Rê, xwarin û jeopolîtîka Çînê
Di edebiyata Îslamê de gotinek heye dibêje, "Zanînê bixwazin ger li Çînê be jî." Ev gotin çi qasî ji bo nîşandana girîngiya zanînê ye, ew qasî jî nîşana dûrbûna welatê Çînê ye. Çîna kevn ji bo cihekî wekî Rojhilata Navîn pir dûr bû lê Çîna niha nêzîk e û rêya wê hatiye kurtkirin.
Bi rastî, ji bo jeopolîtîka navxweyî û derveyî ya Çîna îro rê xwedî girîngiyeke mezin e ku dişibe beroşeke xwarina Çînî ku dikare pirreng be û her tiştî li xwe bigire.
Sala 1972yan yek ji rehendên sembolîk ên serdana dîrokî ya Serokê Amerîkayê Richard Nixon a Pekînê xwarina Çînî bû. Nixon bi şiyana xwe ya bikaranîna darikên xwarinê yên Çînî (chopstick) malxwê mitûmat kiribû.
Li gelek deverên cîhanê, mirov li rêyeke hêsan a çawaniya xwarinê digerin. Hin bi kevçî û çetelan, hinekên din jî ku bi zikên xwe nikarin, dest û zendên xwe vedimalin û bi destên xwe dixwin!
Bi gelemperî Çînî karker û zehmetkêş in
Ez nizanim çima lê Çîniyan rêyeke dijwar hilbijartiye. Hilgirtina libên birincê bi du darikên dirêjik gelek sebrê dixwaze. Helbet ev ne tenê ji bo xwarinê wisa ye, wekî mînak di rênivîsa Çînî de, ger tu bixwazî tîpeke wekî Z, M an W binivîsî, divê tu gelek hêl û teşeyên cihê xêz bikî û jê fêm bikî heta tu merema xwe bi cih bînî. Bi gelemperî Çînî karker û zehmetkêş in lê ez li vir dixwazim bi tehma xwarinên wan dabaşa siyaset û nêrîna wan a jeopolîtîk bikim.
Di felsefeya Çînê ya kevn de, biwêjek bi navê "yin" û "yang" heye ku rave dike ka çerxa gerdûnê çawa digere. Li gorî wê, di vê gerdûnê de her tişt bi dijberê xwe re ku pêkan e bi berdewamî biguhere, watedar dibe.
Ev xelekeke berdewam a dijayetî û bihevrebûnê ye. Gava tu li gorî vê felsefeyê xwarineke Çînî çêbikî, divê tu zanibî ku xwezaya hin xwarinan sar û ya hinên din jî germ e. Loma divê tu her duyan tev li hev bikî.
Lewra normal e ku xwarin hem şor û hem şîrîn an tûj û şîrîn be. Bi rastî, yekbûna wan her du dijberan ne tenê di beroşa xwarina Çînî de, li şûnê, di siyaseta wî welatî de jî heye. Çîn xwe welatekî sosyalîst dihesibîne lê çi qasî sosyalîst be, ewqas jî dijbera xwe ye, ango sosyalîsteke kapîtalîst e!
Li her quncikeke Pekînê xwaringehek heye!
Demekê, ji ber siyasetên sosyalîst ên Çînê di serdema Mao Zedong de, herî kêm 35 milyon mirov ji birçîbûn û karkirina zêde miribûn (Dikötter, 2011). Paşê rêberên Çînê tê gihiştin ku sosyalîzm pir germ e û dikarin hin sarbûna kapîtalîst jî li beroşa xwe zêde bikin, heke na xwarina wan dê dev bişewitîne.
Niha jî li her quncikeke bajarekî wekî Pekînê, tişta herî zêde xwaringeh in û dibe ku ev jî nîşaneke geşbûna aborî be.
