Divê Rojava şaşiyên Başûr dubare neke

Başûr û Rojavayê Kurdistanê di dîroka gelê Kurd de du ezmûnên nû ne. Du nîvqewareyên hikumdarî û xwerêveberiyên serbixwe yên Kurdî ne ku ne dewletên serbixwe ne ne jî rêveberiyên girêdayî û dûvelankên navenda desthilata dewleta neteweya serdest in. Ev yek di dîroka gelê Kurdistanê de ezmûneke bêmînak e.

Her du jî encama rewşeke herêmî û navdewletî ne. Ya yekem, Herêma Kurdistanê di dehsaliya dawî ya sedsala bîstem de bi sedema guherînên ku ji şerê Kendavê derketin, bi piştgiriya civaka navdewletî li ser beşeke erdnîgariya Başûrê Kurdistanê wekî rewşeke defaktoyê hate damezrandin.

Ya duyem jî bi sedema encamên Bihara Erebî di dehsaliya yekem a sedsala bîst û yekê de, bi piştgiriya civaka navdewletî li ser beşeke erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê hate avakirin.

Piştî hilweşîna dewleta Medan, ji bilî hin mîrnişîn û mîrekiyên Kurdan, derfeteke din a xwerêveberiyê ji Kurdan re nehat peydakirin ku ji bo demeke dirêj û di sînorekî berfireh ê erdnîgariya xwe de, rêveberiya xwe bikin.

Mîrnişîn û mîrekî jî girêdayî û dûvelankên rasterast ên her du desthilatên Osmanî û Sefewiyan bûn. Di baştirîn rewşê de jî eger di qonaxekê de karîbûn xwe ji girêdayîbûnê rizgar bikin, wekî ku Şêx Riza dibêje, (tê bîra min Silêmanî ku paytexta Baban bû, ne bindesta Eceman ne jî suxrekara Osmaniyan bû) lê rêveberiyeke herêmî bûn, derfet û mecala wan nebû ku bibin qewareyeke serbixwe li Kurdistanê. Lê ev her du ezmûnên nû yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bingeha wê yekê di her duyan de jî hebû ku eger bi hev re bûna yan bi cuda cuda, derfetên ku ji wan re hatine peydakirin bikin qonaxeke veguhêz ber bi dewleta Kurdistanê ve.

Her çend ji aliyê dîrokî û ji aliyê erdnîgarî û qebareya rûniştvanan û qewareya siyasî û dezgehî ya dewletî ve jî ezmûna Başûr berî ya Rojavayê Kurdistanê bû lê hem di rabirdûyê de gelek derfet ji dest dan û hem jî ji bo paşerojê şansê wê kêmtir bûye ji wan derfetên li ber Rojavayê Kurdistanê hatine vekirin.

Digel wekhevbûna her du ezmûnan lê ji gelek aliyan ve cuda ne yan jî em dikarin bibêjin bi awayekî cuda rewşa ku ji bo her du beşan hatiye misogerkirin îdare kirine.

Cuda îdarekirin jî şans û derfetên cuda ji wan re çêdike. Herêma Kurdistanê wekî qewareyekê li ser asta navxweyî ya Îraqê û herêmî û navdewletî jî hatiye naskirin. Reftara fermî û rasterast pê re tê kirin.

Rojavayê Kurdistanê wekî rewşeke defakto bi sedema rewşa navxweyî ya Sûriyeyê, li ser erdnîgariyeke diyarkirî, cihgirtî ye lê ne li ser asta navxweyî û herêmî û ne jî li ser asta navdewletî, wekî qewareyeke naskirî reftar pê re nayê kirin lê şansê serkeftina Rojavayê Kurdistanê ji yê Başûrê Kurdistanê zêdetir e.

Di ketina rejîma Sedam de, derfeta Başûrê Kurdistanê hebû ku bide ser rêya serxwebûnê lê teslîmbûn hilbijart. Di hikumdariya Kurdistanê de jî di navçeyeke bi dîktatoran dorpêçkirî de, şansê wê hebû bi pêşkêşkirina modeleke cuda ya hikumdariyê, wêneyeke cudatir bixe ber çavên cîhanê lê di vê yekê jî de bi ser neket.

Rojavayê Kurdistanê, digel wê goşegiriya ku ji wan re hatiye çêkirin, di pêşkêşkirina nimûneyeke cuda ya hikumdariyê de, karîne modeleke cudatir ji rêveberên navçeya derdora xwe bixin ber çavên cîhanê. Di awayê reftara wan bi pêkhateyên olî û etnîkî yên cuda re, beşdarkirina wan di rêveberî û hevbeşiya siyasî de, bi ser ketin. Ji aliyê îdarekirina kerta enerjî û dahata darayî ve, ti xaleke neyînî li ser wan nehatiye tomarkirin.

Berevajî Herêma Kurdistanê ku li ber çavên navendên ragihandin û cîhanî de nav û dengekî xirab jê re çêbûye di gendelî, bêdadperwerî û bertengkirina azadiyê de, Kurd dibêjin (meymûn bi xwe bêhal bû, rabû bi sorikan jî ket!) Başûrê Kurdistanê jî bi wê nav û dengiya xirab ve vêga navê wê dike here nav rêza welatekî wekî Efxanistanê ji bo transîta madeyên hişber.

