Neteweperestî gefan li Yekîtiya Ewropayê dixwe
Di dawiyê de encamên hilbijartinên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi fermî hatin ragihandin û nexşeya hêzên siyasî yên mezin ên Ewropayê eşkere bû.
Ev nexşe rê dide me ku em, dûrî hestên xwerû yên her yekî ji me ku hewl dide Ewropayê li gorî xeleka xwe ya civakî ya biçûk bixwîne, têkiliyên hêzê wekî ku hene bibînin û fêm bikin ku gelek guherînên mezin li Ewropayê qewimîne û êdî Ewropaya 2024an ne heman Ewropaya dema derketina ji Şerê Cîhanê yê Duyem e û guherînên civakî, siyasî, çandî û aborî ewqasî mezin in ku hema hema bandor li her tiştî kiriye.
Di asta civaknasiya siyasî de ji bo ku em encaman bi hêsanî fêm bikin, ez dê tevahiya hêzên siyasî di çar kategoriyên sereke de top bikim.
Yekem, tevî hemû cudahiyan, ez dê tevahiya partiyên ku xwe wekî çep pênase dikin, di çarçoveyekê de bi cih bikim. Ez dê ji koma duyem re bibêjim muhafezekar, ji ya sêyem re neteweperestiya tundrew û ya çarem jî lîberal.
Li derveyî van her çar kategoriyan, dibe ku hin partiyên din ên biçûk hebin ku di van çarçoveyan de cih nagirin lê ji ber rêjeya kêm a kursiyên xwe nikarin ti bandorê li ser rêgezên mezin bikin.
Çepên Ewropayê
Hemû komên ku xwe wekî sosyaldemokrat, sosyalîst, komunîst, antî-kapîtalîst û tewra jîngehparêz pênase dikin di koma çepgiran de cih digirin. Li ser astên cuda cuda, her yek ji van koman ji bo hin nirxên gerdûnî yên ku xwe di ser reng û reh û kokên civakî, çandî, etnîkî û olî re diqevêzin, têdikoşe. Li nik her komê, girîng e programên ku bicihanîna van nirxan misoger dikin werin meşandin.
Kîjan nirx? Nirxên ku ez dabaşa wan dikim ev in: Dadmendiya civakî û wekhevî, parastina mafên karkeran, hevkariya civakî, beşdariya çalak a welatiyan di pêkanînên demokratîk de, parastina jîngeh û enerjiya paqij, aştiya cîhanî, guhdana bi perwerde, çand û tenduristiyê.
Ji tomeriya 720 kursiyên ku ji bo Parlamentoya YEyê hatine destnîşankirin, ger em tevahiya dengên hemû partiyên çep berhev bikin, hejmara wan dê bigihîje 224 kursiyan, ango dê di Parlamentoya Ewropayê de bibin hêza yekemîn.
Ev rêje nîşaneke girîng e ku heya niha û tevî hemû guherînên di têkiliyên hêzê de, dengê çepgiran û cemawerê wan hîn jî xwedî kûrahiyeke mezin û dorfireh e û dikare bandorê li rêgezan bike.
Lê arîşe ew e ku çarçoveyeke fermî nîne ku van hemû hêzan wekî komeke yekgirtî ya parlamentoyê, wekî gewdeyekî dînamîk berhev bike. Ev jî wer dike ku ev 224 kursî di nav çend lîste û koman de bên dabeşkirin û herdem li hemberî blokên din qels xuya bikin.
Muhafezekarên Ewropayê
Piştî çepan û li ser asta hejmara kursiyan, muhafezekar bi 189 kursiyan di rêza duyemîn de cih digirin. Muhafezekarî (konservatîzm) felsefeyeke siyasî ye û li ser bingeha nirxên ku ji çand û kevneşopiyan têne wergirtin ava dibe. Muhafezekarî vegereke domdar li demboriyeke xeyalî ya xweşik, paqij û parzûnkirî ye. Herwisa vegera li pakiya exlaqî, civakî, çandî û tewra olî ye.
Hêza van partiyan ew e ku wan karîbû li Ewropayê xwe wekî platformeke yekgirtî ya xurt bidin nasîn û çarçoveya têgeh û rêbazên tevgera xwe destnîşan bikin. Navê vê platformê Partiya Cemawerî ya Ewropayê ye û serdestiya wê li ser piraniya saziyên sereke û girîng ên Yekîtiya Ewropayê heye.
Hevrikiya sereke ya van hêzên civakî û siyasî avakirina yekîtiyeke Ewropayê ya xurt a li ser bingeha nirxên demokrasiya Mesîhî ye ku mafên mirovan, azadî û ruhê hevkariyê li xwe bigire. Ango vegereke domdar, qet nebe li ser asta teorî, li Mesîhiyetê wekî çavkaniya sereke ya hemû destpêkan.
Lewra, ev partî xwe li asta aborî, ewlehî, civakî û tewra çandî jî wekî damezirîner û parêzvanên yekîtiyeke Ewropayê ya xurt dibînin û dixwazin li hemberî hemû hêzên ku dixwazin wê hilweşînin, bibin mertalekî bihêz.