Li wî serê cîhanê, Çîn welatekî pehn û dorfireh e. Piştî Hindistanê, bi zêdeyî milyar û 410 milyon kesî zêdetirîn nifûsa cîhanê di axa xwe de kom kiriye. Zêdetirî yek milyar ji wê nifûsa mezin li hêla rojhilat a welêt e ku bi peravên Deryaya Zer û Deryaya Başûr a Çînê berhev bûne.
Li wir, avhewaya guncav ji bo çandinî, bazirganî û pîşesaziyê di gupîtka xwe de ye û piraniya navendên girîng ên aborî yên welêt jî li wir in. Tu çi qasî ji bakurrojhilat ber bi rojava û başûrrojavayê Çînê ve herî jî pêşî şorezara sar û dijwar a Gobî bi dirêjiya 1500 km û pehniya 800 km tê û paşê jî ji milê rojavayê ve, Çola Taklamakan li Eyaleta Xinjiangê tê ku ji hêla mezinahiyê ve, wekî hejdehemîn sehraya herî mezin a cîhanê tê hesibandin û heta çav dibire girên qûmê lê hene.
Gava tu xwe berdidî milê başûrrojava û Tîbetê jî topografiya herêmê diguhere û avhewayeke zozanî û devereke çiyayî ya dijwar Çînê ji Nepal û Hindistanê vediqetîne. Pêkhateya etnîkî ya Çînê bi qasî topografiya wê cihêreng e. Li hêla rojhilatê Çînê bêtir koma etnîkî ya Hanê ku ji sedî 90ê nifûsa wî welatî pêk tîne, dijî.
Li bakur xasma li Moxolistana navxweyî Moxol, li milê rojavayê jî li parêzgeha Xinjiangê Ûygûrên misilman ku vedigerin ser nijada Tirk, dijîn. Li milê başûrrojavayê jî Tîbetî hene. Beşa rojava ya Çînê li gorî beşa rojhilatê wê, hejartir e û bêhtir herêmeke zozanî û çolistan e lê ji bo ewlehiya wî welatî xwedî girîngiyeke bêhempa ye.
Biyabanên Gobî û Taklamakanê pêşdehatina her cure hêza leşkerî ber bi nav axa Çînê ve asteng dikin û rêzeçiyayên Hîmalayayê jî mîna dîwarekî xwezayî rê li pêla hîpotetîk a hatina Hindiyan digire ku ne dûr e bi wê nifûsa xwe ya mezin, rojekê ji rojan li hilkişîna ber bi bakur ve bifikirin.
'Em di navbera du dêwên mezin de ne'
Di koka xwe de, vêga jî pirsgirêka Çîn û Hindistanê ya sînor heye. Li Pekînê, min berpirsekî Nepalî ku sekreterê du wezaretên welatê xwe bû, dît. Destê xwe danî ser nexşeyê û got em di navbera du dêwên mezin de ne, ji bo welatekî wekî me biçûk, çêtir e ku em bêalî bin.
Paşê gotina xwe bir ser wê yekê ka çawa rapor gihîştine wan li ser wê yekê ku li Kurdistan û Îraqê neheqî li Nepaliyên ku li wir kar dikin tê kirin. Digot li hin cihan tewra nahêlin bi telefonên destan bi malbatên xwe re jî biaxivin û stemkariyeke mezin li wan tê kirin.
Ev dişibe koledariyeke modern. Got em dixwazin çareseriyekê ji vê mijarê re bibînin. Ji ber ku em Kurd miletekî stembar in, bi min ne xweş bû ku ez çîroka stemkirina li kesên din li Kurdistanê bibihîzim.
Di wê demê de, yek ji mêvandarên Çînî, bi dilbijiyeke mezin bi geşbûna welatê xwe dest bi mijara xwe kir. Berê wisa dihat fikirîn ku demokrasî ji bo geşbûnê pêwîst e lê ev derdê Çînê nebû û bêyî demokrasî jî aboriya xwe bi pêş xist.
