Dîplomat û cengawer
Umer Nuredînî
Bi dirêjahiya dîrokê, di dewletdarî û avakirina pêwendiyên di navbera dewlet, gel û neteweyan de, di hevrikiyên navdewletî û beralîkirina wan de; du karakterên sereke bi roleke mezin rabûne, ew jî (dîplomat û cengawer) in.
Di wê dîrokê de, bêhtir cengawer û leşker wek amaje ji bo hêza leşkerî bi rola yekalîker rabûne. Lê heke tişta bi tifing û xwîna cengaweran tê bidestxistin, bi rêya dîplomatên tekûz û şareza neyê parastin û sermayeguzarî pê neyê kirin, hingê ked dibe ziyan û vala diçe.
Di cîhana dijîtal a îro de, rola dîplomat wek amaje ji bo hêza nerm û karîna aqilî û samanê hizirî û sermayeya ziman û diyalogê, heke ji hêza serbazî û cengawer ne zêdetir be, bê şik ne kêmtir e jî.
Yek ji kûrahiyên stratejî ku qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji roja ji dayik bûye û heya îro ji bo man û geşedana xwe hêz jê wergirtiye û werdigire, ji piştevanî û pêgeha navdewletî û pêwendiyên derveyî yên zindî, berfireh û cihgirtî pêk tê.
Di vê qada giring a siyasetê de, Nêçîrvan Barzanî nimûneya dîplomatê rekorşikîner, livok, avaker û xwedî berhem e. Dîplomasiya wî di aliyê dariştin, siruşt, naverok û formê de xwedî çend taybetmendiyan e wek: Piralîtî, hevsengxwazî, livîna di dema kêrhatî de, terefdarî û amadebûna Herêma Kurdistanê di mijarên şer û aştiyê de, di armancê de realîst û di nîşandana helwestê de îdealîst , guhertina kirîzan ji bo firsend û derfetan, avakirin û xweberhemanîn, nerm û qayîm, rastgo û bawerdar, berjewendî, tevger û karê hevpar.
Bandoreke mezin a vê dîplomasiyê hebû li ser mana Herêma Kurdistanê û derbaskirina kirîz û qeyranan. Herwiha derbaskirina qebxwestin, gef û metirsiyên ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê bûn, xasma di dema şerê DAIŞê, bûyerên 16ê Oktoberê û serdema webaya koronayê de. Wexta ku bi sedema siyaseta mezhebî ya dexes, berteng û cudahîxwaz di sala 2017an de dorpêça aborî, bejayî û ezmanî bi sertî li ser Herêma Kurdistanê hatin meşandin, piraniya dergeh û pencereyan di rûyê wê de hatin girtin û hest û bêhna xeniqînê seranserî welêt vegirtibû, zîrekî û çalakiya dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî ew hemî dorpêç şikandin û hest û bêhna xeniqînê guherand û kir hest û bêhna jiyan, man û rabûnê.
Vêga serdana Nêçîrvan Barzanî bo welatê Brîtanya, cûre û asta hevdîtin û civînên wî bi serokwezîr û wezîrên derve û bergirî û Civata Lordan re, xelekeke din a giranbiha ya wê zincîra çalakiyên dîplomatîk e ku di dema îsal de encam dane û dixuye dê di siberojê de hin xelekên din jî bi dû de werin.
Divê em hemî li wê rastiyê mikur werin ku Brîtanya hema hema bi hêsanî û jixweber bi vê şêweya layiq û ronîdar pêşwaziya serokê herêmê nake. Lê belê ev akama ravekirin û nirxandin û proseya li bêjing xistineke hûr û piralî ye, nîşana hebûna guherîneke erênî di siyaseta derve ya Brîtanyayê li hember Herêma Kurdistanê de ye.
Giring e ku ev guherîn neyê terkandin û kar li ser were kirin bi rêya gera li caba çend pirsan: Çi hişt Brîtanya têkiliyên xwe bi Hewlêrê re di bin çavan re derbas bike û bi vê şêwazê û li ser vê astê pêşwaziya serokê herêmê bike? Divê çi were kirin ji bo ku ev civîn û hevdîtin bibin sedema pêşxistina pêwendiyan û pêkanîna berjewendiyên hevpar ên her du aliyan? Pêwîst e Herêma Kurdistanê çi bike ji bo ku pêwendiyên wê bi Londonê re bi başî bimînin? Nerîn, araste û regezên nû di siyaseta derve ya Brîtanyayê de li hember Rojhilata Navîn çi ne û Herêma Kurdistanê çawa dikare xwe bi wan re biguncîne?