dikişîne. Elî ku li kampeke nêzî Duhokê di nav çadirekê de dijî, wiha dibêje:

“Her roj mirovên xerîb tên, wêneyên me dikişînin, dilê xwe bi me diêşînin.“

Bi qehr û hestan wiha dom dike: “Ma em bûnê heywanên çolanî ku xistina nav bostanan û wêneyên me dikişînin? Cavên zarokên me mezin dibin, wek parsekan, dû wan ewropiyan dikevin û hevî dikin Dolarekî an jî benîştekî bigirin. Ev nabe keka!“

Di hevdîtinên me de dîplomatên gellek welatan bi serbilindiyeke mezin û rêzdarî behsa Kurdistanê dikin. Ew behsa mêraniya kurdan û serkeftinên wan yên siyasî û aborî dikin. Ji bo wan Iraq tiştek e û Kurdistan tiştekî din e. Dîplomatekî bilind ji Ewropayê wiha got: “Şerê li dijî DAIŞê tenê seetekê ji me dûr e. Lê ez qet natirsim. Çima? Ji ber ku ez baş dizanim eger ev terorîst nêzîkî Hewlerê bibin, yek milyon kurd wê me biparêzin. Ez dizanim ku kalepîrekî kurd yê 80 salî wê keleşkofa xwe bigire û me biparêze. Li dinyayê ji bo me misogeriyeke ewlekariyê wek li Hewlerê, bi wan mirovên jîr û çak tine.“ Axaftina xwe wiha dom kir: “Ez li Hewlerê gellekî rihet radikevim.“