Tirs di navbera Borges û Kierkegaard de

24-07-2016
Befraw Nûrî
A+ A-

Kurteçîroka “Birîna Xencerê” berhema nivîskar û helbestvanê arjentînî Jorge Luis Borges e. Borges yek ji navdartirîn nivîskarên sedsala bîstan e û wek bavê kurteçîroka postmodern li dinyayê tê naskirin. Çîrokên wî bi awayekî kûr diçin dinyaya navxwe ya mirovan û xwîner bi xwendina wan dikare pir caran xwe bixe şûna karakteran û hest û tevgerên wan fêm bike.


Gelek çîrokên felsefî ku hîkayetê ji xwîner re vedibêjin, di heman demê de me dibin nav dinyaya felsefê û pirsyarên wê yên sereke. Yek ji hevrê û nivîskarên mezin ên Borges bi navê Adolfo Bioy Casares, li ser çîrokên Borges xweş gotiye dema dibêje: Berhemên Borges qonaxek di navbera gotar û çîrokê de ne.


Kurteçîroka “Birîna Xencerê” çîroka kesekî ye bi navê “Vincent Moon” ku ji şerma wê guneha ku kiriye “firotina hevrêyê xwe ku pir pê re baş bû” çîroka birîna ser eniya xwe berovajî vedibêje û xwe dixe şûna karakterê baş ê çîrokê û çîrokê bi nerîna wî vedibêje û vê yekê jî bi zanebûn dike ku di dawî de û piştî mikurhatina li gunehkariya xwe, xwîner mitûmat dike.


Moon kesekî di serdema xortaniyê de ye, di dema hewldana rizgarkirina Îrlenda ji bin destê ingilîzan, bi hevrêyekî xwe re ye gava guleyan berdidin wan û dûre hevrêyê wî, wî rizgar dike û di demekê de ku milê Moon birîndar e, herdu bi hev re diçin maleke kevin a generalekî ku mişt çek, şûr û xencerên kevin e.


Moon û hevalê xwe xwe 9 rojan di wê malê de vedişêrin. Hevalê wî çavdêriya Moon dike û wî diparêze û bi roj jî çalakiyên xwe berdewam dike. Piştî wan 9 rojan, rojekê dema hevalê Moon vedigere da serdana Moon bike û li rewşa wî bipirse, guh lê dibe ku Moon hewl dide bi rêya telefonê wî bifiroşe dijminên wî û wî radestî wan bike da li hember vê yekê xwe xilas bike.


Hevalê Moon beriya ku ji hêla leşkerên dijmin ve bê girtin, xwe digihîne Moon û bi xencerekê ji xencerên wê malê birînekê li ser eniya Moon çêdike. Di dawî de Moon bi tibabek pere derdikeve û li cihekî bi navê “Tacuarembó” dijî û li wir bi tesadufî şevekê dibe mêvanê vebêjer û vê çîroka xwe jê re vedibêje, lê heta dawiya çîrokê xwe wiha nîşan dide ku hevrê û karakterê baş ew e û yê xayîntî lê hatiye kirin ew bi xwe ye, heta di dawî de mikur tê ku ew bi xwe “Vincent Moon” e û hevrêyê wî ew birîn wek nîşana riswabûn û şermezariya dayîmî li ser eniya wî pêk aniye.


Vincent Moon ji dema ku hevalê xwe firot û heta roja ku li gunehkariya xwe mikur hat, xwe di odeyekê de zindanî dike û xwe bi azar û şermezarkirinê ceza dike. Tew dema çîroka xwe ji mêvanê xwe re vedibêje, dibêje bi mercekê ji te re vedibêjim ku piştî bihîstina wê tu çavê xwe bi hêsanî li ser ti ar, şermezarî û xirabiyekê negirî.


Moon tûşî êş û azareke kûr bûye ku dermanê wê tune û di nav de vedigevize. Piştî ku çîroka gunehkariya xwe ji mêvan re vedibêje û dibêje ez Vincent Moonê gunehkar im û niha şermezar im û tu min sivik û biçûk bike. Hertiştî qebûl dike da ji bin barê gunehekê ku ne ji ber nezanî û cahiliyê, lê ji ber tirs û tirsonekiyê kiriye derkeve.


