Kurd di hevkêşeya Sûriyeya nû de

Tiştê ku li Sûriyeyê qewimî ne tevahiya senaryoyê ye. Rûxandina rejîma Beasê û dûrxistina malbata Esed piştî 50 salan ji hikumdariyê, beşek ji bûyera mezin e lê beşa girîngtir ji wê; hevkêşeyên paşeroja Sûriyeyê ne. Ango ketina Esed ne dawiya çîrokê lê belê destpêka çîrokeke dirêjtir e.

Sûriye di nav hevkêşe û hevrikiyên navdewletî de beşek ji cemsera Rûsyayê bû, di hevkêşeyên herêmî de jî ser bi eniya Îranê bû. Tiştê ku qewimî berî her tiştî derxistina Sûriyeyê ji destê Rûsyayê û dûrxistina wê ji Îranê bû; lê kê kir? Hîn jî ne diyar e.

Ji bo paşerojê, ti garantî û hêviyek nîne ku dewsgirê Esed, ji bo gelên Sûriyeyê, ji malbata Esed çêtir be. Eger serdemeke tarîtir ji desthilata stemkar û dîktator a Esed dernekeve holê, di baştirîn rewşê de dibe ku her wekî desthilata Esed be lê di berg û di bin nav û nasnameyeke cuda de be.

Ango ne şert e ku ew guhertina mezin ku li Sûriyeyê qewimî, ji bo paşerojê deriyê jiyaneke çêtir li ber welatiyên Sûriyeyê veke. Berevajî vê yekê, çaverêkirinên ku rewşa Sûriyeyê ber bi xirabtirbûnê ve diçe zêdetir in ji wê yekê ku bibe Şama şerîf.

Ev jî ji aliyekî ve ji ber ezmûna rûxandina beşek ji welatên ku di 20 salên borî de li herêmê hatin hilweşandin, bedîlên wan ji zordarên berî xwe ne çêtir bûn. Ji aliyekî din ve jî bi taybetî grûpên ku niha li Sûriyeyê hatine ser desthilatê, reftar û kiryarên wan ên demboriyê, paşxana bîr û baweriyên wan, vê yekê ji me re piştrast dike ku paşeroja Sûriyeyê dê serdemeke tarîtir be, ji ber ku ev ne komên jiyanhez in, projeyeke wan ji bo bextewariya mirovan nîne.

Baweriya wan bi azadî, demokrasî, mafên mirovan, dadmendî û wekheviya di navbera zayend û çîn û tex û pêkhateyên olî û neteweyî de nîne. Şiyana wan a qebûlkirina cudahiyan nîne û ji aliyê stratejîk ve dixwazin hemû cudahiyan di nava xwe de bihelînin. Lewra ne pêkan e ku paşerojeke aram û seqamgîr ji bo Sûriyeyê were sêwirandin.

Ev yek wekî rastiyekê hemû welatên cîhanê û navendên girîng ên navdewletî jî pê dizanin lê çima li şûna van li wê yekê nefikirîne ku desthilateke medenî ya demokratxwaz şûna Esed bigire, tenê ew û Xwedê vê yekê dizanin.

Kî endezyar û darêjerê senaryoya vê çîroka nû ya Sûriyeyê bû yan jî li hemberî çi tiştekî din bazar bi Sûriyeyê hate kirin? Dibe ku nola tiştanokeke dijwar, dîtina bersivê ne hêsan be lê zelal e ku li ber xwe nedana artêşa Sûriyeyê, pişta xwe dana Rûsyayê û bi lezgînî vekişîna artêşa 5 hezar çekdarî ya Îranê û bi tenê hêlana Esed, ne ji ber êriş û pelamarên HTŞyê ye. Li pişt vê dîmena darîçav, kîjan hevkêşeyên din ên navdewletî û herêmî diqewimin? Pêkan e wekî gelek bûyerên din ên cîhanê, di paşeroja dûr de nihêniyên wan eşkere bibin.

Kurd dibêjin tiştê ku wekî heyva çardehê dibiriqe ev e; di hevkêşeyên herêmî de çawa berê Sûriye paytexta duyem a Îranê bû, ji bo paşerojê jî Şam dê bibe Enqereya duyem. Di hevkêşe û hevrikiyên navdewletî de jî dê li hêla Rojavayê bisekine. Tewra heke desthilatdarên wê wekî Talîban û DAIŞê jî tevbigerin.

Li vir pirsa girîng ji bo me ev e: Kurd li Sûriyeyê dikevin kîjan aliyê vê hevkêşeya nû? Kurd jî wekî girêdayiyên eniya Rojavayê têne sêwirandin? Lê ji ber du sedeman em nikarin li pey bersiva vê pirsê biçin, heta bersiva van pirsan li ba me nebe, ya yekem 'Gelo ev desthilatdarên Sûriyeyê di paşerojê de dê çawa li Kurdan binêrin?' Ya duyem jî 'Gelo mimkun e ku ev perçebûn û dabeşbûna Kurdan were çareserkirin û di eniyekê de kom bibin, da ku mîna aktorekî di nav bûyerên paşeroja Sûriyeyê de cih ji wan re bê vekirin?'

Yan jî wekî vêga her yek dê di newalekê de bimîne, ji ber ku ev zelal e eger Kurd şiyanên xwe nekin yek û wekî eniyeke Kurdî li dora projeyekê kom nebin, ne tenê nikarin tiştekî ji bo Kurdan bi dest bixin, tewra nikarin ewlehiya wê yekê jî bi dest bixin ku piştî (rejîma Esed) qurbaniyên mezin ê bûyerên Sûriyeyê, ne Kurd bin lê eger projeyeke Kurdî wekî nexşerêya Kurdan ji bo paşeroja pirsa Kurd li Sûriyeyê hebe, îhtimala wê yekê heye ku ev guherînên Sûriyeyê derî li ber vê yekê vekin ku Kurd bigihêjin beşek ji mafên xwe.

Ji ber ku welatên Rojavayê û berî hemûyan jî Amerîka, digel ku Tirkiye wekî hêzeke mezin li herêmê wek beşekê ji projeya xwe dibînin û li Kendava Erebî jî berjewendiyên zêde ji xwe re misoger kirine, lê di paşeroja herêmê de ti erdnîgariyeke bi qasî Kurdistanê bi dest naxin ku pêkan be hêvî li ser were çêkirin ku dostê stratejîk ê Rojavayê be.

Eger Kurd bi xwe amade bin, berevajî wê dîroka dûr û dirêj a ku erdnîgariya wê bûye sedema hewldanên qirkirina neteweya wê, dibe ku ji bo paşerojê erdnîgariya wê bibe alîkar ji bo li ser pêyan mayîna wê wekî neteweyeke zindî û mezin a cîhan û Rojhilata Navîn.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)