Erebistana Siûdî ya nû…jana zayîneke din!

Hezîrana 2017an, dema Mihemed Selman bû cînişînê Erebistana Siûdî, ez bawer nakim hatibe bala kesî ku ew cînişîn bikare welatê xwe ji şûşeya mişt selefîzm derxe û bîne nav dinyaya modernîteyê.

Stêrka taliha Mihemed Selman bi hatina bavê wî ya ser desthilatê re dest bi derketinê kir. Pêşî, sala 2015an bû serokê Dîwana Şanişîna Siûdî, dû re bû cînişînê cînişînê Siûdiyê û cîgirê duyem ê serokê civata wezîran, paşê sala 2017an bû cînişînê welatê xwe.

Bi derketina ciwanekî ji nav malbata padişahên Siûdiyê, guhertinan dest pê kir. Lê guhertina herî mezin ji bo paşeroja wî welatî bi navê (Dîtina 2030)î bû.

Her çiqas Dîtin bêhtir aborî ye, lê di rastiyê de derbasî nav gelek aliyên jiyana wî welatî bûye û bûye tiştekî hemûgir ji bo tevahiya qadên jiyana Erebistana Siûdî. Li gor min, giring e ku ez li vir dabaşa aliyê olî bikim. Gelo Erebistana Siûdî di 2030î de dê bibe welatekî çawa di aliyê olî de û dê çawa li hember aliyê olî û çavkaniya selefîzma dinyayê tevbigere?

Ragirtina Desteya Fermana Qenciyan û Nekirina Xerabiyan

Karên li pêş ên jidayikbûna Erebistana Siûdî ya nû, windakirina Desteya Fermana Qenciyan û Nekirina Xerabiyan ji ser sehneya bûyeran bû. Desteya navborî ji salên çilî yên sedsala borî ve ava bû. Karê wê yê sereke îslamîzekirina civaka Siûdî li ser rêbaza wehabî bû.

Wek yek ji diyartirîn saziyên wî welatî, herdem hegemoniyeke wan a berbiçav li ser civakê hebû. Wan bi şev û roj li kolan û cihên giştî, dibistan û zanîngeh, nexweşxane û hemû deran, bi xurtî amade bûn; rêgir bûn li ber her vebûneke civakî, nedihîştin jin ajokariyê bikin, her karekî hunerî fena konsertên muzîkê, stran û sema qedexe kiribûn.

Lê Erebistana Siûdî ya nû bi biryarekê piraniya desthilatan ji endamên desteyê stand. Pêşî erkê wan ji bo dayina xeberê li ser xerabiyan hat kurtkirin. Dûre otomobîlên wan jî ji kolanan hatin kişandin û her civînek di atmosfera giştî de li wan hat qedexekirin.

Erebistana Siûdî ji desteya fermana qenciyan bo desteya xweşî û terfîhî

Hegemoniya Desteya Fermana Qenciyan û Nekirina Xerabiyan li ser Erebistana Siûdî ya kevin serdest bû. Heçî Erebistana Siûdî ya nû ye, hegemoniya desteya xweşî û terfîhî baskê xwe li ser vedaye. Lê yê ku berê û niha jî xwedî hegemoniyeke mezin bûn li ser wê şaneşînê malbata Al Şêx e.

Li Erebistana Siûdî ya kevn ku selefîzma wehabî ew raber dikir, kerta olî ji aliyê Al Şêx ve dihat birêvebirin. Heçî Erebistana Siûdî ya nû ye jî, bi heman awayê kevn, dîsa ji aliyê malbata Al Şêx ve tê birêvebirin. Ew jî Tirkî (Al Şêx) e. Ew serokatiya wê desteya bi navê (Desteya Giştî ya Terfîhê) dike û wek endezyarê karên xweşî û terfîhî li wî welatî tê hejmartin.