Helbet ev tenê statîstîkeke giştî ye û bi tevahî rengvedana wê li ser jiyana her takekesekî nebû. Dahata salane ya takekesekî Çînî nagihîje 13 hezar dolaran (CEIC, 2024), di demekê de ku ev hejmar li cihekî wekî Amerîkayê di ser 81 hezar dolaran re ye û piçekî ji Çînê wêdetir, li Koreya Başûr jî, di ser 81 hezar dolarî re ye.
Nifûsa zêde tê wateya hêza kar a zêde lê di heman demê de pêdivî bi xwarin, ewlehî û refahê jî heye. Loma wekî Tim Marshall behs kiriye, milyarek û 400 milyon sedemên Çînê hene ji bo ku geşbûna xwe bidomîne (Marshall, 2016) heke na dê rastî pirsgirêkan were, ji ber ku nifûseke zêde ya bêkar û dahatkêm, dikare gefa herî mezin li ser sîstema siyasî ya her welatekî durist bike.
Sala 1989an dema ku xwenîşandana bixwîn a meydana Tiananmenê qewimîbû, geşbûna berhema navxweyî GDP ya Çînê 347,79 milyarên Amerîkî bû û sala 2023yan jî ew hejmar bilind bû û bû 17,79 trîlyon dolar (World Bank, 2024).
Her goşe û qiraxeke kolanên paytextê tijî kamerayên çavdêriyê ne ku vê yekê rêjeya ewlehiya xelkê zêde kiriye. Lê dikare nîşanek be ka teknolojiya hevdem çawa alîkariya Partiya Komunîst kiriye ku mirovên gelek ên ku li vî welatî hene kontrol bike.
Çînî dixwazin wekî qutiyeke girtî bimînin
Rojekê berî ku ez vegerim, ez çûm Dîwarê Çînê yê mezin ku bi dirêjahiya 21,196 kîlometreyan ji bo parastina eşîrên çolistanê hatiye çêkirin. Di bin baraneke nerm û sivik û dîmeneke bi mij û moran de, hizira min çû ser wê yekê ku carinan nêrînên Çîna kevn û Çîna nû dişibin hev. Di dema kevn de, dîwarê mezin ava kirin û niha jî di vê serdema dîjîtal de, sênceke mezin li dora xwe çêkirine. Li wir bikaranîna torên civakî qedexe ye. Mînak, heke tu bixwazî WhatsAppê bi kar bînî, divê tu VPNê bar bikî heke na karê te nameşe. Lap wekî tu bibêjî ku Çîna niha jî nola Çîna berê dîwarekî dîjîtal ji xwe re ava kiriye.
Ji bo kesekî biyanî ev tiştekî sosret e, di demekê de ku Çîn wekî kargeha cîhanê mijûlî hilberînê ye û toreke wê ya berfireh a pêwendiyan bi cîhanê re heye. Kî dizane! Dibe ku ev mijareke derûnî-siyasî be, ji ber ku tehdîdên derve ji bo Çîniyan her tim mijareke hestiyar bûn.
Ev welat di dîroka xwe de çend caran ji aliyê Moxol, Ewropî û Japoniyan ve hatiye dagîrkirin, lewra bi qasî ku dixwazin ji ber sedemên aborî-siyasî yan leşkerî li ber cîhanê bên vekirin ew qasî jî dixwazin wekî qutiyeke girtî bimînin.
Wer dixuye ku rê di ramana jeopolîtîk a Çînî de rêgezeke girîng e, ji ber ku têkiliyeke wê ya rasterast bi kontrola pehniya fireh a xakê û dabînkirina hevgirtina wê ya sererd re heye, her wisa birêvebirina nifûsa wê ya zêde têkildarî pêwîstiya geşbûna berdewam a aboriya wê ye.
Di dîrokê de, bihevvegirêdana her du çemên Zer û Yangtzeyê ku bi keda hezaran karkeran di heyama sedan sal de hatine avakirin, veguhastina kelûpelan di navbera Hana Bakur û Hana Başûr de hêsan kiriye lê ji hêla siyasî ve jî şerê navxweyî yê Hanan kêm kir.
