Ne henek e, kujerê Musa Anter dibe şaredar

Ji AKPê berendamtiya kujer Hamit Yildirim an serbestbûna wî, rûreşî ye? Gundê mijar, Dêrgulêya Şirnexê ye. Ew weke paxtexta Botiyan e, gundê Osman Axayê navdar e. Eşîra kedkar. Hevandina kujerekî wisa bêguman hetikayî ye, lê ma kîjan devera me ji wan hetikayiyan bexşbar e?

 

Balkêşî; doza Anter hê li Enqerê dibe, lê bi rûspîkirina kujeran. Çibe jî, bûyer bi firehî tê zanîn. Orhan Mirogluyê li cem Anter birîndar û dûvre parlamenterê AKPê, çîroka kuştinê nivîsand (“Dijwar, Onlara dair her şey”). Aşarte-kujerê JİTEMê Abdulkadir Aygan li xwe mikur hat (Timur Şahan – Ugur Balik, “İtirafçı, Bir Jitem’ci Anlatti”). Suphan Meteyê nivisiyê Anter yê heya roja dawî li cem, tiştên zane kir kurtepirtûk (“Qod: Deşifre”).

 

Otela Demir

 

Anter Îlona 1992yê vexwandibûn Mîhrîcana Çandê ya 8mîn ya Şarederiya Amedê. Ew dê gotar bida, pirtûkên xwe îmze bikiran, bi însanên xwe re mijûlî bikira û bi dilekî têr li Amedê bigeriya. Wî wisa hizir dikir. Xwarzî û nevîsiyê wî Suphan Mete diçû cem. Orhan Miroglu jî tevli wan dibû.

 

Bernama Anter tijî bû. Li Çingûşa Amedê pirsgirêka erdê ya hevalekî wî hebû. Çareserî di destê hêza siyasî ya kurd de bû. Îdîaya din: Anter dê bi hinek kevne-gerîlayan re biaxifiya û dê ew qanî bikiran da ku ew nebin aşarte. Anterê xwedî têr serpêhatî, di asta hişsivikiyê de dilpak bû. Di herdu bûyeran de jî, ew ji rêzdariya xwe bawer bû.

 

Kontergerîla, jê leztir e

 

20.09.1992. Ew roj Musa Anter, naxwaze Suphan Mete li cem be. Suphan û helbestvanekî kurd bi hev re ji Otelê diçin.

 

Danê êvarê Anter û Miroglu xwe berdidin ber Otelê. Xortek li benda wan bû, yekî bi kutikekî fireh û soleke sporê. Kurdiya wî zelal bû. Bi nasnavê “Dijwar”, xwe da naskirin. Hersê li trimbêleke ticarî siwar bûn. Anter ji Miroglu rêya Seyrantepeyê dipirse. Dibe hevdîtin li wir dibû.

 

Ji Seyrantepeyê diborîn, rêya Erxenîyê digrin. Sehlbûn û tevlîheviya Dijwar, Anter aciz dike. Bi rasthatinî trimbêl dan sekinandin. Ajovan ajot û ji wan dûr ket. Dijwar li pêş, ew li paş. Anter “zivir” da ber xwe. Dijwar bi yek derbê ji bin kutik demançe kişand û barana berikan.

 

Anter ji mejî û singê berik xwarin. Gav avêt. Dîsa derb xwar. Pişterast kete erdê. Serê wî di nav xwînê de. Xwest tiştekî bêje, destê rastê hinek rabû, dûvre ket ser singa wî. Miroglu jê wêde ketibû. Ji piştê careke din berik xwar. Laşê wî rehilî, ji jê nalînî derket. Xwest xwe rake, lê ser rû bi erdê ve zeliqî. Ew ji mirinê filitî, Anter di cih de jiyana xwe ji dest da.

 

Kuştina Anter di qada navnetewî de deng da. Hemû hewqas. Anter jî weke bi hezarên din, qurbaniyê “kujerên-nediyar” bû!

 

Eniya kurd ya têzanîn

 

Şervanên PKKê li Bongilana Çewlîgê dozgerek jî têde çendek nunerên dewletê kuştin. Li Mêrdînê Suphan Mete revandin. Bi lêdanê çîrokek bi wî dan gotin. Çîroka xemilandî pêşkêşî rayagiştî kirin. Min Suphan dît, çîroka xwe ji min re got. Ew bi her awayî li derveyî bûyerê dixuya.

 

Zanyariyên Abdulkadir Aygan

 

Aygan, di kuştinê de deqa JITEMê piştrast dikir. Cem Erseverê li Enqerê erkdar, diçû Amedê. Lê plan û birêvebirina kuştinê, karê “Kesk” (Mahmut Yildirim) bû. Da ku Anter ji otelê bibin, bi nasnavê “Hogir”, Cemil Işikê kevne-PKKyî bi kar anîbûn. Dibe li herêma Mêrdînê Hogir, Anter nas kiribû.

