Aliyekî tarî yê jiyana Kurdên diyasporayê

Ji bo beşdarî konferansekê bibim, min berî dabû Parîsê. Ji bo miletekî bê dewlet wekî miletê Kurd, çiqasî girîng e ku em di nav xwe de biaxivin, bi heman awayî girîng e ku em guh bidêrin kesên din û qala xwe jî ji wan re bikin. Ev dîplomasiya rêça duyem e ku divê girîngiyeke zêdetir pê were dayîn.

Bi her hawî, ez ê vêgavê dev ji rêça yekem û duyem berdim û bala we bibim ser aliyekî tarî yê jiyana hinek Kurdên li derve. Ez şirove û miroveyan nakim. Li dewsê, ez ê tenê serpêhatiya xortekî ku 21 sal in li Ewropayê ye, ji we re behs bikim.

Piştî derengketina nêzî demjimêrekê, balafira me bi firê ket. Min laptopa xwe derxist û ez bi serrastkirina pirtûka foruma îsal a Hewlêrê ku hêj beşek jê maye, daketim. Ez gihabûm ser panela Dr. Adil Baxewan û Dr. Seidî Saidî gava xortekî Kurd ê esmerokî her dixwest bi min re bipeyive.

Ji bo rêzgirtina wî, min lê dinihêrt lê min destê xwe jî ji ser klavyeyê ranedikir. Min dixwest bi rêzdarî, bêyî ku ez tiştekî bibêjim, wî gencî li ber bixim ku karê min heye. Lê min kir nekir bê havil bû.

Li Brîtanyayê dijî û di dema rêwîtiya me de, kurteyek ji bîst salên borî yên jiyana xwe ji min re vegot. Ji bo mehra xwe li jinekê bibire, vegeriyabû Kurdistanê. Li hêlekê bi zewacê daketibû, li hêla din otomobîleke giranbiha jê dizîbûn. Ji ber vê yekê jî, xweşiya şîraniya wî lê kiribûn kerafî. Hefteyekê zûtir ji dema ku hatibû plankirin, vedigeriya.

Min çend caran got, xweska wisa nebûba û yê girîng dîsa tu yî. Lê hişê min li ser serrastkirina hevokên Dr. Adil bû ku gotineke Jacques Chirac vedigot û digot, Îraqî li hember pirsgirêkên guherîna keşûhewayê û zêdebûna bilez a niştecihan xemsar in. Îcar em dizanin jî ku paşxaneke Dr. Adil a rewanbêjiyê heye û honaka wî jî pir spehî ye.

Xortê me di vê navberê de got: Min li Ewropayê bi hezaran jan û serêşî dîtin. Lê şikir ji Xwedê re, min niha jin anî û malxezûranên min jî gotine heke tu serê xwe hişk bikî û nimêj nekî, em ê jina te ji te bistînin!

Kenê min hat. Lê du heman demê de, hesteke min a rojnamevanî jî liviya û min xwest bi baldarî guh bidêrim gotinên wî. Helbet, ger min nexwesta jî dîsa divabû ez guhdariyê li wî bikim.

Di xeyala civaka me de, heke kesek bigihe Ewropayê, jiyana wî/wê dê xweş û aram bibe û dê bi pêş bikeve. Hinekî jî dê hem demboriya xwe û hem jî zimanê xwe ji bîr bike. Reftar û tevgera hin kesan jî diguhere, welhasil wekî berê namînin.

Kekê min Hêmin Ebdullah jî di Programa Diyasporayê de, bêhtir kevala Kurdên serkeftî yên ku destê wan digihe devê wan û bûne tiştek nîşanî me dide lê ev xort ne wisa bû û dîmeneke berevajî nîşan dida. Digot niha pereyên min gelek in. Xema otomobîla xwe jî nedixwar û digot ku sîgortaya wê (temînat) heye. Lê bi hezaran hesret û poşmanî li ser rûyê wî xuya bûn.

Vêga 37 salî bû. Dema ku 16 salî bû, ji ber pirsgirêkeke evîndariyê, bi bavê xwe re şer kiribû û çûbû Tirkiyeyê. Çawa dibe bila bibe, xwe bi pereyên hindik û bi rewşeke kambax digihîne Fransayê. Li wir xizaniyeke bêmînak dibîne û dibe qaçaxçî.

Li Brîtanyayê jî dîsa bi wê heyteholê dadikeve û ji ber van sedeman jî salek û şeş mehan li Fransayê, carekê heşt mehan, carekê sal û nîvê û carekê jî sê sal û nîvan li Brîtanyayê dikeve girtîgehê. Bi gelemperî, di nava 20 salên borî de, bêhtirî 7 salan li zindanan dimîne. Zindan, anî zimên, mirov diguherîne.

Gotineke Sun Tzu hat bîra min ku çawa têkçûn fermandarekî leşkerî dike kesekî serkeftî. Di rastiyê de, têkçûnên jiyanê jî ezmûna mirov zêdetir dikin. Wî bi xwe digot, ez li Ewropayê tim mijûlî şer û kişandina kêferatê bûm. Min gelek kes bi daran têr lêdan kir lê bila di navbera min û te de bimîne, paşiya min jî têra xwe pehîn xwar! Min birçîbûn û bêtarên mezin dîtine.

Ciwanê min û we niqoyî nav şerên mafyayê û gelek heyteholên din jî bûbû. Lê bi gotina wî, ev pênc sal in ku dev jê berdaye û xwe paqij kiriye. Dijwar bû ku ez bêhtirî sê demjimêran berê xwe bidim wî da ku biaxive. Stûyê min qerimî. Lê min dixwest dema ku dipeyive ez zîq li rûyê wî binêrim. Mirov bi ziman dipeyive lê zimanekî rûyê wî jî heye û divê tu bi çav jê fêm bikî!

