Êzîdî ji bo otonomiya Şengalê amade ne?

Mijara otonomiyê ji bo Şengalê gengeşiyeke ne dirêj di nav civak û siyaseta Kurdistanê de peyda kir. Her alî li gorî raman û siyaseta xwe pozîsiyona xwe eşkere kirin û encamek derneket. Ji xwe niha jî encam dernakeve. Ev prosesek e ku di nav hinek salan de belkû zelal bibe. Niha jî li  Şengalê şer li dijî DAIŞê dom dike û ev gengeşî ji her aliyan ve dimeşe. Pirraniya Êzîdiyan koçber bûne û şerê mirin û mayînê dikin. Her roj jî agahiyên şehîdbûna pêşmergê an jî hewlên nemirovatiya DAIŞê digihîjin me. Di vê demê de siyaseteke rasyonel û nehestiyar zehmet e.

Lê tiştek niha gellek eşkere bûye: Êzîdî wek beriya 3ê Tebaxa sala 2014an êdî naxwazin bijîn.  Belkû êzîdî ji ber ku bi êş û jana xwe ve mijûl in, ne baş bîrnewar in, lê  ev niha ketine qonaxeke din. Êzîdî dê bi kuderê ve herin niha nediyar e. Lewra di nav êzîdiyan de hêdî hêdî gellek teref û raman çêbûne.

Ka em pêşî li wêneyên cepha şer binêrin:

Li aliyekî pêşmergeyên Kurdistanê, li aliyêkî pêşmergên YBŞê û li aliyekî din pêşmergên HPŞ li dijî DAIŞê şer dikin. HPŞ di nav refên şîeyan de cih digire û mûçe ji Bexdayê distîne. YBŞ ji xwe bi temamî di bin kontrola PKKê de ye û behsa kantonan wek çareserî ji bo êzîdiyan li Şengalê dike. Pêşmergên Kurdistanê Şengalê wek perçeyekî Kurdistanê dibînin û ev jî car car bi tenê car caran jî bi YBŞê re li dijî DAIŞê şer dikin. Bêguman qehremaniya hemû pêşmergeyan, bila ji kîjan refî be jî, qet şirove ne hewce ye. Ev ji bona gelê xwe şer dikin û şehîd dikevn. Ji bo wan şehîdan, bila êzîdî, misilman an jî mesîhî be, divê em serê xwe li ber wan bitewînin û bêdawî ji bo malbatên wan, ji bo zarokên wan mintedar bin.

Lê bêguman divê mirov pirs bike, ku ev her 3 hêz bi hev re li dijî DAIŞê şer bikin ne baştir e?

Her 3 hêz kurd in, lê bi hev re kar nakin!

Heta HPŞ ketiye nav hêzên ereban; tiştekî wiha hewce dike?

Cephê şer mijarek e.

Lê Êzîdî çiqas amade ne ji bo hevgirtin û hewldaneke yekgirtî ji bo mafê xwe?

Li Kurdistanê dilxwazên PDK, YNK an jî PKKê gellek cuda li ser mijara otonomiya Şengalê dihizirin. Partiyên wan yên siyasî çi dibêjin, ev jî dubare dikin.

Meclîsa Rûhanî ya Êzîdiyan jî li ser mijara otonomiyê ne xwedî ramanekî ye. Di nav meclîsa Rûhanî de herî kêm 3 grûp hene: Bavê Şêx, Mîr Teshîn Beg û lawên xwe û rewşenbîrên di nav meclîsê de. Heta niha ew neçar in ku lejneyeke siyasî ava bikin, daku ligel hikûmeta Kurdistanê, Bexdayê û cihên din bi yek dengekî daxwazên xwe bikin.

Li derveyî welat, bi taybetî li Almanya jî rewş ji vê baştir nîne. Ciqas Êzîdî û saziyên wan piştî vê karesatê dîplomasiyeke gellekî mezin kirin, ne xwedî stratejiyeke giştî ji bo mafên Êzîdiyan in.  Komên serbixwe û partiyên kurdan wek li Kurdistanê ji hev cuda ne û nêzîkî hev nabin. Li ser mijara otonomiyê gengeşî kêm e û şirovê li ser vê mijarê gellek qels û nizm tê kirin.

Wiha tê xuyakirin ku li Kurdistanê û li derveyî welat Êzîdî di aloziyeke navxweyî de ne û lewra jî nikarin zelal xwestinên xwe yên siyasî pêşkeş bikin. Bêguman hikûmata Iraqê jî her dem hewl dide ku Êzîdî li diji hikûmeta Kurdistanê derkevin û wiha kurd bi giştî zirar bibînin.

Hikûmeta Kurdistanê ji bilî vî şerê giran divê konsepteke erênî ji bo mijara Êzîdiyan û xwestinên wan amade bike. Tenê bi gotina ku “Êzdî ji xwe kurd in” û otonomî di nav Herêma Kurdistanê hewce nake, her tişt nayê çareserkirin. Bi tirs û fobiya ku Êzîdî dê ji kurdan cuda bibin pirsgirêk careser nabe. Ji xwe bi deh salan dewleta Tirkiyê bi tirsa ku kurd dê Tirkiyê perçe bikin, hemû mafên kurdan yên xwezayî hatin înkarkirin û karesateke mezin anîn serên wan. Lê tirkan jî êdî fêm kir ku bi înkarkirina pirsgirêkan pirs nayên çareserkirin.

Rewşa kurdên misilman û êzîdiyan di nav hev de çawa ye?

Êzîdî li Kurdistanê piştî vê karesatê li himberî kurdên misilman gellekî bi guman nêzîk dibin. Lê ligel kurdên misilman behsa guman û kêmbûna baweriya xwe li himberî wan nakin. Lê ku êzîdî bi tenê bin li ser wan tiştan eşkere diaxivin. Kurdên misilman jî di nav xwe de wiha dikin. Axaftinên “resmî” û axaftinên navxweyî gellek cuda ne. Ev tişt milletê kurd ji hev dûr dike û dê rojekê bibe sedema aloziyeke mezin. Tirsa min ev e ku di nav kurdan de netew û netewmendî, hestên kurdewarî qels bibin û hestên olî xurttir bibin. Ku wiha bibe, dê li ser navê ol û baweriyê teqandineke nav milletê kurd de peyda bibe.  Hêvî dikim wiha nebe.

Hikûmeta Kurdistanê li ser wan mijaran haydar e, lê divê konkret projeyan destpê bike, daku hemû kurd wek xûşk û bira, wek yek millet, lê bi mafên xwe yên taybet, bikarbin azad û wekhev bi hev re bijîn.