Stratejiya Îranê li hemberî şerê Xezayê
Ji 7ê Çiriya Pêşînê û heya îro, em di demekê dijîn ku kêm caran diqewime. Îsraîl di vê demê de hêleke xwe ya din bi cîhana derve dide nasîn. Ev hêla Îsraîlê qels, lerzok, şaşwaz û birîndar e. Tew, ji ber hejmara pir mezin a dîlên wê, heta radeyekê Îsraîleke dest û ling girêdayî tê ber çav.
Komara Îslamî ya Îranê bi baldarî çavdêriya vê lerzokî û birîndariya Îsraîlê dike. Îran bi gelek awayên cuda cuda hewl dide ku mifayê ji vê rewşa Îsraîlê wergire û heta jê bê xwê li ser birîna wê bireşîne, ji bo ku hê bêhtir bizêre û xwîn jê biherike lê Komara Îslamî ya Îranê vê yekê bi zanebûn dike û nahêle jan bigihêje astekê ku êdî ji aliyê Îsraîlê ve neyê qebûlkirin û Îsraîl bêgav bimîne êrişî Îranê bike.
Ango, mejiyê stratejî yê Îranê heta vê gavê, li ser du arasteyan dixebite. Arasteya yekem ew e ku Komara Îslamî ya Îranê ji hemî cîhanê re dibêje ku ne ji dûr û ne ji nêzîk destê Îranê di êrişa Hemasê de nîne û Tehran bi ti hawî beşdarî amadekirin û pêkanîna êrişa 7ê Çiriya Pêşînê ya li hemberî Îsraîlê nebûye. Bi ser de, rêberê Komara Îslamî ya Îranê bi xwe jî piştî sê rojan ji vê êrişê zelal û eşkere got ku bi ti hawî destê "Komara Îslamî" di amadekirin û bicihanîna (êrişa Hemasê) de nebû.'
Lê di heman demê de, heman rêberê giştî yê Komara Îslamî ya Îranê, di 17ê Çiriya Pêşînê de bi awayekî eşkere nîşan da ku heke êrişên Îsraîlê yên li ser devera Xezayê bidomin, ti kes nikare pêşî li bereya 'Berxwedanê' bigire ku tev li şer nebe û çend eniyên din li hemberî Îsraîlê nede vekirin. Ev arasteya duyem e ku stratejiya Îranê li ser hatiye avakirin.
Di navbera van her du arasteyan de, Komara Îslamî ya Îranê lîstikeke pir jîr û bi zanebûn dilîze. Her cara ku berjewendiyên wê di wê yekê de bin ku rabêja desttêwernedan û bêhaybûna xwe bide pêş, nexasim li pêşber civaka navdewletî, radibe tevaya makîneya xwe ya dîplomatîk û medyayî li gor vê yekê eyar dike.
Lê her dema ku berjewendiyên wê di wê yekê de bin jî ku zêdetir şewqê biavêje ser pabendiya xwe bi doza Filistînê û rûbirûbûna Îsraîlê, ji bo pêkanîna vê armancê Îran gelek awayan dide xebitandin. Îran dikare di heman demê de, li ser her du hêlan bixebite, bêyî ku rûberên wan tev li hev bike.
Wekî mînak, di demekê de ku balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Neteweyên Yekbûyî hemî şiyanên xwe ji bo danasîna arasteya yekem a Îranê bi cîhanê bi kar tîne, di heman demê de serokkomarê Îranê dibêje: Ger tawanên rejîma Siyonîst li Xezayê berdewam bin, bila kes li bendê nemîne ku Komara Îslamî ya Îranê bikare rê li ber Eniya Berxwedanê bigire ku tev li cengê nebe!
Lewra, rast e ku bi hezaran welatiyên sivîl li her du aliyên sînorî yên navbera Îsraîl û Filistînê di vî şerî de dibin qurbanî û her roj xwîna bi sedan merivên bêguneh jî dirije û ev bobelateke mirovî ya mezin e lê ev jî rast e ku çanda sar a dewletê li Îranê, vî şerî wekî lîstikeke jîrane di navbera xwe û Îsraîlê de dibîne û ya ji Îranê re girîng, ne rijandina xwîna merivên bêguneh, li şûnê tomarkirina golên herî zêde li dij Îsraîlê ye.
Heke êrişa 7ê Çiriya Pêşînê li ba Îraniyan serkeftineke mezin a li hember Îsraîlê be, niha û li vir, serkeftina bi rastî ew e ku Komara Îslamî ya Îranê pêşî li dagirkirina Xezayê bigire û rewşa Îsraîlê wiha aloz bike ku nikaribe derbasî nav Xezayê bibe û ger dagir jî kir, Xezayê kolan bi kolan li Îsraîlê bike fena dojehê, lap çawa Îraqa piştî sala 2003yan li Amerîkayê kir nola dojehê.
Li ser vê astê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji hemû Îraniyan zelaltir vê stratejiyê nîşan dide. Ew di heman demê de diyar dike ku îhtîmala vekirina çend eniyên şer dijî Îsraîlê vekirî hatiye hêlan lê di heman demê de vê yekê jî ronîdar dike ku bereya 'Berxwedanê' fermanên xwe ji Îranê wernagire û xwedî biryarên xwe yên serbixwe ye.
Di navbera van her du rabêjan de, navçeyeke tarîgewrik heye ku hertim ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tê parastin. Di nava vê navçeyê de jî ku heya ser guhên xwe bi hevkêşeyên aloz dagirtî ye, kabûsekî din li ser sînga siyasî ya Îranê veniştiye: Divê rewş bi radeyekê têk neçe ku metirsî li ser serdestiya Tehranê li Îraq, Lubnan, Sûriye û Yemenê were pê!
Bi gotineke din, divê rewş negihîje astekê ku êdî Komara Îslamî ya Îranê nikaribe wê kontrol bike û di xeleka dawî de, bi têkçûna Komara Îslamî bi dawî bibe! Kurt û Kurmancî, li gor Komara Îslamî ya Îranê, divê dadana agirê Rojhilata Navîn, bi şewitandina kiras û şaşikên ayetullahên Îranê bi dawî nebe!