Nêçîrvan Barzanî bi ser ket
(1)
Çend roj piştî 16ê Cotmeha sala derbasbûyî, di demekê de ku bi çavreşiya grûpeke nav YNKê israr li ser nemana statuya Kurdistanê dihat kirin, ji hemû aliyekî ve êrîş dihat ser û destên wan ji qirika PDKê nedibû, Nêçîrvan Barzanî girêbesteke dîrokî û stratejîk li gel kompanyaya Rosneft a Rûsî îmza kir. Ji aliyê din ve jî pêşmergeyê PDKê li du bereyên şer ên neberamber de milîsên Heşda Şeibî têkşikandin û xewna destbiserdegirtina deriyên sînoran û boriyên petrola Kurdistanê li wan kirin kabûs. Xiyaneta 16ê Cotmehê eger ji aliyekî ve hisabê tesfiyeya aliyekî navxweyî yê YNKê û derxistina PDKê be ji Kerkûkê, ji aliyê din ve jî bidestxistina petrol û dahatê bû ku him karibin desthilatiyeke fermî bo xwe desteber bikin û him jî dawiyê li qewareya destûrî ya Kurdistanê bînin. Nameyeke Hêro Îbrahîm Ehmed, ku bo serokwezîrê wê demê yê Bexdayê şand û daxwaza detbiserdegirtina petrola Kerkûkê û paşê jî destbiserdegirtina bîrên petrolê yên kompanyaya Petrola Bakur ji aliyê melbenda YNKê ve li Kerkûkê dikir, hemû ev tevger bo wê yekê bûn ku Bexda hukmê Kerkûkê û petrola wê bike.
Girêbesta petrola hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel kompanyaya Rosneftê, beriya 16ê Cotmehê hatibû îmzakirin, lê nehatibû ragihandin, ev jî nîşaneya pêşbînî û xwendina dirust a Nêçîrvan Barzanî ye bo paşeroja herêmê. Wî dizanî çawa Tirkiye, Îran û heta Amerîka jî dê wiha lê bike ku xwe ji pevçûna li Rûsyayê dûr bigirin, bo wê yekê beşek ji xwedîbûna boriyên petrola Kurdistanê û pêşxistina kêlgehên petrolê da Rosneftê.
Îro piştî bêhtir ji salekê, piştî hemû wan plangerî û xeyalkirinan, tenê rêyek heye bo firotina petrola Kerkûkê, ew jî boriya petrola Kurdistanê ye. Bi vê yekê Nêçîrvan Barzanî tenê ne hikûmeta Bexdayê, heta kompanyaya Brîtanî British Petroleum (BP) jî bi çok de veda. Ji vir paşve him dahateke diyarkirî diçe xezîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê him jî heta radeyekê gelek dizî û fiziya koma 16ê Cotmehê ji petrola Kerkûkê eger bi dawî neyê jî, kêm dibe û bi rêya vê petrodolarê xêr û bêra wê jî bo xelkê Kerkûkê vedigere.
Nêçîrvan Barzanî ne tenê Kurdistan xiste ser nexşeya welatên berhemhêner ên petrolê û ew kir beşek ji stratejiya Amerîkayê (bo tijîkirina şûna vala ya petrola Îranê) li herêmê, heta Kurdistan ji vir pêve bû herêma transît a petrolê jî.
Gelo baz dibin şirîk?
(2)
Pêkhateyên şanda PDK û YNKê bo guftûgoyê an bi qewlê wan ceribandina hevdu ya bo bi bizanibin çi di tûrikên wan de heye, ku di yekem rûniştinê de, cihê balkêşiyê bû. Nêzikî 2 mehan piştî aciziya di navbera wan de, tenê Seidî Ehmed Pîre ne têde, ewên din hemû nûnertiya bazên nav partiyên xwe dikirin. Bi wateyeke din ev şandan yên rûniştina dawiya şer bûn, ne yên piştî hilbijartin û pêkanîna hikûmeta hevbeş bûn! Nirxandina sereke ya wan rûniştinan daxwazkirina wan tiştan e ji hevdu ku tê mejiyê wan. PDK wek serkevtiyê hilbijartinê bo derbirîna tişta di dilê xwe ya li ser meseleya serokomariyê de û diyarkirina her tiştê ku ji ber bûna wê ya wek partiya yekem ji xwe re rewa dibîne. YNK jî wek partiyek ku baskê PDKê biriye, dizane bêyî wê hikûmet pêk nayê û rijd e li ser şirîkatiyê! Helbet saykolojiya siyasî ya di nav partiyan de, bi taybetî jî YNK, ku dîsa bi ser du bereyan de dabeş bûye, bi aşkereyî ji pêkhateya tîmeke YNKê ve diyar bû, beşdarînekirina Qubad Talebanî wek serokê lîsteya YNKê (ku heta niha jî sonda yasayî nexwariye) di rûniştinan de dîsa bû cihê pirsyariyê, di demekê de ku serokê lîsteya PDKê amade bû. Diyar e di vir de jî Lahor Cengî ne wek nûnerê malbatê, wek hevsengiyek beramber malbatê hatibû danîn.
Bingeha şîrikatiya di navbera PDK û YNKê de têk çû û sedema wê ya sereke jî ew e, ku ji baskên cuda cuda yên nav YNKê her yek dixwaze bi rêya şirîkatiya li gel PDKê dest bi ser YNKê de bigirin. Ji ber vê yekê heta YNK nebe partiyeke yekdest, mehal e behsa şirîkatiyê were kirin.
Her aliyek ji wan jî li gel PDKê bibin şirîk, bilez baskên din têk didin. Nimûneya wê jî referandum, 16ê Cotmehê û 2yê Cotmehê ne. Ji vir ve divê PDK di rûniştinên xwe yên paşerojê de berjewendiya her yek ji wan baskan li ber çavan bigire, ji ber ku mebesta YNKê ji şirîkatiyê ew e, ku hemû baskên YNKê bi yekdestî li PDKê bibine şirîk!
Gorana hikûmetê û Gorana opozîsyonê
(3)
Pêkhateya Xaneya Raperandin a Goranê û ewên tehekumê pê dikin, pêkhateyek e ku di dema derbasbûyî de nîşanî da, ku meyla wê ya bo beşdarîkirina hikûmetê heye. Ew jî wê yekê çavkanî digire ku ji bilî têgihîştina wan a bi xêr û bêra desthilatiyê, piraniyan siyasiyên wan şareza ne û dizanin opozîsyonbûn li Kurdistanê heta kuderê diçe. Her wek ku çawa Newşîrwan Mistefa jî gihîşte heman encamê. Pêkhateya qaîde ya Goranê jî ew in ku ciwan û îdealîst in û hemû cureyên hikûmetê red dikin, bo wê yekê Goran di dema derbasbûyî de dixwest hemû astên van du pêkhateyên bîne cem hevdu, daku him tecrubeya wê ya siyasî hebe û him jî dengên xwe neşewitînin.
Goran di 4 salên derbasbûyî de di nav wan du meseleyan de asê ma, niha derfetek hatiye pêşiya wê ku Goran karibe xwe di nav wan herduyan de zindî bihêle. Eger ber bi hikûmetê ve biçe kesên wê yên bi ezmûn, ku PDK û YNK hesaban bo wan dikin, bixe hikûmetê û eger berbi opozîsyonbûnê ve jî biçe, hevsarê wê tevgerê bide dest wan kesan, ku şiyana wan a rûbirûbûnê hebe li gel hevkufanên xwe yên ji opozîsyonê.