Xalek ji xalên girîng ên çîroka Borges lîstika xeyalê bi teoriyên felsefî re ye. Di vê çîrokê de jî bi heman awayî Borges bi nerîneke hebûnxwaz “existentialist” li mijara tirs û gunehkariyê dinere. Çîroka wî jinûve nivîsandina bîr û baweriyeke felsefî ye di forma çîrokê de. Di destpêka çîrokê de dema Moon çîrokê ji zimanê hevrêyê xwe vedibêje, dibêje: “Ew çax bû ku min fêm kir tirsa wî her dimîne, min bi serê lêva xwe jê re got li xwe miqate be û ez çûm. Ez bi astekê ji tirsa wî bêzar bûm ku min hest dikir ne Vincent Moon, lê ez ditirsim. Dema mirovek çewtiyekê dike wek ku hemû mirovatî wê çewtiyê bike. Lewra ne bêedaletî ye eger redkirina fermanekê li buhiştê qewimîbe û hemû mirov tûşî wê bûbin.”


Li ba hebûnxwazan mirov her biryarekê bide, wek ku ew biryar li şûna hemû mirovan û ji bo hemû mirovan dabe. Tirsa Moon jî ne tirsa wî tenê ye, lê xisleteke hebûnxwazî tê de heye. Tirs û nîgeranî du xisletên sereke yên mirovên hebûnxwaz in.


Ango mirov pêşî ji dayik dibe, dûre bi rêya hilbijartinên xwe mahiyet û nasnameya xwe destnîşan dike û ji bo vê armancê jî divê xwedî îradeyeke azad be da bi rêya wê kirdar û hilbijartina ku dike wate û nasnameyekê bide hebûn û jiyana xwe. Bi baweriya hebûnxwazekî wek Kierkegaard, hebûna azadiya hilbijartinê dibe sedema peydabûna tirs û dilgiraniyê.


Kierkegaard di kitêba “Tirs û Dilgiraniyan” de dibêje, beriya dirustbûna gunehê, tirs û dilgiranî hene û behsa çîroka Adem û Hewayê dike û dibêje dema Xweda ji Adem û Hewayê re got fêkiyên wê dara qedexekirî nexwin, wê çaxê Adem hêza vîna azad û hilbijartina xwe fêm kir û hest kir ku dikare hilbijêre.


Di navbera hilbijartinan de tûşî tirs û dilgiraniyê bû, dûre di navbera şer û xêr de şer hilbijart û ji wê çaxê ve ku fêkiya qedexekirî xwar, guneh ji dayik bû. Li ba Kierkegaard, tirs û dilgiranî berî gunehê ne û sedema gunehkariya Adem jî vedigere heman tirs û dilgiraniyê. Wek çawa Vincent Moon ji ber tirsên xwe dikeve wê hilbijartinê ku hevrêyê xwe bifiroşe.


Kierkegaard dibêje dema wijdana kesekî ji ber kirdareke çewt û hilbijartineke xelet tûşî êş û azarê dibe, di derûna wî de hestek dirust dibe ku wî îşkence û şermezar dike. Ew hest heman hesta bi guneh û tawanê ye, lewra azadî hevtayê hestkirina bi gunehê ye.


Piştî dirustbûna vê hestê, mirov ji hertiştî dûr dikeve û diçe nav hundirê xwe. Kierkegaard vê hesta mirov vedigerîne Adem û Hewayê û wê gunehkariya ku li buhiştê kirine, wek çawa Moon jî hesta xwe vedigerîne heman guneha yekem û bawer dike ku her kesek bi wê tawanê bihese, divê xwe wek wî gunehkar bibîne. Bi nerîna Kierkegaard hest bi gunehê demekê ji dayik dibe ku mirov an di tiştekî de bi berpirsyarî tevnegere yan tevî ku di hilbijartinê de azad e, hilbijartineke çewt bike.


Li gor vî fîlosofî, dema mirov bikarin bi berpirsiyarî giranî û azara tiştên ku hilbijartine li stûyê xwe bigrin û qebûl bikin, wê çaxê mirov dikare ji hebûna xwe ya heqîqî û rasteqîn nêzîk bibe. Ev hebûna rasteqîn û metafîzîk ku Kierkegaard bawer e hebûna Xweda tê de heye. Dema Moon û kesên wek wî hilbijartineke çewt dikin, careke din hêvî heye ku bi pejirandina wê azara ku vê hilbijartinê afirandiye, cardin ji hebûna xwe ya rasteqîn nêzîk bibin.


Kovana Moon pileyeke ber bi gihîştina bi wê hebûnê, mirov di rewşeke wiha de bi rêya poşmaniyê dixwaze wê subjeya ku ji ber tirsê ji dest daye bibîne. Birîna xencerê li ser eniya Moon, sembola birîneke din e ku ji dema Adem ve li ser eniya mirovan hatiye xistin, birîneke ku li ba her mirovekî heye û her mirovek di jiyana xwe de di bin barê dijwarî û giraniya poşmaniya wê de piştxûz dibe!                  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst