Hûn dîn in an paşa?

Hemû alîgirên YNKê hikûmetê rexne dikin, lê tenê hikûmeta li Hewlêr û Dihokê rexne dikin! Hemû alîgirên PDKê jî hikûmetê rexne dikin, lê tenê hikûmeta YNKê ya li Silêmanî û Germiyanê rexne dikin! Goran û îslamiyan jî dora 300 kesan ji alîgirên xwe yên dijber tevlî hikûmetê kirin, lê yên dîtir hîn jî dijber in! Lewma divê kabîneya heştan bo rêkxistina vê heyteholê `Wezareta Karûbarê Rexneyê` jî vekira!.

Di nav kurdan de, pirraniya diyarde û bûyeran serberjêr bûne. Li ser televizyonê, hin wezîr derdikevin û sîstema desthilatdariyê rexne dikin. Parlamenter behsa bê desthilatiya parlamentoyê dikin. Endamê serkirdatiya partiyeke desthilatdar derdikeve û wek karkerekî hejar û qels dest bi rexneyan dike!.

Li vir hemû alî neyar û dijminên hev in. Partî jî di nav xwe de wiha ne. Her kes rexneyan dike. Zengîn û feqîr. Desthilatdar û bêdesthilat. Lê hîn jî nediyar e ew rexneyên ku her roj 6 milyon kurd bi hewayê de berdidin, li kê tên kirin!.

Eger tu li çayxaneyekê rûnî û çayekê vexwî, tê bibînî çiqasî kîn û kerba xelkê li hikûmetê vedibe. Di dema xwepêşandanan de jî, tê bibînî bi darên di destê polîsan de hikûmet çiqasî li xelkê û mihneyekê ye!.

Tevî ku hertim hikûmet û xelk ji hev xeydî û dûr in, lê wezaretek nedanîne bo rêkxistina têkiliya di navbera herdu aliyan de. Serokatiya parlamento û serokatiya hikûmetê di eynî hewşê de ne, lê wezîrek di navbera wan de heye bi navê wezîrê karûbarê parlamentoyê daku têkiliyên wan rêk bixe!.

Ev aciziya hikûmet û xelkê ji hevdu ne tiştekî xerîb e. Hemû hikûmetên rojhilat ji aliyê miletên xwe nayên hezkirin. Lê li Kurdistanê tiştekî din jî hebû. Dema YNK û PDKê wek du taximên gokê, lê bi ruhiyeta eskerî ketin rûyê hev û Kurdistan parve kirin; PDK li Hewlêrê hikûmetoka xwe ragihand. Lê belê bû opozisyona hikûmetoka YNKê li Silêmaniyê. YNK jî li Silêmaniyê eynî tişt kir.

Êdî ji wê rojê ve, xelk ji wan fêrî zimanê redkirin û nîşandana xirab a berhemên hevdu bûn. Ravekirina wan bo diyardeyan bi temamî seqet bû, wek mînak: Eger rojê heft teqîn li Hewlêrê rû bidin, êdî ev li ba xelkê dibe belge ku ewlekariya Silêmaniyê ji ya Hewlêrê çêtir e. Eger rojê çarsed otomobîl li Silêmaniyê biqulipin, ev belge ye ku polîs û trafîkên Hewlêr û Dihokê ji yên Silêmaniyê baştir in!.

Eger rojê şeş heft rez û baxên Şarbajêr bişewitin, ev belge ye ku polîsên daristanan ên Zaxo çê û çalaktir in. Eger mehê agir bigre sêsed sîtêran li deriyê sînorî yê Hacî Homeranê, êdî ev tê wateya ku deriyê sînorî yê Başmaxê navneteweyîtir e! Gelo li seranserê dinyayê metodeke nirxandinê ya wiha heye! Ji ber ku Umer qenc bû lewma Elî xirab e yan Elî qenc bû lewma Umer xirab e!.

Divê rê li ber nefes û henaseyeke din bê vekirin. Lê li vir pirraniya xelkê eynî texlît in û dixwazin tu jî yek ji wan bî. Eynî mîna çîroka paşa: “Li bajarekî çemek hebû, çi kesê ji ava wî vexwara dîn dibû. Şêniyên bajêr hemûyan av vexwar û dîn bûn. Tenê paşayê wan ava çêm venexwar. Lê çimkî şêniyên bajêr hemû eynî texlît bûn û paşa cuda bû, ji paşê re digotin dîn û jê xwestin dev ji posta paşatiyê berde û layîqî xwe nedidîtin dînek paşayê wan be! Di dawî paşa neçar bû biçe eynî avê vexwe da wek paşa bimîne.”

Erê, dibe ku dûrî mijara me jî be, lê bi rastî jî “eger pisîk ne li mal be, mişk Evdilrehman e!”