Karasay xweş mekan e!

23-12-2013
SALİHÊ KEVİRBİRÎ
A+ A-

 

Werin em îro herin serdana gundekî Kurdên Kazakistanê…

Îro 5 hezar kîlometre dûrî Kurdistanê, li Asyaya Navîn gellek gundên Kurdan hene. Her cara ku li Kazakistan, Kirgizîstan û herêma Sîbîryaya Rûsyayê diqesidim, dibim mêvanê van gundên me yên kurdperwer û mêvanperwer.

Ev Kurdên me yên li welatên Asyaya Navîn heta îro jî ti caran axa ku jê hatine ji bîr nekirine. Tevahiya wan ji Bakurê Kurdistanê, herêma Serhedê, ji neçarî derbasî Kafkasyayê bûne û ji wir jî sirgunî bûye para wan.

Di dema Sovyetê de, bi fermana Stalîn, ber bi çolên Asyayê ve hatin sirgunkirin. Pirraniya wan Kurdan li Kazakistan, Kirgizîstan û Ozbekistanê hatin bicihkirin. Kurdên Kazakistanê ji eşîrên Brûkan û Celaliyan in. Pirraniya wan Brûkî ne û sala 1937ê ji Ermenistan û Nexçîvanê hatine sirgunkirin. Brûkiyên ku bi darê zorê hatine Asyaya Navîn ji milên Beşka, Qerka, Şewlika, Hêcimka, Pîrka ne. Lê belê Kurdên ku sirgunên sala 1944ê ne, ji eşîrên Cêciyan û Coldeliyan in.

Di roja me ya îroyîn de li Kazakistanê beşeke giran ji Kurdan li gundan jiyana xwe berdewam dikin. Heta niha çend nifş ji welatê xwe dûr, li wan gundên Asya Navîn hatine binaxkirin. Lewma jî wekî tevahiya Kurdên Kafkasyayê, Kurdên vê derê jî her dem dibêjin; “Me sê bavên xwe li ser erdekî çal nekirin birê min!”

Bi tenê îro li derdora bajarê Çîmkentê 6-7; li dorhêla bajarê Cambûlê jî 7-8 gundên Kurdan hene. Li çarmedorê Alma Atayê jî bi têra xwe gundên Kurdan hene. Li tevahiya wan gundên li ser xaka Kazakistanê jiyana kurdewarî, tevî axaftina zimanê kurdî, her berdewam e.

Gundê Karasayê yek ji wan gundên ‘ezîzên ber dile min e.’ Karasay gundekî Îssîkê ye ku dikeve ser Alma Atayê. Gund 45-50 kîlometre nêzîkî Alma Atayê ye. Çûn û hatina gund ji bilî zivistanê hêsan e. Mehên zivistanê çûn û hatin pirr zehmet e. Gund li kêleka qûntara rêzeçiyayên Îlê-Alatawê ye, lewre jî zivistanan berfeke giran dikeve erdê.

Gundiyên Karasayê sirguniyên 1944ê ne. Dema sirgunê ji Gurcistanê hatine. Ji eşîra Coldeliyan ne. Li Kazakistanê rastî sirguniyên 1937ê tên. Wê demê Kurdên 1937ê kar û barên çandiniya rez û baxan dikirin. Sirguniyên 1944ê yekser li wê derê bi cih û war dibin. Kurdên ku sala 1937ê hatine piştgiriya wan dikin û paşê li gundê Akbastawê bi cih dibin. Gundî bi bax û zeviyan dabara malbata xwe dikin. Di destpêkê de 10-15 malên Rûsan û Qazaxan û çend malên Alman û Ûyguran hebûne, yên mayîn hemû Kurd bûne.

Karasay ji 450-500 malan pêk tê. Ji wan 300-350 mal Kurd in. Li gund gellek pîr û navsere hene ku sirguna 1944ê bi çavê serê xwe dîtine. Tevahiya Kurdên gund Misilman in û li gund mizgeftek heye ku meleyê wir Kurdeki bi navê Apê Rizgo ye. Apê Rizgoyê Cebêr tevî Xatûna Cebêr tevahiya kar û barên mizgefta gund dikin.

Li Karasayê dibistaneke mezin heye û zarokên Kurdan ji bilî tevahiya dersan, dersa zimanê kurdî jî dibînin. 10-15 zarokên Kazaxan ne tê de, ji 300î zêdetir zarokên Kurdan li dibistanê dixwînin. Zarok heta pola 11ê dixwînin. Sînema Mirtezayê Koroxliya ku bi salan li dibistanê kar kiriye, dibêje ku piştî xwendina li gund, şagirt diçin enstîtuyan, zanîngehan û kolejan.

Tevî ku 75 sal in Kurd li vî gundî dijîn jî, rabûn û rûniştina wan, dawet û govendên wan, şîn û şahiyên wan ne guherîne û çawa ku li Kurdistanê dijîn, bi erf, adet û kevneşopiyên xwe ve girêdahî ne.

Eger rojekê berê we ket Naverasta Asyayê, bizanibin ku li Karasayê û tevahiya gundên Kurdan deriyê her malê heta dawiyê ji we re vekiriye…

 

Ez kefîlê wan, hûn bi xêr bên!

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst