Divê Herêma Kurdistanê çawa bi mijara Rojavayê Kurdistanê re tevbigere?
Pêşî, girîng e em têbigihêjin ku tiştê li Sûriyeyê diqewime dê du caran bandorê li Herêma Kurdistanê bike. Carekê ji ber ku girêdayî Îraqê ye û her bandoreke li Îraqê dê encamên wê li ser Herêma Kurdistanê jî hebin. Careke din jî ku rasterast têkildarî Herêma Kurdistanê û pirsa Kurd li herêmê ye, ji ber ku her bûyereke ku bandorê li pirsa Kurd li deverê bike dê rasterast bandorê li Herêma Kurdistanê jî bike.
Bi gotineke din, Herêma Kurdistanê ne tenê li navçeyê lê li ser asta siyaseta cîhanî jî navenda siyasî, aborî û destûrî ya pirsa Kurd e.
Lê çi heyf em gelek caran dixwazin wê biçûk bikin û daxin asta berjewendiyên hizbî, carinan jî em wê tenê di çarçoveya hevrikiyên PDK, YNK û PKKyê de dibînin!
Bûyerên li Sûriyeyê yên piştî rûxîna rejîma Esed ji çend aliyên cuda ve têkildarî Herêma Kurdistanê ne. Carekê wekî jinûvesazkirina hevsengiya li navbera hêzên herêmî li Sûriyeyê, careke din jî nola ji nû ve sazkirina hevsengiya di navbera pêkhateyan de (Kurd, Şîe, Sune û kêmîneyên din) û paşeroja pirsa Kurd li Sûriyeyê ku dîsa di her du astan de dê bandoreke wan a rasterast li ser pêgeha Herêma Kurdistanê hebe.
Helbet ez nabêjim ku divê Herêma Kurdistanê lingê xwe ji berika xwe dirêjtir biavêje û destêwerdana leşkerî li Sûriyeyê bike (ku dikare bike), lê ji xwe eger ne erkê neteweyî jî be, li ser asta siyasî, jeosiyasî û leşkerî jî Rojavayê Kurdistanê bi gelek awayan girêdayî Herêma Kurdistanê ye û bi hev re di têkiliyê de ne.
Ji vê nerînê ve, girîng e ku Rojavayê Kurdistanê xwedî stratejiyeke taybet be ji bo tevgera li gel pirsa Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê wekî navendekê ji bo arastekirina pirsa Kurd li cîhanê. Ango, Herêma Kurdistanê dikare bibe navenda dariştina siyaseta taybet a pirsa Kurd, ji ber ku rewatî û pejirandineke wê ya zêdetir ji aliyekî siyasî yan partiyeke siyasî ku bi tena serê xwe bi vê pirsê rabe heye.
Di rastiyê de, ne PKK ne PDK û ne ti aliyê din jî nikare vî karî bi tena serê xwe bike. Eger bi vî karî rabin jî di dawiyê de ev pirs bi ser nakeve û dikeve çarçoveya partîtiyê. Li ser asta herêmî û navneteweyî jî her wekî hewldana partiyekê tê dîtin. Di dema borî de jî çend hewldanên bi vî rengî hebûn lê piraniya wan bi ser neketin û hin jî her mirî ji dayik bûn.
Argumana sereke ya vê nivîsa me ew e ku pir girîng e ku Kurd xwedî stratejiyeke diyarkirî bin ji bo çareserkirina pirsa Kurd li deverê. Nabe ev pirs ji bo çendîn sedsalan her bibe qurbaniya nakokiyên aliyên siyasî, xasma ku em vêga li ber çend bûyerên dîrokî yên girîng in li herêmê.
Nexşeya siyasî ya deverê dike were guhertin û pergaleke herêmî ya nû tê holê. Eger Kurd her wiha belawela, bi çavê nakokiyên teng ên partîtiyê li vê pirsê binêrin ne tenê tiştek nakeve destê me lê ya ku me heye jî dikeve metirsiyê.
Loma pir girîng e ku Herêma Kurdistanê bibe navenda biryara pirsa Kurd li herêmê û li ser asta navneteweyî jî. Sedem jî ew e ku hikûmeta herêmê tekane navend û herêmeke rewa ya naskirî ye li ser asta herêmî û navdewletî.
Tekane desthilata Kurdî ye ku pevguhertina desthilatê û hilbijartinên demokratîk tê de tên sazkirin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî de.
Ji bilî vê yekê jî Herêma Kurdistanê li ser asta fermî hevpeymana Amerîka û çendîn hêzên din ên deverê ye, nexasim têkildarî pirsa dijatiya terorê. Lewra Herêma Kurdistanê dikare bibe navendeke siyasî û sazûmanî (political and institutional center) ji bo pirsa Kurd li navçe û cîhanê.
Rast e ev hewldan nabe cihê dilxweşiya hêzeke herêmî wek Tirkiye û heta asteke kêmtir Îranê jî lê nabe em her tim berjewendiyên xwe yên neteweyî û siyasî bi qurbana cîranên xwe bikin. Herêma Kurdistanê jî xwedî berjewendiyên taybet e.