Çîna vêga jî pirên mezin, rê û kolanên tijî gul û gulzar li welatê xwe ava kirine. Wiha jî, rojhilat û rojavayê axa xwe jî di tevnekê de bi hev ve girêdaye. Sala 2006an rêya hesinî heta zozanên Tîbetê kişand û hin trênên wê bi leza 350 kîlometreyî di saetekê de, gelek rê kurt kirine ku dikare di demeke dirêj de, tevheviyeke zêdetir a neteweyî li welêt çêbike (Marshall, 2016).
Ev pirsgirêkeke lap kevnar e li Kurdistanê. Erdnîgariya dijwar û deverên veqetandî wer kiriye ku rê kêm bin û di encamê de hevgirtina Kurdan a neteweyî û tewra zaravayî jî dijwartir bibe.
Helbet li derveyî sînorên wê, her der ji Çînê re ne dûz e û gelek astengî li pêşiya wê hene. Pirsgirêkên jeopolîtîk ên Çînê yên li Deryaya Başûr a Çînê wek hebûna Amerîka û hevalbendên wê, pirsgirêka demdirêj a Tengava Malaccayê ku piraniya hinarde û hawirdeyên Çînê lê tên kirin, her wiha pêdiviya wê ya gihîştina bêtir bi sûkên dinyayê û madeyên xam wer kiriye ku rêya bakur li welatên perava Deryaya Arktîkê û rêyên din ên Projeya Yek Rê û Yek Kember ji bo Çîniyan pir girîng bin.
Di vê çarçoveyê de jî têkiliyên xwe bi gelek welatên cîhanê re, Rojhilata Navîn û Afrîka jî di nav de, bi pêş xistine.
'Çînî ji çavên me yên reş hez nakin'
Em ji bo dîtina Dîwarê Çînê di rê de bûn ku berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Gambiyayê li kêleka min rûniştibû. Ciwanekî esmer ê bejnbilind û têgihiştî bû. Kurd jî nas dikirin. Bi saya bavê xwe ku berê li Îraq, Îran û Erebistana Siûdiyê balyoz bû, navê Barzaniyê nemir bihîstibû.
Digot gava Ewropî deynan didin me, gelek şert û mercan datînin ser me lê Çînî ne wisa ne. Behsa wê yekê kir ku çemekî welatê wan kiriye du parçe lê Çîniyan çend pir li ser wî çemî ji me re ava kirine û ev yek jî welatê me bêhtir yekgirtî dike.
Wî digot, ez dizanim ku Çînî ji çavên me yên reş hez nakin lê Ewropî û Amerîkî jî wisa ne û her kes ji bo berjewendiya xwe tê lê bi kêmanî Çînî şert û mercan nadeynin û tiştekî ku pêwîstiya te pê hebe, ji te re çêdikin. Gotinên wî, wergerandina dîtina gelek desthilatên otorîter ên Afrîka û Rojhilata Navîn e ku modela geşedana Çînî li ba wan girîng e.
Çînîyekî behsa prensîba welatê xwe ya destnewerdana karûbarên welatên din dikir û digot, em ne wekî welatên Rojava û Sovyetê ne û modela me ya bipêşletinê li ser bingeha aştiyê ye. Pir li ser vê yekê axivî û bala min jî li ser wê yekê bû çawa di dema xwe de Yekîtiya Sovyetê bi dirûşma wekheviya karkerên cîhanê şax û paxên xwe vedida û Rojavayê jî bi navê lîberalîzm û demokrasiyê eynî tişt dikir. Vêga jî Çînî bi navê aştî û geşedanê dixwazin xwe bigihînin hemû cîhanê.
Bi rastî, xwezaya kesê hêzdar wiha ye ku divê perdeyeke wî hebe lê gava geş bû û mineta wî nema, êdî rûyê xwe yê rastîn nîşan dide. Ev yek ji bo Rojava û Sovyetê wisa bû û dê ji bo Çîniyan jî wisa be.
