Çend rojên yekalîker ji bo Rojavayê Kurdistanê
Ebûbekir Elî
Rewşeke nû ya wisa berbiçav li Sûriyeyê derket holê ku Kurd û hêzên Rojavayê Kurdistanê ne tenê xwe jê re amade nekiribûn, li şûnê, bi mikurhatina berpirsên wan rastî cureyekî şokê hatine li hemberî hilweşîna zû ya hêzên Beşar û çarenivîsa her yek ji Rûsya û Îranê li wî welatî.
Ango fikirîn, girew û xwerêkxistina wan di çarçoveya hevkêşeya kevn a berî hilweşîna rejîma Esed û hevsengiyên siyasî û leşkerî de bû. Wê yekê jî wer kiriye ku hin erkên ku divabû berê wekî zemînçêkirina rewşa nû bikin ku çendîn sal e tê xwestin bikin, nekirine. Her wiha bûyer û guherîn ji şiyanên wan meztir bin û nikaribin bi wê lezgîniya ku rewş diçe pêş, xwe li gorî pêdiviyê bi wan guherînan re biguncînin.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê xasma jî hêza wan a bingehîn ku çek û erd û îdare di destê wê de ye, ketiye navbera beraşê Tirkiye û Amerîkayê. Tirkiye, ji ber ku wekî serkeftiya rewşê tê dîtin û desthilatdarên nû yên Şamê xwe deyndarên wê dibînin, heta radeyeke berbiçav derî li ber wê vekirî ye.
Eger berê dihat gotin ku hebûna artêşa wê li nav Sûriyeyê ne rewa ye, ji ber ku li ser daxwaza hikûmeta berê nehatiye nav welêt, niha yên din ne rewa ne û ew tenê rewa ye, rûpoşa qanûnî jî ji bo rewabûna mayîna wan tenê biryareke Şamê jê re pêwîst e. Her ew bi xwe jî sibe meşqê bi artêşa nû ya Sûriyeyê dike û ev jî cureyekî hegemonyayê jê re çêdike, bi taybetî eger ev serkirdayetiya siyasî ya vêga li Enqereyê li ser kar bimîne ku xwediya teza navendîkirina Tirkiyeyê ye wekî hêzeke mezin a herêmî ku gotina wê li ser asta cîhanê tê bihîstin.
Li milê din, Tirkiye ji Îran û Rûsyayê cuda ye, eger hinekî hikûmeta wê jî li cem hin navendan nexwestî be, nola dewlet endama NATOyê û hevalbenda Amerîkayê ye, têkiliyên wê yên dîplomatîk, bazirganî û leşkerî bi Îsraîlê re hene û dikare gelek tiştan jê re bike ku bi hêzên din nayên kirin. Piraniya Suniyên Ereb ên Sûriyeyê wê wekî rizgarkera xwe dibînin, herî kêm di vê qonaxê de. Lewra bangewaziya Rêveberiya Xweser û HSDyê ji bo cîhanê ku mîna berê ango berevanîkirina li Kobaniyê li dijî DAIŞê, li hemberî î Artêşa Azad û Tirkiyeyê jî piştgiriya wan bikin, dê pir neyê guhdarkirin.
Heke girewa mezin jî li ser hebûna Amerîkayê be ji bo neketina Kobaniyê û deverên Rojavayê Kurdistanê, ku her wisa bûye û wisa ye, xuya dike ji ber wê guherîna kûr ku hilweşîna rejîma Esed çêkiriye û wê rola mezin ku Tirkiye halê hazir li Sûriyeyê û herêmê dilîze, dîsa wekî berê nemane û li gorî î pêdiviyê girew li ser neyê kirin, ji ber ku Amerîka berî hilweşîna rejîmê li hemberî î sê hêzên neyarên xwe ango Rûsya, Îran û rejîma Esed, bi bafika şerê li dijî DAIŞê, erdnîgariya Rêveberiya Xweser kiribû herêma nifûza xwe da ku bandora wê li ser hevkêşeyên Sûriyeyê hebe û meydan bi tevahî ji Rûsya û Îranê re vala nemîne, digel vê yekê jî çiraya kesk ji Tirkiyeyê re vêxist da ku hin herêman ji destê Rêveberiya Xweser derxe!