 

Di hewldana pêşî de bi ser neketibû ku ew Anter ji otelê derînin. Aygan li cem Hogir bû. Aşarte-kujer Ali Ozansoy, li Saraykapiyê li avahiya JITEMê têkilî koordîne dikir. Kesk bi aşarte-kujer Mustafa Deniz re, ji nêz kuştin bi rê ve dibir. (Deniz, Mijdara 1993 li Enqerê bi Ersever re ji aliyê JITEMê ve hat kuştin). Kuştin li bajêr bûbû sedema rewşa awarte. Koma JITEMê bi lez bi Land Roverê zivirîbû hêlîna xwe. Hamit bi demançeya UMANa çardexur li Anter dabû û da ku bi polîsan re ti pirsgirêk çenêbe, ew avêtibû qutiyeke gemariyê.

 

Ez Aygan baş nas dikim. Di PKKê de nema. Gava ket Bakur, reviya û bû aşarte. Bi yeqînî derewên wî hene. Lê zanyariyên ew dide, têra nasandina kujer dike.

 

“Hogir” an Cemil Işik

 

Heya Aygan, di kuştinê de navê Işik veşartî ma. Ji Vartoya Mûşê bû. 1984/1985ê tevlî PKKê bûbû. Bi kuştina gundiyan nav dabû. Ji PKKê baz dabû, xwe sipartibû Başûr. Tîma JITEMê ya ku ji serpel Mazhar, aşarte-kujer Ali Ozansoy û Aygan pêk dihat, ew ji Zaxoyê biribûn. Cem Ersever, ji Sîlopîyê operasyon meşandibû.

 

Dûvre jina Hogir tevlî wî dibû. Wêneyên ji avahiya JITEMa Amedê, zanyariyên Aygan piştrast dikin. Şopa Hogir, li Ewropayê derket. 1994/1995ê li Wuppertala Almanyayê ew kuştin. Ji kuştina Anter heya çûna Ewropayê, Hogir çi kiribû? JITEMê baweriya çûnê dabûyê? Nexwe wî dikarî li Başûr bimîne. Ew ji ber kuştina Anter an ji ber ku ew ji PKKê veqetiyabû, hatibû kuştin?

 

Yên dîtî dibêjin, li mala zavayê wî du wêne daleqandî bûn; yê Hogir û yê Ocalan. Dibe ji tirsa parastina malbatê.

 

Hogir ji binemaliya Ermenî tê? Mirov ne bi qurmê xwe, lê bi kirdariya xwe tê darizandin. Li gundê wî Rindelyanê Ermenî hene, lê ji kesên malbatê baş nas dikin: Hogir, Kurd e.

 

Pirseke girîng: Kujer Hamit Yildirim, ji aşartetiyê dihat an ji derve ew xistibûn nav torê? Ji bo hinekan, “Ew li Başûr tevlî Hogir bûbû”. Hêvidar im, di dadgehê de ev mijar hatibe eşkerekirin.

 

Tiştên Miroglu naxwaze bêje

 

Miroglu weke min ji Batmanê ye. Em ji yek nifşê tên. Lê çi sosret e, ew qet nayê bîra min! Kuştina Anter ew kire ‘Mîroglu’ û parlamenter jî. Ji min re xem e: Ti tama wê parlementeriyê heye?

 

Dibêje, “Anter di serî de hevdîtin qebûl nekiribû”. Kî ew qanî kiribû? Anter diçû hevdîtina kî? Aşarteyan xefika hevdîtinê didan pêş? Miroglu bi serê xwe çobû an ew şandibûn? Min ew jê pirsîn, lê bêbersiv mam. Ma parlamenterê qerase, wê bersiva min rebenî bida!

 

Li min biborin, divê ez vê jî lê bikim: Ti sedem û qelsî nabe mehneya kuştina rewşenbîrên kurd. Lê ma li seranserê dinyayê ji Kurdan pêve ti netew heye ku endamên wê wisa bi dilpakî û hişsivikî diçin mirinê?

 

Ma kujer qet nebûye desthilatdar?

 

Hamit Yildirim, piştî kuştinê li Dêrgulê dima û cerdevanî dikir. Li Amedê li ser kuştina Anter doza JITEMê hebû, lê Yildirim di tora artêş û sîxuriyê de serbest digerî. 2012yê ew girtin. Di kuştinê de para wî, di tariyê de hiştin. Pênc sal borîn. Bi demborînê, 2017ê ew berdan.

 

Mêrkujî, semyana serdestiyê ye. Weke Peker, Agar, Bucak û bi dehan kesên din. Mafya û kujer nasnameya siyasî distînin, an ew nasnameya xwe didin desthilatê. Em, ji 1994ê ji Cizîra Bota baş zanin. JITEMê xulamê xwe Kamil Atak kiribû şaredar. Şaredariya Keçiorena Enqerê ya ji MHPê, bûbû “Bira”. Bi biratiyê, kujer şandibûn. Cizîrê lîça xwînê bû.

 

Karê partiyên kurd ên legal, dijwar e. Hilbijartina şaredariyan tê. Va dijberên wan. Ma Parlemena Tirkiyê jî, ne wisa ye? Hûn bêjin: Desthilat bûye tilîkêş, an tilikêş bûne desthilat?

 

(Raman û nêrînên di nav gotarê de aîdî nivîskar in, Tora Medyayî ya Rûdawê ji ramanên nivîskar ne berpirsyar e)