Bexda di navbera serdestiya Tehranê û hewldanên Enqereyê de

Nûrî Bêxalî

 

Sala 2021ê Amerîka hin hêzên xwe ji Îraqê kişandin lê heta niha çend baregehên leşkerî û nêzîkî 3 hezar serbazên Amerîkî li Îraqê mane ku vê dawiyê di bin zextên Îran û milîsên Îraqî yên girêdayî Îranê de, Hikûmeta Îraqê dest bi gotûbêj û danûstandinên bi Amerîkayê re kir da ku bigihêje peymanekê li ser diyarkirina demekê ji bo vekişîna dawî û tevahî ya hemî hêzên Amerîkayê ji Îraqê.

Heya niha ne diyar e ka dê Washington hêzên xwe ji Îraqê bikişîne yan na. Ger biryara vekişîna hêzên xwe bide jî di demekê de, ji bilî avakirina konsulxaneya xwe ya herî mezin li Rojhilata Navîn li Hewlêrê, tevî hebûna baregehên wê yên leşkerî li Herîr û Balafirgeha Hewlêrê (ku bi rêya wan alîkariyên leşkerî û lojîstîk digihîne hêzên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê) gelo wê ji Herêma Kurdistanê jî vekişe yan na?

Di nav toz û tirabêlka van mijar û gengeşeyan de, Tirkiye li ser paşeroja rola xwe di hevkêşeyên siyasî yên Îraqê de difikire, heta radeyekê ku xeyal dike wekî endama NATOyê bibe dewsgira Amerîka û hevpeymanên wê yên li Îraqê, nemaze ku niha nêzîkî 60 baregehên wê yên leşkerî li Îraq û Herêma Kurdistanê hene û bi kûrahiya bi dehan kîlometreyan sînorên Îraqê derbas kiriye lê pirsa girîng ev e: Gelo Tehran dê rê bide ku Enqere vî karî bike?

Herçend hefsarê biryardanê li Îraqê kêm zêde û bi awayekî nerasterast ketiye destê Îranê û bi rêya milîsên Îraqî yên dûvelankên xwe ku movikên sereke yên hikûmetê û saziyên ewlehî û leşkerî û tewra dadgeh jî di destên wan de ne, bi tevahî li ser meydana biryara siyasî ya Îraqê serdest bûye û bi saya vê yekê rola sereke di yekalîkirina hevrikiyên siyasî yên navxweyî yên Îraqê de digerîne û şensê wê zêdetir e ku piştî vekişîna hêzên Amerîka û hevpeymanên wê, wê valahiyê dagire, lê ev rê nagire ku Tirkiye jî bêhnê li Îranê biçikîne.

Tirkiye dikare Îranê bêzar bike

Bi gotineke zelaltir, ji ber hebûna hejmareke zêde ya baregehên wê yên leşkerî û hebûna wê ya sîxurî li navçeyên cuda yên Îraqê, her wiha bi sûdwergirtina ji endamtiya xwe ya di NATOyê de û nîşandana amadebûna xwe ji bo Amerîka û hevpeymanên wê ku dikare bibe cihê baweriya wan û valahiyê dagire, wisa ajandayên wan didomîne û berjewendiyên wan diparêze, Tirkiye dikare Îranê bêzar bike û serêşiyan jê re çêbike. Ji bilî ku dikare wekî deriyekî ji bo Bexdayê li ser Ewropayê, faktora hevsînoriya xwe bi Îraqê re bike kartek û bi rêya wê Bexda li hember Tehranê tûşî dudiliyê bike û wer lê bike ku hemî hêkên xwe nexe selika wîlayeta feqî.

Di vê navberê de, ev salek e pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê bihêztir bûne û ji wê demê ve heta niha gelek serdan û hevdîtin li ser asta bilind di navbera her du aliyan de pêk hatin. Her çend piraniya wan hevdîtinan wekî civînên dîplomatîk, ewlekarî û leşkerî dixuyan, lê di naverokê de armancên wan siyasî û aborî bûn.