Li kêleka geşbûna GDP ya Çînê sala 2000î 1,21 trîlyon dolar û sala 2023yan 17,79 trîlyon dolar lêçûnên leşkerî yên wî welatî jî zêde bûne. Wekî mînak sala 2008an derdora 80 milyar dolarî bû lê sala 2023yan ev hejmar bilind bû û bû 219 milyar dolar. (IISS, 2024).
Li vir aborî ne bingeha hemû bûyeran e
Xaleke din jî ew bû ku siyaseta destwernedanê li cihekî wekî Rojhilata Navîn bi xwe şêweyekî destwerdanê ye. Çimkî piraniya pergalên siyasî ku hene, pirsgirêkên wan ên navxweyî hene. Yan sînor çêkirî ne yan rejîm xwesepîner in, lewra bipêşxistina têkiliyên bazirganî yan dayîna bêmerc a çek û alavên leşkerî bi wan, wer dike ku ew rejîm bihêztir bibin û hîn jî bersiveke modela Çînî ji bo vê yekê nîne.
Aborî ne bingeha hemû bûyeran e li vir. Mîna şerê berdewam ê Kurd û Filistîniyan ku di tevahiya sedsala borî de ne ji bo aboriyê lê ji bo xak û nasnameyê hat kirin. A ku dipeyivî jineke birêz bû lê bersivên wê têra pirsan nedikirin.
Wekî din, Îngilîziya wê jî têrê nedikir û min jî di zimanê Çînî de tenê 'nihaw'ek zanîbû. Loma sohbeta me nîvco ma. Me li ser siyasetê li hev nekiribû lê em her du jî hevbîr bûn ku xwarina Çînî ya wê rojê ku werdekeke qelandî bû pir bitehm bû.
Di vê rêwîtiyê de hevalekî min bi min re bû, birêz Şîrwan! Henek dikirin û digot mamoste, tu kîjan ji van Çîniyan dibînî, tu ji Sykes-Picot pê de tê û hemûyî ji wan re vedibêjî. Bi rastî, Çînî pir kêm şehrezayên Doza Kurd in, loma çerku tu bi wan re diaxivî, kulmek pirs ji te dikin û tu jî neçar dimînî ji wan re rave bikî.
Ji bo meseleya Filistînê, Çîniyan 14 rêxistin berhev kirin wekî wan bikin yek lê dixuye ku naxwazin xwe zêde nêzî Doza Kurd bikin. Tevî ku ez tiştekî fermî nabînim jî tu dikarî fêm bikî ku dibe ku zêde hez nakin ku tewra nûneratiyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê ku qewareyeke naskirî ya destûra Îraqa Federal e jî li Pekînê were vekirin.
Çîniyên berê sosyalîstên germ bûn, loma tevgera Kurd wekî dosta "kolonyalîzmê" dihesibandin û xwe jê dûr dikirin lê yên vêga sermaya kapîtalîzmê li ba wan heye û nêrîna wan jî guheriye lê hîn jî ne diyar e ka derbarê Doza Kurd de çi qasî guherîne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Jêder:
Dikötter, F. (2011) Mao's Great Famine: The History of China's Most Devastating Catastrophe, 1958-1962. New York: Bloomsbury USA. World Bank. (2024) 'GDP (current US$) – China', The World Bank Data. Available at: https://data.worldbank.org/indicator/NY.GDP.MKTP.CD?locations=CN (Accessed: 15 October 2024).
CEIC. (2024) 'China GDP per Capita', CEIC Data. Available at: https://www.ceicdata.com/en/indicator/china/gdp-per-capita (Accessed: 15 October 2024).
Marshall, T. (2016) Prisoners of Geography: Ten Maps That Tell You Everything You Need to Know About Global Politics. London: Elliott and Thompson.
IISS, The International Institute for Strategic Studies (2024) The Military Balance 2024. London: Routledge. ISBN 978-1-032-78004-7.