Gelo realîte maye?

Fîlma “Blade Runner” ji derhênana Ridley Scott, bi janreke cyberpunk di sala 1982an de li Amerîkayê hat çêkirin. Çîroka vî fîlmî ji romanekê hatiye wergirtin bi navê “Gelo robot xeyala mihên elektrîkî dibînin?” ku ji hêla romannivîsê amerîkî yê berhemdar Philip K. Dick hatiye afirandin. Philip K. Dick di 54 saliya xwe de wefat kir, lê wek nivîskarekî navdar yê karên zanistî-fantazî tê naskirin û xelateke navdar jî bi navê wî hatiye kirin.


Naveroka fîlma Blade Runner felsefî ye. Herçiqasî ev fîlm di dema xwe de yanî gava nû derket, zêde berçav nebû û bal nekişand, tew bi zehmetî karîbû xerciya xwe derxe; lê dûre nirxê vê berhemê derdikeve û dibe yek ji baştirîn fîlmên dîroka sînemaya Amerîkayê û niha wek dersekê li zanîngehan tê xwendin.


Blade Runner çîroka polîsekî bi navê Rick Deckard e ku hatiye erkdarkirin li (Replicant)an bigere û wan qirr bike. Replicant cureyekî ruhberan e, eynî wek mirovan in, lê şîrketek bi navê “Tyrell” bi rêya genetîkên destçêkirî ew afirandine ji bo karên taybet û giran ku mirovên normal nikarin wan bikin.


Ev Replicant ku wek kole û karker tên bikaranîn, di zeviyê de hatine qedexekirin û nikarin bêne ser rûyê erdê. Ew cureyekî amûran in ku tenê ji bo karên giran ji bo stêrkên din tên şandin. Çîroka fîlm di sala 2019an de li bajarê Los Angelesê li Amerîkayê diqewime. Los Angeles wek bajarekî pêşketî xuya dike û desthilata mirov li ser xweza û hertiştî nîşan dide. Li vî bajarî, ji ber geşbûna teknolojiyayê, xweza qirr bûye û tiştên resen û organîk bûne wek tiştên destçêkirî.


Replicant jî eynî bûne mîna mirovên rasteqîn. Di fîlm de, hinek Replicant dikarin zora serkarên xwe bibin û derkevin ser rûyê erdê û herin wê şîrketa ku lê hatine çêkirin û hewl bidin temenê xwe yê kurt zêde bikin ku di bingeh de ji bo jiyana dijwar û kurt hatine afirandin. Dema polîsên bajêr bi vê yekê dihesin, Deckard dikin berpirsyarê dîtina Replicantan ku pir dişibin mirovan û naskirina wan zehmet e. Wekheviya mirovên normal û Replicantan xaleke balkêş a vî fîlmî ye.


Li tenişta amûreke pîvana derewan, tena cudahiya ku polîs Deckard dikare bi rêya wê wan bibîne, hin pirsyar in derbarê bîranînên wan yên zaroktiyê. Jiyana zaroktiyê ya Replicantan nebû, lewra tu bîranîneke wan nîne. Lê em dibînin ku şîrketê karîbû ji hinekan ji wan re vî beşî jî zêde bike û hinek bîranînên zaroktiyê yên dûr di wan de şîn bike. Yanî wek programekê li wan hat zêdekirin ku zaroktiya we hebû û hin bîranîn û wêne ji wan re hatine çêkirin ku ji wan re dibêjin ev hûn in, lewra Replicant bi xwe hest bi cudahiyê bi mirovên din re nakin.


Di fîlm de, sînorê navbera destkird û resen de bêwate dibe û êdî ji hev nayên cudakirin. Tew di hinek dîmenan de em dibînin ku heywan û balinde jî destkird in û tu cudahiyeke wan a xuya û dîtbar bi yên orijinal re nîne. Fîlm bi temamî wê dinyayê tîne pêş çavên me ku fîlosofê fransî Jean Baudrillard di salên 1970 û 80yan de behs dike û dibêje, niha em di dinyaya texlîdê (sîmulasyonê) de dijîn, mînakeke berçav a texlîdê, nexşeya cografyayê ye ku tê de hin hêl û nîşane realîteya rasteqîn a cografyayê kurt dikin. Nexşe ne hevawayê rasteqînê ye, lê dişibe wê yan cureyeke din a realîteyê ye ku em di nav de dijîn û kar pê bikin bêyî ku rasteqîn be.


Li gor Baudrillard, di serdema niha de sînorê navbera rastî û hevawayê rastiyê de rastî “teqîneke navxweyî” hatiye. Yanî hertişt bi rengekî tevlîhev dibe ku cudakirina wan zehmet dibe û tiştê ku dimîne ne rastî yan realîte bi xwe ye, lê dişibe rastiyê. Bi gotina Baudrillard, mirov bêyî vê hevawasaziyê nikare têbigihe yan wateyê dirust bike.


Bi baweriya Baudrillard, hevawa (lasayîkirî) ji pêşî û heta sedema niha ku serdema postmodern e, sê qonax derbas kiriye. Di destpêkê de hevawa tenê çavlêkirina rastiyê ye ku mirov dikare bi hêsanî cudahiya wan bibîne, wek nîgarkirina wêneyeke rasteqîn, mînaka nexşeya cografî baştirîn mînak e ku em pîvanekê bikar tînin da nêzîkiya wêne ji rastiyê pê bibînin, wek ji bo her sed kîlometrekê, em santîmetrê dikin pîvan.


Di qonaxa duyem de, “hevawa” kopiyeke alternatîv e ku bi temamî cudahiya navbera realîte û beramberê wê ji hole radike, wek foto ku hewldaneke ji bo çêkirina hevawayekî kemilî. Baudrillard mînaka wan peykerên hevawa tîne ku di muzeyan de li şûna peykerên resen tên nîşandan. Di qonaxa sêyem de, êdî çavkaniya (hevawayan) ne rastî bi xwe ye, lê hevawayeke din e. Lewma Baudrillard behsa têgeha “ban realîteyê” dike.


Fîlma Blade Runner bi rêya nîşandana Los Angelesê di sala 2019an de, wê rastiya tal raberî me dike ku wek çawa di fîlm de dixuye, hemû ji bo jiyaneke din berê xwe didin stêrkeke din û ji erdê bar dikin. Ew rastî xuya dibe ku li kêleka realîteyê, me cîhaneke terîb (paralel) afirandiye ku ji rasteqîniyê rasteqîntir e û realîte nuxmandiye. Wekheviya robot û mirovan nîşana nemana dîwar e di navbera texlîd (sîmulasyonê) û realîteyê bi xwe de!