Piştî çendik û çend salan ji xwespartina neftê wekî çavkaniya dahata xwe ya yekane, Îraq bi hemû hêza xwe hewl dide ku aboriya xwe pirreng bike, lê hê jî di vê pêngava xwe de bi ser neketiye. Belge jî ew e ku ji hilweşandina rejîma Beisê û vir ve, gelek kabîne û serokên hikûmetê çûn û hatin, lê Îraq ne tenê di sektora pîşesazî de, lê di sektora çandiniyê de her ku diçe paşve diçe û roj bi roj xwe zêdetir dispêre hawirdekirina berhem û kelûpelan ji Tirkiye, Îran û welatên din.

Li gorî zanyariyên malpera elektronî ya (Trade Map = Nexşeya Bazirganî), sala 2022yan qebareya pevguhertina bazirganî li navbera Tirkiye û Îraqê gihîşt 15,172 milyar dolaran. Di wê salê de Îraqê (berhemên plastîk, alavên avahîsaziyê, ard û dexlûdan, zeyt û rûn, goştê sor, mirîşk, hêk, cil û kinc û hwd) ji Tirkiyeyê hawirde kir. Ev di demekê de ye ku tibaba hinardekirina Îraqê bo Tirkiyeyê 1.4 milyar dolar bû.

Îraq pêncemîn welatê hawirdekarê alav û kelûpelên Tirkî bû

Li gorî amareke Desteya Statîstîkê ya Tirkiyeyê di sala 2023yan de, piştî Almanya, Amerîka, Brîtanya û Îtalyayê, Îraq pêncemîn welatê hawirdekarê alav û kelûpelên Tirkî bû û tenê di meha hezîrana wê salê de, Îraqê bi bihayê 986 milyon dolaran malzemeyên plastîk, kelûpelên avahîsazî û xwarinê Ji Tirkiyeyê hawirde kir.

Li gorî amaran, tibaba hinardekirina Tirkiyeyê ya Îraqê di wê salê de 8 qatan ji hawirdekirina wê ji Îraqê zêdetir bû û tê pêşbînîkirin ku ji îsal û pê de, tibaba qebareya pevguhertinê bigihînin zêdetirî 20 milyar dolaran.

Ev rewşa Îraqê bi Îranê re jî heman rewş e. Sala 2023yan Îraqê rêza yekem a welatên hawirdekarên alav û kelûpelên Îranê girt. Li gorî zanyariyên Odeya Bazirganî ya Îranê, qebareya pevguhertina bazirganî di navbera Îraq û Îranê de, salane zêdetirî 10 milyar dolarî ye û ev pevguhertin jî bi rêjeya ji sedî 95 di qezenc û mifaya Îranê de ye.

Ev agahî û amar nîşan didin ku tevî serdestiya siyasî ya Îranê li ser Îraqê, lê di warê aborî û bazirganî de serdestiya Tirkiyeyê li ser Bexdayê ji ya Îranê zêdetir e. Ev rola Tirkiyeyê ya aborî û bazirganî alîkariya Enqereyê dike ku di demeke dirêj de jî bandorê li Bexdayê bike û hevsengiya pêwendiyan ligel wê biparêze.

Li gorî daxuyaniyên wan, berpirsên her du aliyan ji paşeroja têkiliyên xwe geşbîn in û wan erênî wesif dikin. Lê rewşa siyasî ya Îraqê û kêşeyên ku jana wan dikişîne, di eynî demê de rol û bandora herêmî û navneteweyî li ser arasteya bûyeran li wî welatî û nakokiya berjewendiyên tê de, radeya geşbîniya Enqere û Bexdayê kêmtir dikin, nexasim geşbîniya Enqereyê.