Hatina DAIŞê jî digel wê hemû qurbaniya Şingalê û hêza Pêşmerge, derfeteke din ji Başûr re berdest kir da ku wekî wêneya gelekî qehreman derkeve û dergehên cîhanê zêdetir li ber vebin. Di rastiyê de jî bi xwîna wan hezaran qurbaniyan û bi têkoşîn û canfîdayiya Pêşmerge, karî efsaneya DAIŞê têk bibe.

Lê ev nebû wêneya rastîn a Başûrê Kurdistanê, bi sedema refara hin berpirsên xayin û gendel û çavçinok, raporên dezgehên îstixbarat û ragihandinê tijî bûn ji mijar û çîrokên qaçaxçîtî û bazirganîkirina bi petrolê û bazirganîkirin bi DAIŞê re û tewra hate gotin ku ew çekên ku hevpeymanan jî didan hêza Pêşmerge, hin ji wan bi DAIŞê hatin firotin.

Her wiha hatina DAIŞê ew derî jî ji Başûr re vekir ku hevpeymaniya navdewletî çek û kelûpelên pêşkeftî yên leşkerî bide hêza Pêşmerge, rahênan û çekdarkirina wan bigire stûyê xwe da ku Herêma Kurdistanê bibe xwedî hêzeke çekdar a wisa ku karî rûbirûbûna her gef û metirsiyekê bike ku were ser Kurdistanê.

Tekane mercê wan jî ew bû ku herêm pabend bibe bi wê yekê ku yek hêza çekdar a niştimanî hebe lê di vê yekê de jî ne tenê bi ser neketin û hêza Pêşmerge hev negirt, li şûnê, wêne ji hêza du partiyan veguherî bo hêza ser bi karakterên siyasî.

Lê wêne ji bo Rojavayê Kurdistanê bi awayekî din e, li wir tu berpirsekî qaçaxçî yê çavçinok nebû sedema windakirina xwîn û keda şervanan. Keç û kurên cangorî yên Rojava bûne wêneya efsaneya Kurd, bûne destan, wekî çîroka nebezî û berxwedanê, niha di sînemayên Ewropa û Amerîkayê de, di dehan fîlmên sînemayî de nola sembola DAIŞşikên bi berfirehî tên weşandin.

Di wê yekê de jî nimûneyeke serkeftî bûn ku nehiştin du hêzên çekdar çêbibin, tewra êl û eşîrên Ereb û Tirkmenên ku di navçeyên bin desthilata Rojavayê Kurdistanê de bûn û dijî teror hatibûn çekdarkirin, hemû xistin bin yek fermandariya hêza çekdar û hevpeymanan û di serî de jî Amerîka erkê rahênan û çekdarkirina wan girte stûyê xwe.

Rengvedana van cudahiyan bûne derfeta serkeftineke mezin ji bo Rojavayê Kurdistanê. Niha cîhan ji bo paşeroja Kurdan xewn û hêviyên wan li ser Rojava ye ne Başûr ku nedibû hevkêşe bi vî awayî bûya.

Kurt û Kurmancî, Rojavayê Kurdistanê heya niha baş aniye, li kêleka wê yekê ku li ser erdê bi dest xistine, li ser asta navdewletî jî karîne çavên baldariyê ji bo xwe rakêşin.

Di erdnîgariyekê de ku hevkêşeya wê mehkûm e bi nakokî û milmilaneya Rûsya, Amerîka, Îran, Sûriye, Tirkiye û PKKyê. Di nav erdnîgariyê de jî çendîn komên çekdar û siyasî yên cuda cuda û ol û etnîkî cuda, bi awayekî reftar digel wê rastiyê kirine ku bûye xaleke bihêz ji bo pejirandina Kurdan wekî defakto li navçeyê.

Tiştê dimîne plana Rojavayê Kurdistanê ji bo piştî Esed e ku roja 8ê vê mehê bi sedema êrişa komên ser bi Heyeta Tehrîr El Şamê, roja hikumdariya malbata Esed ku zêdetirî nîv sedsalê bû bi awayekî dîktatorî Sûriyeyê hukim dikir, ava bû.

Girîng e Kurd li Rojavayê Kurdistanê şaşiyên Başûrê Kurdistanê dubare nekin, bi taybetî divê xwe bi qurbana yekparçeyiya axa Sûriyê nekin û xewna Kurdan bi navendê ve girê nedin.

Li Başûrê Kurdistanê, çarenûsa Kurdan kirin qurbaniya yekparçeyiya axa Îraqê. Nabe li Rojavayê Kurdistanê jî bi hincet û bafika biratiya Kurd û Ereban û biratiya gelan, derfeta Kurdan beravêtî bibe.

Kurd ne birayên kesên din in, divê Kurd birayên xwe bin. Divê planeke wan a zelal, eşkere û mêrxasane hebe ji bo avakirina dewleteke serbixwe ji bo Kurdistanê li ser wê erdnîgariya ku dikarin tê de rêveberiyê bikin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)