Xweşî û terfîh wek stûna Erebistana Siûdî ya nû

Yek ji diyartirîn karên Desteya Fermana Qenciyan û Nekirina Xerabiyan, qedexekirina xweşî û tiştên terfîhî (teselîkirin) bû ku bi gelemperî wek derketina ji olê û bêexlaqiyê dihatin ravekirin. Lê li Erebistana Siûdî ya nû bûne cihê giringîdaneke pir mezin û wek şadamarê aboriya nepetrolî hatine hesibandin. Li gor plana 2030, xerciyên malbatên Erebistana Siûdî ku li ser xweşî û terfîhê xerc kirine ji %2.9 bilind dibe bo ji %6.

Bi rêya wê plana ku ji bo rengînkirina dahatên Erebistana Siûdî ya nû hatiye danîn, ku pir di wê kertê de tê bidestxistin, xwesteka siûdiyan ew e ku dahata nepetrolî ya welatê wan ji 163 milyar riyalan bilind bibe û bibe yek tirîlyon rîyalên siûdî.

Ji bo gihîştina bi wê hejmarê jî, Riyadê soz daye heta 2030î tibaba 7.2 tirîlyon dolaran bigihîne bazarê. Di vî alî de, endezyarê vê dîtinê ku Mihemed Selman e, dibêje: "Bi hatina 2030î Erebistana Siûdî dixwaze bigihe rêza 15 welatên pêşeng ên cihanê di warê aborî de".

Xweşî siûdiyan dihejîne û cihanê mitûmat dike

Vebûna Erebistana Siûdî ya nû di rûyê xweşî û terfîhan de bi lidarxistina çalakiyên salane bû. Yekem gera çalakiyên cihanî bi navê demsala yekem a Riyazê di 2019an de û bi dirûşma "Xeyal bike" karîbû 10 milyon serdanîneran bikişîne ser çalakiyên xwe.

Di demsala wê ya duyem de jî dirûşm bû "Xeyal bike û zêdetir jî", di demsala Riyaz 2 de 7500 çalakiyên cuda cuda yên hunerî û çandî di programê da hatibûn danîn, wek 10 pêşangehên cîhanî û 350 şowên şanoyî.

Li gor plana organîzatorên Riyaz 2, 40 hezar vîze bi geştyarên 104 welatên dinyayê hatine dayin. 4.5 milyon kes jî beşdarî çalakiyên mezintirîn bûyera xweşî û terfîhî di dîroka Erebistana Siûdî de bûne. Vebûnên Erebistana Siûdî di vî warî de ne tenê hemwelatîyên siûdî, lê welatên dever û cihanê jî mitûmat kir.

Îslam wek nasname dimîne

Taloqkirina Desteya Fermana Qenciyan û Nekirina Xerabiyan dilê siûdiyên muhafezekar tije fikar kir. Lewra di Dîtina 2030î de, ku hinek kes wê wek Erebistana Siûdî ya nû bi nav dikin, ola misilmantiyê wek nasnameya wî welatî dimîne.

Wexta ku Dîtina 2030î tê ser dabaşa aliyê olî yê Erebistana Siûdî ya nû, xurtkirina nirxên îslamî tekez dike û nav di hemwelatiyên xwe dide li gor metoda nerm bi nirxên îslamî re bijîn û vê yekê jî mîna reh û koka xurt a Erebistana Siûdî bi nav dike.

Cînişîn Mihemed Selman ji destpêka Dîtinê ve nivîsî: "Dîtina me ji bo welatê ku em dixwazin, welatekî bihêz û pêşketî ye ku cihê hemûyan lê hebe. Destûra wî îslam û metoda wî nermî ye û yên din dipejirîne". Her vê yekê jî wiha kiriye ku Dîtin nasnameya îslamê wek kûrahiya wî welatî tekez bike û hatiye nivîsîn: "Em li gor pernsîbên xwe yên îslamî dijîn".

Lewra jî plana Dîtina 2030î ew e ku hejmara umrekaran ji heşt milyonan ji bo 30 milyonan di salekê de were bilindkirin.

Kîjan forma îslamê li Erebistana Siûdî ya nû tê meşandin?