Bingeha geşbîniya Tirkiyeyê gotegotên vekişîna hêzên koalîsyonê ji Îraqê ye. Bi gotineke din, girewa Enqereyê ya serketin û berhemdariya pêwendiyên xwe yên bi Bexdayê re, li ser vekişîna Amerîkayê ye û çavê wê lê ye ku di nebûna Amerîka û hevpeymanên wê de û di çarçoveya hevparî û hevpeymaniyeke leşkerî û îstixbaratî ya bi Îraqê re, wê valahiyê tijî bike. Hevkariyeke ku deverûk û maskeya wê aborî û bazirganî ye.

Amerîka dê hêzên xwe bikişîne yan na?

Heta niha jî ji tu aliyekî re ne zelal e ka gelo Amerîka dê hêzên xwe bikişîne yan na? Ger vekişin, dê ji hemî Îraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de vekişin an dê li Kurdistanê bimînin? Gelo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê (mijdara 2024an) dê tu bandorê li ser pêşvebirin an paşxistina biryar û pêvajoya vekişînê bikin? Ma siyaseta Trump di vê mijarê de, ger di vê hilbijartinê de bi ser bikeve, dê çawa be? Gelo serdana Serokwezîrê Îraqê Sûdanî ya Washingtonê di nîvê vê mehê de û civîn, hevdîtin û nîqaşên wî bi serok û berpirsên payebilind ên Amerîkayê re dê çi encamê li ser vê mijarê bidin? Ev çend pirs in ku niha çi erênî çi neyînî, bersiva wan ewqas hêsan û qutebir nayê bidestxistin.

Ka em halê hazir vegerin ser xewna Enqereyê. Karta Tirkiyeyê di vê lîstika bi Îraqê re, çavkaniyên avê, gefên PKKyê, lihevkirin û peymanên leşkerî û ewlehiyê ne ku bi merema nehiştina gefên çekdarî û ewlehiyê yên dijberên wan ên siyasî maf didin her du aliyan ku bikevin nav axa hev.

Ji bilî hêla wan a siyasî, ewlehî û leşkerî, wer dixuye ku Tirkiyeyê van kartan ji bo hingavtina armanceke girîng û stratejî ya demdûrtir li Îraqê bi kar tîne ku ew jî girêdana Îraqê bi Ewropayê ve bi saya rêyeke aborî û bazirganî ku di nav xaka wê re derbas bibe!

Li lûtkeya welatên G20 ku par (2023) li Delhiya paytexta Hindistanê hat sazkirin, Amerîka û Hindistanê projeya rêya bazirganî ya Hindistanê ku Asya bi Ewropayê ve girêdide, ragihand. Ev proje di demekê de tê ku Çînê jî li sala 2019an û bi beşdarbûna 150 welatan li lûtkeya Rêya Hevrîşimê ya Nû de, bi projeya Rêya Hevrîşimê ya Nû yan jî Kember û Rêyê ji bo girêdana welatê xwe bi hemî cîhanê ve însiyatîf girte ser xwe. Ev projeya Çînê ku bi dehan hezar kîlometre ye û di rêya av û bejahiyê re derbas dibe û gelek bender û hêlên trênê li xwe digire, di dîrokê de yek ji mezintirîn projeyên aborî û bazirganî ye.

Heya niha ne xuya ye dê kîjan proje bi ser bikeve, projeya Amerîka-Hindistanê yan projeya Çînê, lê serketina her duyan jî wê bi zirara Tirkiyeyê biqede. Ji ber ku tu yek ji wan di nav xaka Tirkiyeyê re derbas nabe. Ev yek wê rasterast bandorê li ser kêmkirin û tewra nehêlana rola Tirkiyeyê bike ku wekî girêder û pireke girîng a di navbera Asya û Ewropayê de, ji mêj ve xeyal dikir ku bibe xeleka girêdana têkiliyên bazirganî û aborî. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê xewna xwe li ser projeya Rêya Geşepêdanê ku tê gotin beşek e yan jî temamkera projeya Çînê ye, ava kiriye!