Ew pir poşman û bi hesret xuya dikir. Hîna bi hesret ji min re behsa keçeke Fransî kir ku çawa bi rasthatinî alîkariya wî kir û ew bir mala xwe û paşê jî ji wî hez kir lê belê wî dev ji wê berda. Digot, keçik pir dilsoz bû û heta wan deman jî ku ez li girtîgehê bûm her li rewşa min dipirsî. Eşkere bû ku xortê me poşman bû û hîna jî hurmeta yara wî ya kevn di dilê wî de mabû.

Poşman bû ku pîremêrek bi darê zorê ragirtiye û 20 euro jê standine. Tiştên pir mezintir kiribûn lê ya ku di dilê wî de mabû ew bû ku çawa neheqî li kalemêrekî bêhêz kiribû. Poşman bû ku ji ber birçîbûnê avêtine ser mala jin û mêrekî Fransî ku ji wan tirsiyane û gotine tiştekî nekin, em ê nan bidin we û her tiştî ji we re bikin.

Ew ji gelek tiştên din jî poşman bû ku ez nikarim hemîyan ji we re bibêjim. Serbilindiyek jî di gotinên wî de diyar bû gava got ku ez bi erebîyeke şepirze bi ajokarê otobusekê re axivîme û gava wî tê derxistiye ku ez Kurd im, gotiye, hûn neviyên Selahedînê Eyûbî ne û 10 euro jî hêvişandine destê min.

Xuya bû ku ciwanekî tewtewe û har û hêç bû. Got, li Brîtanyayê ez şandim mala mêrikekî Hindî. Ez 10 rojan li wir mam û mêrik jî ji ber çikûsiyê, bi berdewamî hêk didan min. Canê min gurî bûbû û timî dixuriya. Got ji qehra hêkan, min makîneya wî ya şûştina cil û kincan şewitand û bi şevan min nola Hesen Zîrek stran digotin, ji bo ku ew rehet nemîne. Ev jî ji bo ku polîs min ji wir derxin û bibin maleke din.

Plana wî sergihayî bûbû, paşê ew şandibûn mala jineke Îngilîz ku jê re digot, Mamî. Digot ez niha jî seriyan lê didim. Ez di her hilkeftê de gul û diyariyan jê re dişînim û serdana wê dikim. Fîlma Gumgumokê hat bîra min. Di dîmenekê de, mêrikê sûcdar ku diz e û xwe kiriye mela, da ku wî nas nekin, dibêje, ji xwe dilê diz û sûcdaran jî heye ha! Xortê me yê serserî jî xwedî dil bû, dilovan bû.

Çîroka vî xortî kuta nabe û wî bi xwe digot, bi hezaran heyteholên min ên wisa hene. Di nava pênc saetên rêwîtiyê de, min piraniya wextê xwe bi guhdariya wî derbas kir. Wî bi xwe digot, min di jiyanê de gelek xeletî kirine lê hemî jî seba mana li jiyanê bû! Kes nebû rê pêşanî min bide. Ez nehatibûm fêrkirin.

Çîroka mişt serpêhatî ya vî xortî nahêla ku ez serrastkirina xwe biqedînim lê bala min bir ser wê yekê ka çima divê diyasporayên Ermenî yan Cihûyan li Ewropa û Amerîkayê ewqas xurt bin ku ne tenê şopa destê wan xuya be, lê tew siyaseta dewletan jî biguherin; lê çima ya Kurdan ji wiha kêmtir be, di demekê de ku hejmareke beriçav a Kurdan li derve dijîn?

Dibe ku beşek ji bersiva vê pirsê jî li nik mînakên din ên vî ciwanî be. Digot, em li Ewropayê bi piranî bi berberxane, supermarket, cilşûştin û fîterkariyê (çakkkirina otombîlan) dadikevin. Xuya ye bi ken dabaşa karê reş û qaçaxçîtiyê jî kir.

Carekê dîplomatekî Ewropayî ji min re got ku Kurd li Ewropayê di dîtina derîçe û dorpêçkirina qanûnê de zîrek in. Min wê demê ev gotin cidî wernegirt, bi ser de min wekî nêrîneke neteweperest lê nihêrt û ew rexne jî kir. Diyar e, heke min zûtir çîrokên vî ciwanî û nimûneyên wî bi vê hûrkariyê bizaniya, dibe ku karvedana min bi rengekî din bûya.

Pêkan e ku ciwanê me yê esmerokî ji paceya xwe ve li mijarê mêze kiribe, heke na gelek Kurdên me yên serkeftî jî hene ku tev li nav civakên Rojavayî bûne û şopa destê wan diyar e; lê belê çîroka vî xortî aliyekî din ê jiyana Kurdên Ewropayê nîşan dide.

Ji aliyekî ve, ev çîroka têkçûna siyaseta entegrasyonê ya wan welatan e û ji aliyekî din ve jî arîşeyeke çandî û kêmpêşkeftina civaka me jî nîşan dide, ku tevî hebûna derfetên baş, xortên me bêhtir li karên reş û neprofesyonel ku qezencên diravî yên lezgîn di wan de hene, digerin.

Em bi derengî gihaştin Frankfurtê. Ji ber vê yekê tranzîta Parîsê jî ji kîsî min çû. Min xema wê yekê dixwar gelo ez ê di wextê xwe de bigihim konferansa ku ez seba wê hatibûm an na, lê tevî vê yekê jî quncikeke hişê min li ser hêla tarî ya jiyana Kurdên diyasporayê mabû.