Wek mînak, tevî ku gelek caran Amerîka zextê li welatên Erebî dike û beşeke mezin ji wan dixwazin pêwendiyên xwe li gel Îsraîlê asayî bikin lê ji ber nerazîbûna gelên xwe nikarin vê yekê bikin. Herêma Kurdistanê jî dikare pêwendiyên baş bi Tirkiye û Îranê re hebe lê ji bo pirsên têkildarî pirsa neteweyî û berjewendiyên giştî yên Kurdan, nabe serkirdayetiya Kurd here bin barê daxwazên Tirkiye û Îranê.
Herêma Kurdistanê wekî tiştê ku welatên Erebî ji bo pirsa Filistînê dikin, dikare marketingê ji bo pirsa Kurd bike. Rojhilata Navîn nikare bêyî çareseriya pirsa Filistînê û pirsa Kurd aram bibe.
Eger çareseriya du dewletî ji bo pirsa Filistînê rewa be, wekî ku niha bûye prensîpek ji bo çareseriya pirsgirêka Filistînê, ev yek dikare ji bo pirsa Kurd jî rast be.
Em di vê mijarê de ne bi tenê ne. Bila ji bîra me neçe ku gelek welat li herêmê hene ku dixwazin Kurd mafê xwe bistînin û guherîn li ser nexşeya Tirkiye, Sûriye, Îran û Îraqê çêbibe, bêyî ku em daxwaz bikin.
Ji bilî vê, dûr negire ku Îsraîl eger wekî zextekê be jî li hemberî çareseriya du dewletî ji bo pirsgirêka Filistînê ku beşeke mezin ji welatên herêmê daxwaz dikin, vê pirsê bike mercek ji bo çareseriya pirsa Kurd jî.
Divê pirsa Kurd li ser asta herêmî û navneteweyî mîna pirsgirêkeke ku pêwîstiya wê bi çareseriyê heye were dîtin. Rast e ew rê dûr û dirêj e lê divê Kurd xwedî armanc, plan û argumaneke neteweyî ya taybet bin. Eger na, sal bi sal em ê biçûktir bibin ji bo gelek pirsên nola dayîna hin mafên çandî, ziman û mûçe û hwd.
Peyama sereke ya vê nivîsê ew e ku vêga derfetek ji bo avakirina vê gotarê derketiye pêş. Niha pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi kanaleke dîplomatîk heye ji bo ku ji ketinê were rizgarkirin. Herêma Kurdistanê dikare vê rolê bilîze, xasma Serokê Herêmê, hem wekî bilindtirîn dezgeha hikumdariyê û hem jî wekî pêgeheke siyasî û dîplomatîk li herêmê. Paşê jî nêzîkiya ji Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê dikare ew kanala dîplomatîk a rewa be ku wê destkefta ku bi xwîn û qurbaniyên mezin hatiye avakirin ji metirsiya nemanê biparêze.
Helbet, pêwîst e HSDyê jî hay ji vê rewşa nû hebe û wan destkeftan bi qurbana serhişkiya siyasî neke. Di vê qonaxê de, xizmeta herî mezin a PKKyê ji bo Rojavayê Kurdistanê ew e ku vê hevkêşeya herêmî ya nû li ber çavan bigire.
Bi vê yekê hem erkê ser milê Rojavayê Kurdistanê sivik dike hem jî erkê Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ku karibin wê biparêzin. Divê PKK wê hincetê ji destê Tirkiyeyê derxe.
Hebûna herêmeke Kurdî ya din li Rojavayê Kurdistanê piştgirî ye ji bo xurtbûna Herêma Kurdistanê û herêmên din jî. Ji bo Tirkiye û Îranê jî çêtir e ku Kurd di çarçoveya qewareyeke destûrî de hebin, têkoşîna wan a siyasî hebe ne ku dîsa pena bibin ber xebata çiya û çekdarî. Doza Kurd li Tirkiyeyê dikare derseke baş be hem ji bo gelê Tirk û hem jî ji bo Kurdan ku ya ku niha bi xebata siyasî tê bidestxistin qet bi xebata çekdarî nayê bidestxistin.
Ev yek ji bo Tirkiyeyê jî rast e. Partiya siyasî ku niha li Tirkiyeyê nûnertiya Kurdan dike ti leşker û polîsên Tirk nekuştine, ziyan negihandiye aborî û pêgeha siyasî ya Tirkiyeyê jî. Loma girîng e ev gotar û peyam bibe dergehek ji bo îqnakirina Tirkiyeyê ku ew qewareya Kurdî ku li Rojavayê Kurdistanê heye were pejirandin.
Eger na, berevajî dê bibe sedema xurtkirina PKKyê û hatina beşek ji wan çekdaran bi neçarî ji bo sînorên Herêma Kurdistanê û berdewamkirina şerê çend salî yê PKKyê li dijî Tirkiyeyê.
Bila ji bîra me neçe ji bo pêgeha AKPyê jî nehêlana qewareya Kurdî li Sûriyeyê, dê bandoreke mezin li ser rêjeya dengderên Kurd ku di hemû hilbijartinên Tirkiyeyê de dengê xwe didin AKP û Erdogan.
Lewra ez dîsa dibêjim ku pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi kanaleke dîplomatîk û lobîkirin û piştgiriya neteweyî heye da ku ew destkefta mezin a ku di nava 100 salan de ji bo Kurdan li Sûriyeyê hatiye bidestxistin di çend rojekan de beravêtî nebe. Herêma Kurdistanê û pêgeha Serokê Herêma Kurdistanê dikare roleke mezin di vê kêliya dîrokî de bilîze.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)