Projeya Rêya Geşepêdanê yan jî Kanala Bejahiyê ku rêyeke bejayî ye û bi rêya hêla hesinî ya trênê Bendera Fawê bi Tirkiyeyê ve girêdide û dibe pira di navbera Asya û Ewropayê de, korîdor û kanaleke stratejî ya girîng e û ji bo her du welatan xwedî girîngiyeke zaf mezin a jeostratejîk e.

Piraniya şîrove û analîzan destnîşan dikin ku armanceke vê projeya hevpar a Îraq û Tirkiyeyê ku rêya wê di Xabûrê re di axa Tirkiyeyê re derbas dibe û tibaba xerciya wê 17 milyar dolar e û qaşo dê li navbera salên 2025-2028an biqede, rikberîkirina Kanala Suezê û kirina wê wekî cîgira her du projeyên Amerîkî-Hindî û projeya Çînî ye, lê ketwar û arasteya hevrikiyên herêmî û navneteweyî û hevkêşeya hêzê û rûbirûbûna berjewendiyan û gelek astengiyên din ên siyasî, aborî û teknîkî diyar dikin ku pir zehmet e ku proje bigihêje vê armancê.

Tirkiye dixwaze xwe wekî cihê baweriyê yê Amerîkayê nîşan bide

Di demekê de ku Tirkiye dixwaze xwe wekî cîgir û cihê baweriyê ya Amerîka û hevpeymanên wê ji bo qonaxa piştî vekişîna hêzên wan ji Îraqê nîşan bide, eyan e ku Îran wê bi hêsanî dev ji serdestiya xwe ya li Îraqê bernede. Nemaze ku vajî salên borî, niha ji her demê zêdetir Tehran bi rêya milîsên Heşda Şeibî û hêzên siyasî yên Îraqî yên mirîd û dûvelankên xwe ku desthilat û serdestiya wan a tevahî li ser parlamento, hikûmet, saziya dadgerî, ewlekarî, leşkerî û movikên aborî û biryarên siyasî yên Îraqê heye, Bexdayê wekî pariyekî têrdon bi dev Enqereyê ve bernede.

Digel vê yekê jî, heke li milekî amadebûna çalak a Tehranê li Îraqê rê li Enqereyê bigire ku bi hêsanî nikaribe hebûna xwe li Îraqê xurt bike û roleke yekalîker di hevkêşeyê de bilîze, li milê din û eger hêzên xwe ji Îraqê bikişîne, xwesteka Washingtonê ya xurtkirina hebûna leşkerî û sîxurî ya Enqereyê wekî endameke NATOyê û çavê hevpeymanan li Îraqê zêdetir dike, qet nebe di bicihkirin û bihêzkirina zêdetir a bingehên leşkerî yên ku Tirkiyeyê li wî welatî hene. Tewra ne dûr e ku ev hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê bi xwe meyla Washingtonê ji bo hêlana hêzên xwe yên leşkerî li Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Eyan e ku vekişîna hêzên Amerîka û hevpeymanên wê ji Îraqê, dê ne tenê bandorê li ser siberoja Îraqê bike, li şûnê li ser tevaya herêmê, hevkêşeyên siyasî û hevsengiyên wê yên hêzê jî bike xasma ku sîwan û hegemonyaya Tehranê li Libnan, Sûriye û Yemenê, eger tûjtir û tundtir nebûbe, bi mûyekî jî kêmtir nebûye û ev yek gefê li paşeroja tevahiya Rojhilata Navîn dixwe.

Loma ne dûr e ku hemû hewldanên Tirkiyeyê ji bo nêzîkbûna zêdetir ji Îraqê û pêngavên wê ji bo xurtkirina pêwendiyên siyasî, dîplomatîk, leşkerî û aborî yên bi Îraqê re, bi rengekî ji rengan ajandaya NATO û bi taybetî ya Amerîkayê be ku heger hêzên xwe ji Îraqê bikişînin, alternatîvekî wan ê cihê baweriyê û hevpeymanê wan hebe û valahiyê dagire û li vir û wir serêşiyê ji Tehranê re çêbike û keleman li ber pêngavên wê peyda bike.