Hîlala şîe ya aborî

Sala 2014ê  li bajarê Kirmana Îranê , civîneke fermandarên Sipaha Pasdarên Îranê  pêk hat . Di wê civînê de  Qasim Silêmanî, fermandê Sipaha Qudis ku baskê derve sînorî yê  Sipaha Pasdarên Îranê ye, bi eşkere  perde li ser erka xwe  rakir û got, li min hatiye raspartin  ku divê Hîlala şîe temam bikim û nasiyonalîzma şîe ya îranî berfireh bikin.

 

Xala herî girîng ji axaftinên wî  ew bû ku got: Hîlala şîe, siyasî nîne ,hîlala şîe hîlala aborî ye, pirsa herî girîng bo aborîya cîhanê neft ango petrol e. Em dizanin  piraniya  petrola  cîhanê, di her sê welatên îran, Erebistan û Iraqê de ne, ku %70 ji vê petrolê li navçeyên şîenişîn de ye. Petrola Iraqê li  Besre, Bexdad û Kûtê ketiye . Li Erebistanê %80 li navçeyên şîenişîn Demam, Qitîf cih girtine û li Îranê jî ku jixwe destê wan de ye .

 

Îran rê liber cîbicî bûna destûrê û madeya 140ê digire ku girêdayê bi mafên kurdan in

 

Komara Îslamî ya Îranê her çend  li gel kurdên Başûrê Kurdistanê  xwedî peywendiyeke kevin e, lê  ji sala 2003ê ve, bi awayekî veşartî, piştgiriya şîe yên Iraqê dike û dijatiya kurdên bi piranî sunne û bi hemî hêza xwe, rê li ber cîbicîbûna gelek madên destûra bingehîna Iraqê û bi taybetî maddeya 140ê digire  ku girêdayê bi mafên kurdan in . Ev yek jî bû sedem, kurd berovajî nerîna Îranê bo guvaşxistina ser şîeyan, referanduma serxwebûnê birêve bibe.

 

Referandum rastî nerazîbûna Amrîka û welatên bi bandor li ser Rojhelata navîn û cîranên Kurdistanê hat.  Îran û Tirkiye ku nakokiyên wan yên dîrokî û nû hene, ji ber hebûna fobiya kurd li cem wan, li ser siyaseteke hevpar li dijî kurdan hevdu girtin. Ya ku di serdana Erdogan  bo Tehranê de, li pişt perdeyê  hate îmzekirin, wergirtina Kerkûkê ji kurdan û teslîmkirina wê bi dewleta şîe ya Iraqê bû. Bo vê meremê jî  Qasim Silêmanî bo Silêmaniyê hate şandin daku duberekiyê bixe nav kurdan û hinekan razî bi dayina kerkûkê bike, ku encama wê jî, valakirina Kerkûkê û navçeyên din yên neftzêm bûn, ku di encama şerên dijwar bi daişê re pêşmerge tevahiya wan navçeyan kotirol kiribûn.

 

Her çend ji destçûna Kerkûkê ziyaneke pir mezin bû bo kurdan, lê di asteke kêm de Tirkiye û welatên  erebên navçê jî zerermend bûn.

 

Di hember de, Komara ÎslamiyaÎ îranê, weke çawa Qasim Silêmanî jî bi eşkere got, gaveke girîng bo berfirehkirina hîlala şîe û kontirolkirina navçeyên neftzêm li Rojhelata Navîn hilda û karî kontrola wan navçeyan bixe destê dewleta hevpeyman û tayfegera şîe ya xwe li Iraqê.

 

 Lê ya rast, hejmûna Komara Îslamî li navçê, tenê bi xistina kerkukê bo destê Heşda Şîe ya xwe  bi dawî nayê.

 

Qasim Silêmanî bi eşkere behsa sê welatên Îran,Iraq û Erebistanê  weke sereketirîn welatên neftzêm  yên navçê dike.

 

Ew dibêje nefta wan sê welatan li navçeyên şîenişîn ketine. Gelekî bi hêsanî, mirov dikare vê bizanê ku Îranê çima Hosî li Yemenê rakirin û piştgiriya beşên tundrê yên kemîneya şîe ya Erebistanê dike. Bê guman, Îran xewna navçeya sêyem ku Erebistane, ji serê xwe dernaxe.