Kerkûk piştî îna reş
Kerkûkiyan îneke dijwar derbas kir. Çav li ser Hewîce bûn û gilî dihatin kirin ka çima operasyona Mûsilê beriya girtina Hewîceyê hat destpêkirin? Çimkî wek Kerkûkiyan digot: Heta Hewîce di destê DAIŞê de bimîne, metirsî li ser Kerkûkê ranabe. Lê belê DAIŞê agirê xwe xist nav agirdanka taxên ereban li Kerkûkê.
Bi destpêkirina operasyona Mûsilê re, pirs wiha bû: Gelo wê Mûsila piştî DAIŞ bibe Heleb an na? Lê vêga pirs guheriye û wiha lê hatiye: Eger DAIŞ ku evqas dijminên wê hene, bikare bi vê hêza mezin derbasî Kerkûkê bibe, êdî di qonaxa piştî DAIŞê de Heşda Şeibî û hêzên din nikarin Kerkûkê bikin Helebeke nû?
Du rû yan aliyên dîmenên îna reş li Kerkûkê hebûn: Aliyekî xweş û aliyekî nexweş. Aliyê xweş ew bû ku beriya hatina hêzên ewlekarî, xelkê Kerkûkê bi xwe dest hilanîn û nehiştin DAIŞ bajarê wan kontrol bike. Dîmenên wiha berê jî li Kerkûkê hatine dîtin. Gava gef li ser taxeke kurdî dirust dibe, kurdên Kerkûkê yên biçûk û mezin çekan hildigirin û dadikevin ser cade û kolanan.
Berbanga îna reş senaryoya herî nexweş ku em ditirsiyan bibe rastî, ew bû ku bi bihîstina hatina wek lehiyê ya çekdarên DAIŞê re, xelkê Kerkûkê bajarê xwe biterikînin û xwe xilas bikin. Lê berevajiya vê senaryoyê di rastiyê de qewimî. Ya rast eger te dîroka Kerkûkê baş nexwendibe û tu Kerkûkiyan baş nas nekî, tu nikarî têbigihî ka çira çekdarên xwebexş ên Kerkûkê di îna reş de di weşana zindî ya Rûdawê de digotin: “Bajarê me namûsa me ye û emê wî biparêzin!”
Dîroka pêncî salên borî ya kurdên Kerkûkê dîroka derkirin, zilm, stemkarî û mafxwarinê bû. Di salên şêstî û heftê û notî de di dema Beisê û desthilata beriya Beisê de jî, ku erebên sunî bûn, kurdên Kerkûkê xêr ji xwe û jiyana xwe nedîtin.
Paş ketin û hilweşîna rêjîma Sedam û nexasim paş hatina DAIŞê, ku ji ber wê Artêşa Iraqê ji navçeyê bar kir û Pêşmergeyan Kerkûk kontrol kir, kurdên Kerkûkê ew jiyana ku bi salan bû bendewariya wê dikirin dîtin: Yanî jiyana kurdewarî û serbilind li bajarê wan. Lewra di wê demê de her tiştek li Kerkûkê qewimî be nemaze ku gef be li ser guherandina vê realîteyê, Kerkûkî bi tundî li dijî wê derketine.
Aliyê nexweş yê bûyerên îna reş jî bi çîroka hatina bi dizî ya wê hejmara mezin a çekdarên DAIŞê bo Kerkûkê dest pê dike heta digihe wê yekê ku heta êvara wê roja reş jî bêserûberiyeke mezin li ser wan hêzên ewlekarî ku diviyabû Kerkûkê biparêzin diyar bû. Şok ji wan re ewqasî mezin bû ku dema li ser televizyonê diaxivîn, wan bi xwe jî nizanîbû çi bi dirustî li wî bajarî diqewime!
Ji devê yekî ji wan derket jî ku zanyariyên li ba wan hebûn digotin ku DAIŞ bi nêt e êrişî zeviyên petrolê bike. Başûrê Kurdistanê di salên notî de sîstema nîvî bi nîvî (fifty fifty) ceriband û kifş kir ku ne serkeftî ye. Lê belê hîn jî li Kerkûkê asayîşa nîvî bi nîvî di nav PDK û YNKê de heye! Ew angaşt dikin ku hevahengiya wan pir baş e, lê çimkî du asayîşên cuda ne tê wateya ku asayîşeke yekdest û yekbiryar li Kerkûkê tune.
Gava em qala bidawîhatina qonaxa Sykes–Picot dikin û careke din naxwazin Kerkûkê radestî tu dagîrkerekî bikin, divê em piştî îna reş li Kerkûkê mikur werin ku me tenê bi dev Sykes–Picot derbas kiriye û di pratîkê de me tiştek jê re nekiriye.