Neteweperestiya tundrew
Neteweperestiya tundrew ji hemî komên Ewropayî pêk tê ku hilgirên wan xisletan in ku me digihînin otorîterîzm, nijadperestî, faşîzm, nazîzm û di hin qadan de jî populîzm. Ev kom di wê baweriyê de ne ku çand û ruhê neteweperestiyê ji hemî çand û ruhên din bilindtir e û divê destûr neyê dayîn ku ev ruh û çand bi pêlên koçberan, nemaze yên ku ji derveyî YEyê tên, werin qirêjkirin.
Lewra, bi vî giyanê zirz her tim pêdiviya van bizavên nasyonalîst bi kesayeteke xurt, tund û otorîter heye ku wan birêxistin bike û xeyal, xewn û daxwazên wan bîne ser zimên. Ango di nav her yekê ji van koman de, divê her dem lîderekî karîzmatîk, Orban an Meloni, hebe ku heta sînorê dîktatoriyê hazir bin biyetê bidinê û ji gotina wî dernekevin. Ne bêhûde ye ku bi qasî ji têkiliyên bi Donald Trump û Vladimir Putin re hez dikin, nîvê wê ji têkiliyên bi serkirdeyên demokratxwaz re hez nakin.
Rast e di hilbijartinên îsal ên YEyê de van koman pileya yekem bi dest nexist lê dîsa rast e ku sala 2019an kêmtirî 100 kursiyî bi dest xistin lê îsal hejmara wan derket 178an û heger em hemû grûpên wan bi hev re top bikin, bê guman dê bibin hêza sêyem di parlamentoyê de. Ev jî guherîneke pir mezin a kalîteyî û hejmarî ye û yên ku bawer dikin ku na, ti metirsiyek li holê tune, şaştiyeke xofdar dikin.
Lîberalên Ewropayê
Lîberalên Ewropayê hemû kom û partiyên girêdayî rêgezên lîberalîzmê li xwe digirin. Lîberalîzm wekî îdeolojiyeke siyasî li ser azadiyên takekesî, mafên mirovan, bazara azad, dewleta qanûnê û demokrasiya lîberal dixebite.
Trajediya van koman ew e ku em di serdemekê de dijîn ku hûrdema serdestî û firehbûna rastên tundrew li milekî û çepên tundrew li milê din e. Koma ku niha hevsengiyê di navbera van her du tundrewan de radigre jî ne ew lê muhafezekar in. Hejmara kursiyên wan belgeya herî baş a vê encama şênber e: Ji 720 kursiyan tenê 78 kursî bi dest xistin!
Partiya ku trajediya vê paşveçûn û şikestina dramatîk nîşan dide partiya Serok Macron e ku wekî qesra kartonê li pêşberî partiya Marine Le Pen hilweşiya, heta radeya ku Serok Macron neçar ma ku parlamentoya welatê xwe ragire û daxwaza hilbijartinên pêşwext bike.
Partiya Marine Le Penê ku navê wê Kombûna Niştimanî ye, vêga ji tomeriya 577 kursiyên parlamentoyê, tenê 88 kursiyên wê hene lê li gorî piraniya rapirsiyan, dikare di hilbijartinên vê carê de zêdetirî 200 kursiyî bistîne, tewra nin rapirsî destnîşan dikin ku ew dikare 289 kursiyan bi dest bixe û hikûmeta nû ya Fransayê pêk bîne.
Bi rastî, ya ku dikare ji niha û bi şûn de rê li ber Kombûna Niştimanî bigire ku negihe desthilatê, êdî ne partiya Serok Macron e çimkî li gorî piraniya anketan di binê ji sedî 15 de ye, li şûnê Eniya Gel a çepgiran e ku li gorî heman anketan rêjeya dengê wan nêzî ji sedî 29 e. Di hemû rewşan de, ji 7ê meha bê ve, Fransa dê li ser du eniyan dabeş bibe: Eniya Gel û Kombûna Niştimanî!
Dawî
Encamên hilbijartinên YEyê kulmeke giran û kartêker li pêgeh û hegemonyaya serokatiyên Fransa û Almanyayê di YEyê de xist ku her du makîneyên wê yên xurt û sereke bûn. Kûrbûna hebûna nasyonalîzma tundrew di nav YEyê de ku ew ji dil pê bawer nakin û ji bo hilweşandina wê dixebitin, Ewropa ber bi nearamiyeke berfireh ve dibe.
Rast e em xeletiyeke mezin dikin heger em wisa bawer bikin ku hemû kesên ku dengên xwe dane van koman nijadperest, faşîst û nazîst in. Rast e gelek ji van dengan hêrsa gel li hemberî kesên ku sozên xwe bin pê kirin, nîşan dide lê rast e jî ku di dawiyê de ev komên tundrew tevahiya van dengên nerazî ji bo armancên xwe yên siyasî û îdeolojîk bi kar tînin.
Qet jî ne xema wan e heger bernameyên wan ziyanê bigihînin dengderên hêrsketî û serhildêr bi xwe jî.
Tiştê ku niha çavê Ewropayiyan û tewra yê cîhanê jî li ser e, 7ê meha bê li Fransayê ye: Kî dê di hilbijartinên parlamentoyê de bi ser bikeve? Eniya Gel a çepgiran an Kombûna Niştimanî ya alîgirên Le Penê?
Paşê, ger Kombûna Niştimanî bi ser bikeve, gelo dê mîna Giorgia Meloniya Îtalî û bi giyanekî berpirsiyariyê yan jî bi çanda îdeolojiyeke girtî desthilatdariyê bike? Bila em li benda 7ê meha bê bimînin!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)