Efxanistan û Kurdistan
Bilind Newres
Lezgîniya kontrolkirina Efxanistanê ji aliyê Tevgera Talibanê bi vê dema kêm, ne di pêşbîniya ti dezgeheke sîxurî û lêkolînvanekî siyasî de bû. Navendên lêkolîn, zanyarî û şopandinê li ser asta cîhanê pêşbîniya kontrolkirina Efxanistanê ji aliyê Tevgera Talibanê dikirin, lê demeke pir dirêjtir ji girtina Kabula paytext re danîbûn.
Hokarên kontrolkirina bilez a Efxanistanê ji aliyê Tevgera Talibanê
Hokara sereke û girîng ew e ku Tevgera Talibanê yekîneyeke girêdayî civak û gelê Efxanistanê ye. Ev girêdanên olî, civakî û kultûrî hokar bûn ku Taliban hêsantir bikare xwe biselmîne û hefsarê pêşhateyan bigire dest.
Aliyekî din xwe di nasîna hişmendî, biha û derûna gelê Efxanistanê ji aliyê Tevgera Talibanê dibîne, bi wateya ku Talibanê dizanibû asta tevgera bi şêniyên Exfanistanê re çi pêwîst e û xelk xasma jî şêniyên derdora bajar û herêmên biçûk çi dixwazin.
Aliyekî din ji herifîna artêşa Efxanistanê li pêşber êrişa Talibanê pêk tê. Hêzeke ku dema 20 salan e tê rahênankirin û rênîşankirin û xulên leşkerî û meşqê dibîne û baştirîn çek û teqemenî û teknolojiya leşkerî ya bejayî û ezmanî li ber destê wê bû, nikaribû çend demjimêran li ber xwe bide. Ev jî ji bo civaka navdewletî şokeke mezin bû. Wek Serokê Amerîka Joe Biden jî bi awayekî eşkere got: Em ji bo welatekî şer nakin ku leşkerên wî bi xwe ne amade bin berevaniyê li welatê xwe bikin.
Cuda ji van hokaran jî, hokareke din a siyasî û stratejî ya kûr û demdirêj heye, ku di rûniştinên Qeterê de bi awayekî eşkere bîr û bawerî li ser hat pevguhertin di navbera Amerîka û Talibanê de. Beşeke peymanê heya niha jî ne zelal e, lê beşeke wê girêdayî çêkirina kêşeyan e ji bo hêla Hevrîşma Çînî û mijara çekên atomî ya Îranê.
Metirsiyeke mezin li ser Pakistanê jî heye, ku xwediya çekên atomî ye û niha çarmedora paytexta wê bi awayekî ne rasterast di destê Talibanê de ye û piraniya şêniyên wê di aliyê bîr û baweriyê de girêdayî Tevgera Talibanê ne.
Cudahiya Efxanistan û Herêma Kurdistanê
Behsa du egeran tê kirin ku li pêşber Herêma Kurdistanê ne piştî vekişîna hêzên şerker ên Amerîka ji Iraq û Herêma Kurdistanê, ku biryar e dawiya îsal û destpêka sala bê were cîbicîkirin.
Eger jî DAIŞ û Heşda Şeibî ne, ku dibe ku hevawayê Talibanê êrişî Herêma Kurdistanê bikin û mîna Efxanistanê bînin serê wê.
Pêşî wek me behs kir, Taliban beşek ji gelê Efxanî bû û girêdanên civakî û têkiliyên eşîrî û malbatî di navbera wan de hene û ser bi eynî civakê ne. Lê ne DAIŞ û ne jî Heşda Şeibî, ew xala wan tune ye ku şiyana wan a man û berdewamiyê li Herêma Kurdistanê (wek girîmane) hebe.
Taliban bêyî şer Kabul û beşeke zêde ji herêmên Efxanistanê girt û hêzên Efxanistanê mîna hêzên Iraqî li Mûsilê li hember DAIŞê, heliyan û neman. Lê Herêma Kurdistanê hem di şerê DAIŞê de û hem li Pirdê, Sihêla, Telsiqof û Mexmûrê ne tenê Heşda Şeibî, lê belê Heşd, Hizbullaha Libnanî û serbazên dewletekê jî şikandin. Ango cudahiya bîr û baweriyên neteweyî û niştimanî di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Efxanistanê de pir e.
Aliyekî din ê parastina Herêma Kurdistanê di aliyê navdewletî de ji hêla 36 pêk tê, ku heta niha jî berkar e û pabendiya navdewletî heye û hilneweşiyaye û welatên endamên Neteweyên Yekbûyî jî, xasma zilhêz heta niha jî wek garantora Herêma Kurdistanê dibînin.
Pîvaneke bandorker û girîng jî ew e ku di aliyê kalîteya jiyanê û şêwaza hizirkirin û tevgera civakî de, kultûra şêniyên Herêma Kurdistanê ji kultûra DAIŞ û Heşda Şeibî jî pir cuda ye. Her du hêzên DAIŞ û Heşdê jî hatine ceribandin û hemî şêniyên Kurdistanê dizanin şêwaza tevger û kirdarên wan çawa ye. Ev jî di derûna şêniyên Kurdistanê de hem cih girtiye hem jî nayê qebûlkirin.
Pêgeha Herêma Kurdistanê li navçeyekê ku wek nîvek an dilê Rojhilata Navîn tê hesibandin, yek din e ji wan aliyên duserî ku hem baş e hem xerab e. Başiya wê ew e ku pêkan e Herêma Kurdistanê wek kerta guvaşê li hember Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê were bikaranîn. Xerabiya wê jî ew e ku bi berdewamî guvaşên siyasî û aborî li ser vê kertê dibin û pêgeha wê pêgeheke germ a hevrikiyê ye li navçeyê.
Lewma ji dest dana Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka û hevpeymanan, ji dest dana germtirîn navçeya Rojhilata Navîn e û tê wateya vekişîn û teslîmkirina navçeyê ji Îran û Tirkiyê re. Ev jî di siyaseta demdirêj a derve ya Amerîkayê de nêzîkî mehalê ye, ango qet ne pêkan e.
Lewra normal e ku di aliyê îdeolojiya şidetê de, Taliban bişibe DAIŞ û Heşdê. Lê di aliyê bingeh, dem, hêz û hevkêşeya siyasî û civakî de ji bo Herêma Kurdistanê pir cuda ne û pir ji hev dûr in. Bi wê maneya ku Herêma Kurdistanê ne jîngeha DAIŞ û Heşdê ye, lê belê Efxanistan jîngeha Talibanê bû.
Lê divê û pêwîst e Herêma Kurdistanê, planê ji her egerekê re dane û hêla giştî ya niştimanî û neteweyî xêz bike û berjewendiya bilind a Herêma Kurdistanê jî bike kerta hêzê ji bo parastina Herêma Kurdistanê ji her bûyereke nexwestî, bi piştgirêdana bi rengîniya hemî hêz û aliyên siyasî û civakî yên şêniyên Kurdistanê.