Evîn di lîstika Lukaşenko de
Koçberên li ser sînorê Belarûs û Yekîtiya Ewropa (YE) bûne çekeke siyasî ji bo bidestxistina armancên Serokê Belarûs Lukaşenko. Li milekî, koçber bûne qurbaniyên hevrikiya tund di navbera Belarûs û YE de û li milê din jî bûne qurbaniyên destê Rûsyayê.
Ji bo gihandina rastiyan û karê medyayî yê profesyonel, çend hefte ne me bi hezaran kîlometre qut kirine da ku em rewşa wan koçberan bizanin û bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê bigihînin hemî cîhanê. Piştî haydarbûna ji rewşa wan jî, me li ser çareseriya paşeroja wan a nediyar ji biryarbidestên Ewropayê pirs dikir.
Wexta ku em berî du hefteyan ber bi Polonyayê ketin rê, me bi sedan kîlometre qut kirin ji bo ku em rewşa koçberan bibînin û xerabiya rewşa wan bigihînin berpirsên wî welatî. Ev di demekê de bû ku hêj ti medyayek li Polonyayê nebû ji bo guhastina rewşa wan. Rûdaw yekem medya bû ku dengê wan gihand cîhanê.
Paşê, ez vegeriyam Almanyayê û min bi sedan kîlometre qut kirin ji bo ku ez herim herêmên ku sînorê wan bi Polonyayê re heye. Li wir jî min qala xerabiya rewşa koçberan ji serokwezîr û berpirsên wan herêman re kir. Herwisa min çarenivîsa wan koçberan ji wan pirsî.
Hevrikiya siyasî ewqas sert û tund e ku tew YE, ku prensîba mafê mirovan li bal wê pir li pêş e, vê carê bêdengî li hember koçberan nîşan da.
Dîtina wêneyên koçberên ku dê, xwişk, bav û birayên hinekan ji me ne, ez bi kûrî hejandim. Lewma me biryar da ku em careke din vegerin Polonyayê û rewş û debara wan ji nêzîk ve bibînin.
Me çi li wir dît? Di nava wan çend rojan de, me bi dehan çîrokên dilhejên û gelekî stembar dît, ku niha jî bûne qurbaniyên hevrikiya zilhêzên cîhanê. Lukaşenko dixwaze welatên Rojava wî wek serok qebûl bikin û mafûra sor jê re raxin. Polonya jî, ku hikûmeteke wê ya rastgir a herdem li dijî koçberan heye, ev krîz ji Xwedê dixwest da ku di hunirê welatê xwe de pirsgirêkên navxweyî ji bîra xelkê bibe, dengê dengderên xwe zêde bike û sînga xwe li hember YE bel bike.
Bi sedema van koçberan, çend yasa li parlamentoya Polonyayê hatin pejirandin ku di sûda hikûmeta vêga ya Polonyayê de ne. Polonya rewşa awarte ragihand û zagona Pûşbak pejirand. Herwisa biryar da li ser sînorê wê bi Belarûsê re dîwar were çêkirin û rê neda medya herin ser sînoran ji bo gihandina rastiya rewşa koçberan di navbera Polonya û Belarûsê de.
Zilhêz mijûlî karê xwe bûn û biryar li dû biryarê didin. Dorhêla gola xwe asê kirin ji bo ku Lukaşenko golan li ser wan neke. Lê di vê navê de çend koçber hişk û hola bûn. Dilê min jan dikir wexta min didît şêniyên welatê min di çi kambaxiyekê de şev û rojên xwe derbas dikin û haya wan ji biryara lîstika ku bi wan tê kirin jî nîne.
Min rapor li ser mirina Geylanê 25 salî amade kir ku xêr ji jiyanê nedîtibû. Ez pir dilgiran bûm. Ez di heman rojê de çûm kampekê. Ez bi jineke dil tijî êş û jan re diaxivîm. Di dawiyê de derket ku xwişka Geylanê rehmetî ye. Ne wê dizanî min îro bi birayê wê re qala mirina Geylan kiriye, ne jî min dizanî ku ew jina dil tijî kul û kovan xwişka Geylan e. Vê çîrokê ewqas bandor li ser min çêkiribû çend rojan xew bi çavê min neket.
Peyderpey bav û dayika wê ya dil tijî kul û girî têkilî bi min re dikirin. Evdalên saloxên kezebên xwe li ser sînoran bûn ku serwinda bûbûn.
Vê carê jî çîrokên dilhejên û dubare yên herroj, dibin mijarên raporên min. Wexta ku min Evîn li nexweşxaneyê dît, bêhiş bû û haya wê jê nebû li kû hêwiriye. Dayika pênc zarokan e. Ji ber ku ew ducanî bû, li ser sînorê Belarûs û Polonyayê, di nav sermayê de û ji ber nebûna nan û avê pitikê wê di zikê wê de ji ber wê çûbû. Deh rojan ew pitik di zikê wê de bû, wiha kirin ku tendirustiya Evînê jî xerab bibe û vêga li jêr çavdêriya himbiz e.
Vê çîrokê ewqas dilê min hejand, ku piştî rapora min heya demeke dirêj hêsir û girî ji min qut nedibûn. Ez bi xwe jî dayik im û ez li wan pênc zarokên wê difikirîm û min hergav ew pirs ji xwe dikir ka gelo ew niha çawa di bendewariya dayika xwe de ne da vegere bal wan?
Li ser sînor malbat ji hev veqetiyabûn. Zarok ji sermayê hişk bûbûn û ciwanên me lêdan dixwarin. Gidî, ev dîmen çiqas bi êş û jan in! Berpirsên Ewropa û Polonyayê jî kîn girtin û gotin: Na, em derî ji wan re venakin. Çimkî ew bûne çekeke siyasî û Lukaşenko dixwaze bi vî awayî aramiya welatên me têk bide.
Ez jî herdem ji wan dipirsim: Baş e, hûn çi ji bav û dayikên kezebşewitî re dibêjin? Baş e, hûn çi ji zarokên Evînê re dibêjin? Hûn çi ji xwişka Geylan re dibêjin?
Ez rojnamevan im û tenê dikarim rastiyan veguhêzim. Berpirsiyariya min li hember karê min rê nade ez derewên ciwan li xelkê bikim da malwêrantir bibin. Divê ez bi rastî biryarên welatên Ewropayê ji guhdar û temaşevanên Rûdawê re veguhêzim. Her çiqas vê carê lîstik siyasî bû, biryar pir dilkevir bûn û ne şert e bi dilê min û te bin.