Tekezkirin ali ser ola îslamê ji bo welatê xwediyê her du hereman û rûgeha misilmanan ne tiştekî nû ye. Lê gengeşe li ser wê yekê tê kirin ka gelo li Erebistana Siûdî ya nû kîjan forma îslamê dê were meşandin? Dirêjahîdana selefîzmê yan forma ronîdar a îslamê yan çi?

Li bal hemûyan zelal e ku Erebistana Siûdî ne tenê rêbaza selefîzma wehabî cîbicî dikir, bi ser de jî bibû lêvegera bilind a wê metodê li cîhana îslamî. Beşeke şîyana xwe ya aborî jî terxanî belavkirina wê metodê li cîhana îslamî kiribû. Lê li Erebistana Siûdî ya nû stêrka bextê wan ber bi xuricînê diçe.

Taqoqkirina Desteya Fermana Qenciyan pêngava yekem a encamdana guherîna bingehdar di hizira îslamî ya şenişînê de bû. Paşê guhertin û hilweşandina biryarên desteyê di programa kar a Erebistana Siûdî ya nû de cih girt.

Eşkere ye ku plana veguhertina Erebistana Siûdî ji selefîzmê bo ronîdariyê bi hûrbînî hatiye pilebendkirin û qonax bi qonax tê cîbicîkirin. Ev jî ji tirsa karvedana civakekê ye ku ji wexta Erebistana Siûdî heye selefîzma wehabî tê de serdest e. Hevdem ji bo ku civak xwe li ber guhertina hizirî bigire û wê bigivêre.

Erebistana Siûdî ya nû kirasê ronakbîrî û toleransê li xwe dike

Li Erebistana Siûdî ya nû gelek vebûn tên dîtin, ev hin mînakên wan vebûnan in:

Sala 2019an, hêla esmanî ya Siûdî ji bo cara yekem biryar da rê bide xanimên siûdî wek pêşkêşkarên xizmetguzarîyan di nav balafiran da kar bikin. Berê tenê mêr bi vî karî radibûn.

- Rêdana ku jin bibin ajokar.

- Vekirina holên sînema û şanoyan.

- Tevlihevbûna her du regezan li café û xwaringehan.

- Rêdana ku ahengên stran û muzîkê werin sazkirin.

- Rêdana ku jin bêyî eba ji mal derkeve.

Berê, Endamê Civata Şêwira Erebistana Siûdî Îsa Xeys daxwaz kiribû ku mîkrofonên mizgeftan tenê ji bo bangdanê werin bikaranîn û bi dengê nizm jî.

Wezîrê Karûbarên Îslamî, Bangewaz û Îrşada Erebistana Siûdî Ebdilletîf Al Şêx berê di hevpeyvîneke xwe de ew vebûna Siûdiyê wek tiştekî normal û pêwîstiya beşek ji çînên civakê hesiband û li gor wî ne berevajî tiştên neguhêr ên olê ye.

Jana mezin a zayînê

Helbet ev zayîna nû ya Erebistana Siûdî ji kelem û astengiyan ne vala ye, tew metirsiyên mezin jî li ser hene.

Di sala 2019an de, Desteya Xweşî û Terfîhê li pêşber Civata Şêwira Erebistana Siûdî bi awayekî zelal mikur hatibû ku beşeke dîyar a civaka Siûdî karên wan red kiriye.

Rêbaza Sirûriyên girêdayî Îxwanê, tên sûcdarkirin ku li pişt wan êrişan bin ku li ser rêberên Erebistana Siûdî ya nû tên kirin, wek tê qalkirin jî armanca wan ew e ku cihê xwe li Erebistana Siûdî xweş bikin.

Rêbaza (Sehwe)yê jî beşek e ji aliyên ku dijatiya vebûnê dikin. Di bersiva wê rêbazê de, Wezîrê Karûbarên Îslamî yên Erebistana Siûdî rexneyên Sehweyê bi tundî red dike û di wê baweriyê de ye ku ew bi navê êrişkariya hizirî li dijî her pêşkeftineke rewşenbîrî ne û dixwazin civak herdem û hergav paşketî be, ji bo ku bi hewesa xwe civakê îdeolojî bikin û bixin bin rikêva xwe de.