Kî berpirsiyarê rijandina xwîna Kurd û Şîeyan e?

Di çend hefteyên borî de û di çend bûyer û cih û demên cuda de, dîsa xwîna Kurd û Şîeyan li ser xaka Îraq û Herêma Kurdistanê hat rijandin.

Vê carê rijandina xwîna Kurd û Şîeyan ji xwîna ku di tevahiya sedsala derbasbûyî de li ser heman xakê hatiye rijandin cuda ye.

Vê carê xwîna Kurdan têkildarî çîroka Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn e û xwîna Şîeyan jî girêdayî çîroka Komara Îslamî ya Îranê ya li heman deverê ye.

Ango ne xwîna Kurdan ji bo Kurdan û ji ber Kurdan tê rijandin, ne jî xwîna Şîeyan ji bo Şîeyan û ji ber Şîeyan tê rijandin, li şûnê ji bo xatirê du projeyên biyanî û bi bafika du rewatiyên biyanî tê rijandin.

Kurd û Amerîka

Destpêka dagirkirina Îraqê ya sala 2003yan, têkiliyeke objektîf di navbera Kurdan û Amerîkayê de çêbû. Di vê pêwendiyê de, hem pêwîstiya Kurdan bi Amerîkayê hebû û hem jî pêwîstiya Amerîkayê bi Kurdan hebû.

Rast e di hin xalên marjînal de û li ser hin mijarên nesereke bi hev ketin lê ev jî rast e ku bêyî vê pêwendiya objektîf, Kurdan ti carî nikarîbû tiştê ku niha û li vir di destê wan de ye, bi dest bixista. Ev yek ji bo Amerîkayê jî rast e û bêyî piştgiriya rasterast a Kurdan, zafî zehmet bû ku Washington karîba ya ku li Îraqê kir bikira.

Ji hingê ve û heta niha, wêneyê Kurdan di bîreweriya kolektîf a dîplomasiya cîhanê de, nola wêneyê hevalbendeke stratejîk a Amerîkayê li Rojhilata Navîn tê pênasekirin.

Ev wêne çiqasî têkildarî ketwarê ye, ev mijareke din e û di vê bîreweriyê de zêde ne girîng e. 16ê Çiriya Pêşîna 2017an, dema ku milîsên Heşda Şebiyê bi tankên zirxî yên Abrams ên Amerîkî ketin Kerkûkê, vê têkiliya objektîf a di navbera Kurdan û Amerîkayê de derbeke xurt xwar lê bi dawî nebû.

Ji ber vê yekê, hemû aktorên leşkerî, ewlehî, siyasî û dîplomatîk ên ku dijî Amerîkayê ne, Kurdan fena "dûvelankên" Amerîkayê nîşan didin û paşê jî li ser navê rewatiya dijayetîkirina hegemonyaya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn, bi dron û mûşekên balîstîk ên zîrek êrişî Herêma Kurdistanê dikin û xwîna zarok, jin û mêrên Kurd dirijînin û bersiva serokkomarê Amerîkayê jî ev e ku: Rast e mûşek û dron ne dûrî konsulxaneya me bûn lê ziyan negihaye ti kesê Amerîkî.

Ev cure daxuyanî lap nameyek e ji hemû dijminên Amerîkayê yên li navçeyê re ku lêdana Kurdan û rijandina xwîna hevpeymanên me yên Kurd ne girîng e û ya ku ji bo me girîng e xwîna sor a Amerîkî ye û qediya!

Îran û Şîeyên Îraqê

Ev cure pergala pêwendiya Amerîkayê ya bi Kurdan re, tam wekî pergala têkiliyên Îranê ya bi Şîeyên Îraqê re ye. Ji sala 2003yan ve û heta vêga, Komara Îslamî ya Îranê tê û Şîeyan li ser dehan komên cuda yên leşkerî û siyasî dabeş dike û ji yên parçebûyî jî bi berdewamî parçebûnên din çêdike. Hejmara komên ku ava kirine tenê li Îraqê ji 80 komî zêdetir e.

Ev kom hem li ser asta îdeolojîk û hem li ser asta rêxistinî û hem jî li ser asta stratejîk di çarçoveya çîroka mezin a Komara Îslamî ya Îranê de cih digirin. Ji bo xatirê vê çîrokê ji aborî, leşkerî û ewlehiyê bigire heta mijara serweriyê, her tiştê welatê xwe dikin qurbanî.

Dema ku têkiliya Îraqa van komikan bi her pêkhateyeke navxweyî yan her welatekî biyanî re têk diçe, bêguman divê gera li sedemên objektîf li wê qadê be ku Komara Îslamî ya Îranê lê ye û berevajî vê jî rast e.

Di vê çarçoveyê de, dema ku Îraqa milîsan hemû êrişên xwe yên dijî berjewendiyên Amerîkayê yên li Îraq û herêmê radiwestîne, sedem ew e ku danûstandineke li pişt perdeyan di navbera Tehran û Washingtonê de heye û dema ku ew dîsa dest bi êrişên xwe dikin, ji ber ku danûstandin têk çûne.

Pirsgirêk ew e ku di dawiyê de xwîna ku tê rijandin, ne xwîna Îranê lê xwîna Şîeyên Îraqê ye û dema ku Amerîka bi hemû hêza xwe êrişî komikan dike û gelek xortên Şîe yên Îraqê ku ji her tiştî mehrûm in dikuje, serokkomarê Îranê xût fena serokkomarê Amerîkayê dibêje: Hêla me ya sor xwîna Îranî ye. Ango bi awayekî nerasterast ji Amerîkiyan re dibêje: Destê we ji bo kuştina Şîeyên Îraqê vekirî ye!

Dawî

Gelo bi rastî Şîe û Kurdan wekî du pêkhateyên sereke yên welatekî bi navê Îraqê hay jê heye ku ne Amerîka û ne jî Îran dûr û nêzîk ti pirsgirêkeke wan bi navê rûmeta Îraqê û rêzgirtina xwîna Îraqê nîne?

Bi baweriya min, hem di nav Şîeyan û hem jî di nav Kurdan de destpêka hişyariyeke pir seretayî heye lê di heman demê de hişyariyeke wan a din jî heye ku di nav rewşeke wiha dijwar de ne ku li hemberî Amerîka û Îranê pareke mezin a serxwebûna xwe ya fikirîn û tevgerê ji dest daye.

Ji aliyekî din ve jî her yek ji van her du pêkhateyan, Şîe û Kurd, bi têkiliyeke bingehîn a bi bêbaweriyeke kûr barkirî girêdayî hev in.

Şîe di wê baweriyê de ne ku di heyama 20 salên derbasbûyî de Kurd her tim nola xencereke jehrê di pişta wan de bûn û Kurd jî di wê baweriyê de ne ku di heyama 20 salên borî de ti xiyanetek nema û Şîeyan li hemberî Kurdan nekir.

Di rewşeke wer dramatîk de, ji bo Kurd û Şîeyan pir zehmet e ku karibin li hember’i Washington û Tehranê sînorekî li ber rijandina xwîna Îraqiyên bêpar û mehrûm deynin.