Di demekê de ku niha ji bo mameleya li gel rewşa nû ya Sûriyeyê pêdiviya wê bi Tirkiyeyê heye û ew bi xwe rasterast li Şamê dibe, ev jî rewşeke cuda derdixe holê, loma Amerîkî eger ji bo demekê jî hewl bidin Tirkiye û hêzên hevalbend ên Sûriyeyê îqna bike ku êrişî hin deveran nekin, heta dawiyê vê yekê nakin û ne hêsan e jî em bifikirin ku dê ji bo xatirê HSDyê û Kurdan şerê artêşa Tirkiyeyê bike, bi taybetî ku li Îraqê jî ji bo wan guherînên ku di destê wê de ne pêdiviya wê pê dibe. Miameleya wê jî li gel Tehrîr el Şamê di demboriyê de zêdetir her bi rêya Tirkiyeyê bû, wê jî ango Tirkiye wekî garantora yekem ji bo ku rejîmeke tundrew li Sûriyeyê neyê ser kar dibîne. Berdewam jî dubare kiriye ku hevkariya wê li gel Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de ye û ne tiştekî din e. Ev armanc jî niha dikare ji aliyê desthilatdarên nû yên Şamê û Tirkiyeyê ve pêk were û were garantîkirin.
Ji vir ve çarenivîsa Rêveberiya Xweser û HSDyê dikeve pêşber çarenivîseke heta radeyekê nediyar, eger HSD şerê man û nemanê jî bike, wekî ku dibêje, dê dijwar be ku heta dawiyê bikaribe parastina yekîtiya rêzên xwe û berevaniyê li deverên Rojavayê Kurdistanê bike, bi vê yekê jî beşek ji armanca Tirkiyeyê pêk tê ku nehiştina wê defaktoyê ye ku di salên borî de çêbûye, da ku di dema nivîsandina destûra Sûriyeyê de ne kartê zextê bimîne û ne jî hewla wê yekê jî bê dayîn ku hemû yan beşek ji rûpoşa destûrî jê re peyda bibe, ji ber ku Tirkiye li derveyî qonaxa veguhêz li ser asta Sûriyeyê, derbarê HSD û Rêveberiya Xweser qonaxeke veguhêz ya taybet bi xwe heye ku ji hilweşîna rejîmê dest pê dike heta zemînsazkirina ji bo nivîsandina destûrê, bi dîtina min 30 rojên bê di vî warî de çarenivîssaz in.
Ya ku di hişê Tirkiyeyê de ye, bidawîanîna Hêzên Sûriya Demokratîk û piranî yan tevahiya rêveberiya xwecihî ya berî rêkxistina siyasî û artêşa Sûriyeyê ye, ji ber ku ne tenê naxwaze ew hêz bimînin, lê naxwaze jî bibin beşek ji artêşa nû ya Sûriyeyê, çi bigihêje rewşeke wan a taybet hebe. Rojek du roj e jî şerê xwe yê derûnî bi awayekî ye ku wêneyê HSDyê li gel bermahiyên rejîmê û dijşoreşê tevlihev dike, da ku hincet û hêleke din bide şerê li dijî wan.
Şepirzetiya navxweyî ya Kurdan jî di vî warî de piçekî alîkar e. Eger rewş bi vî awayî biçe pêş ku me sêwirand, ku em hêvîdar in herî kêm bi tevahî ne wisa be, vebijarkên li pêşber Rojavayê Kurdistanê û HSDyê dê pir sînordar bin, rewşa pêşbînîkirî li Îraqê jî dê ne di berjewendiya wê de be, ji ber ku tê pêşbînîkirin ku rêya piştgiriya lojîstîk û şiyana manorê û kembera xweparastin û paşvekişînê li pêşber wê teng bike.
Dimîne ku em vê yekê bipirsin, gelo çarenivîsa HSD, HPG û PYDyê bi çarenivîsa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê re wekî hev e? Ango pirsgirêka Tirkiye tenê li gel serdestiya PYD û HPGyê heye yan hizra herêma duyem a Kurdistanê piştî Herêma Kurdistanê bila bi kurtî ne Kurdî be jî, di destê çi kesî de be ji wan ENKSyê jî, red dike? Daneyên heta niha wê yekê ji me re dibêjin ku Tirkiye dijayetiya her cure xwerêveberiyeke Kurdî li Sûriyeyê dike, têgihiştina wê ji bo çareserkirina pirsa Kurd li wî welatî, wekî Tirkiye ji hemwelatîtiya wekhev û hin mafên çandî derbas nabe? Li gel hiştina mecalekê ji bo eger û pêşhatên din li derveyî îradeya wê.
Eger ev yek jî bi awayekî gelemperî ketwar be, gelo aqilê serkirdayetiya Kurd li wê perçeyê û piştgiriyên wê li perçeyên din ewqas şiyana destpêşxerî û şikandina tewqê û yekkirina şiyana wê ya niştimanî ya Kurdistanî maye ku bikaribe rêyeke din bi qazanca damezrandina duyem herêma Kurdistanê bibîne û bandora xwe derxe holê, bi vê yekê jî deriyekî dirfirehtir ê dîrokê li ber hemû pirsa Kurd li Rojhilata Navîn veke?
Ji bo zanîna vê bersivê, rojên bê biryarder û yekalîker in.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)