Referandûm dihejîne

Di tekoşînên azadiyê de hişmendiya neteweyî û ya civakî, destebira ne. Serdema 1945-1970an, serdema serokatiyên civakî bû. Lê tenê di xuyanê de. Bi 1989ê re dewletên sosyalîst di çend mehan de zivirîn neteweperestiyê. Encam: Hestê neteweyî, hewqas kûr û zexm e.


Tevgera neteweyî ya kurd jî, bi wê diyardeya dualî hate dinyayê. Hinekan aliyê neteweyî biçûk dîtin, ku îro jî ew xeletî û şehitîn heye. Divê fêrên referandûma Başûr, ji bo wan hişyariyeke erdhejî be.


Ji bo civaka kurd, bûyer netewî ye, ji bo Rojhilata Navîn û dinyayê jî. Encama binxêzkirî, divê hişê partiyên li dijî referandûmê bîne serê wan. Nexwe ji nifir, şermezarkirin û rûreşiya dîrokê nafilitin.


Encameke din: Kurd kîjan kirasî le xwe bikin jî, heya bêhna kurdîtiyê ji wan were, dê Enqere, Tehran, Bexda û Şam dijminahiya wan bikin.


Berteka têzanîn


Îran bi fermî helwesta xwe eşkere kiriye. Tişta Bexda dike hemû bi hevkarî û dehfdana Tehranê dibe.


Zimanê desthilata tirk, gefxur e. Bêhna bêbextî jê tê. Kemalîst? Ew yekcar har bûne. Peykerên Mustafa Kemal û sekulerîzma wî, li erdê ne, deng ji wan dernakeve, lê gava mijar Kurd bin, xwîn ji çavên wan diherike.


CHPya xwe ji wan nîjadperestên faşîst dûr nexe, CHPya kevnekonsolosê hevkarê DAIŞê dike berdevk, ma dikarê dilê kurdan aş bike?, dikare qet bibe desthilat?


Ew faşîst, bi hevkarên xwe yên fars û ereb re, bi qestî referandûmê bi Îsraîlê ve girê didin. Sed caran mixabin, Kurdên dibin dûvikên wan jî hene. Bila ew baş bizanibin, zirîn û rêyina wan beredayî ye. Bi boneyê:


Yên Kurdistan dagir kirinê, yên Kurd ji azadiya wan bêpar hiştine, yên nîjadkujiya kurdan dikin, Tirkiye û Îran in, an Îsraîl e?


Mijar Misilmanî û Cihûtî be, em wê cudahiyê red dikin. Filistînî? Li vir bûyer ne ew in, lê Kurd in. Pirsa kurdan, ne bi Îsraîlê re, lê bi Tehran, Enqere, Bexda û Şamê re ye.


Berteka navneteweyî


Em ji gotinên Barzanî, encama civîna wî û nûnerên DYA, Îngilistan, Frensa û Almanyayê zanin. Divê ew girîngiya dostaniya kurdan baş bizanibin, di êşa kurdan de rola xwe jî. Îraq ji Rûsyayê zêdetir, mijara DYAyê ye û ew baş zane ku Bexda nokerê Tehranê ye û ji vê Îraqê demokrasî dernakeve.


DAIŞ? Ew êdî nabe mehne. Nakokiya erebên şîê û sunnî heye. Ew qet ne pirsa kurdan e.


Têkilî û hevdîtinên bi Bexdayê re? Pirsgirêk ne ew e. Rêya têkiliyê vekirî ye. Lê di xwendina pêşerojê de cudahî heye. Daxwaz û îdîa, cuda ne. Mijar ne di nav yekparebûna Iraqê de zêdebûna mafan e, lê serxwebûn e.


Maqezagon? Li Tirkiyê maqezagon heye, Kurd tinene. Maqezagona Îranê heye, navê kurdan tineye. Pêdivî bi gotina zêde tineye. Maqezagona Îraqê, bi Erebên şîe ve girêdayî ye. Kurd nikarin destûra referandûma ji wir bistînin. Yên berê kurdan didin maqezagona Bexdayê, an naîf in, an jî zikreş. Li Bakur an li Başûr, li Rojhilat an li Rojavayê, erka kurdan, qebûxwestina maqezagona kolonyalîst e.


Helwesta Frensayê? Ew, bêbextiya DYAyê tînin bîra kurdan. Dibe. Lê para wan? Iraqa ti caran nebûyî, berhema wan û îngilîzan e. Tişta wê anî serê kurdan, divê her di rojevê de be.


Dev ji hemûyan berdin, çima bi Tirkiyê re? Ma di tundrewiya îslamî û komkujiyên wan da para Enqerê, ne diyar e? Çi zû we, ew şûşt. Ka li vê bêhayiyê binêrin; Enqereya li Bakur nîjadkujiyê dike, qala "garantoriya mafên Başûr" dike, lê di nav Îraqa yekpare de, weke marê bijehr...


Barê Başûr ne sivik e. Lê meşa wê pîroz e. Hêz û yekîtî gel, bingeha garantoriya navneteweyî ye. Li herêmê giraniya wan çibe jî, Enqere an Tehran nabin garantorê mafên kurdan. DAIŞ, Heşdî Şabî, Ereb, Tirk an Fars, li ser xaka Kurdistanê sedemê hebûna her leşkerê biyanî, yek e: Neyartiya azadiya kurdan e.