Hûn dewletê ragihînin!

 

Kurd hemû dixwazin karwanê wan bigihe armanc û mexseda xwe. Ev daxwazeke mirovî ya baş e. Lê kurd bi awayekî çewt dikevin rê. Kurd hertim erebaneya xwe ne li pişt hesp, lê li pêşiya wî girêdidin!

 

Vêga kurdên Başûr li ser du bereyan belav bûne. Bereyek bawer dike ku dê Barzanî dewletê ragihîne. Xwediyên vê baweriyê tiştekî nakin û tenê pesnê şiyan û mezinahiya Barzanî didin. Bereya din jî ku mîna bereya yekem tiştekî nakin, kemîn vedane û dixwazin xeletiyekê bibînin û bi tan û niçan bêjin: Barzanî nikare dewletê ava bike. Yanî li Kurdistana Başûr, dora şeş milyon kesan rûniştîne û çaverê dikin kesekî tenê dewletê ji wan re ragihîne. Hemû diyalogên wan jî bi “dikare û nikare” dest pê dikin û bidawî jî tên!

 

Dewlet çi ye? Dewlet saziyeke fermî ye ku miletek radigihîne, neku kesekî tenê ji miletekî re radigihîne! Çimkî daxwaz û arezûya giştî ya her takekesekî milet ew e ku dewleta wî hebe, lewma erkê her takekesekî milet jî ew e ku çeleng be û amade be bo ragihandina dewletê. Gelo kurd çeleng û amade ne?

 

Heta niha herdu bereyan, ango bereya dostên Barzanî û bereya neyarên wî jî, şiyan û haziriya ragihandina dewletê nîşan nedane û kes ji wan bi wî terhî tev negeriyaye ku daxwazkerê dewletê ye. Lewma jî pirraniya kurdan bendewar in Barzanî dewletê ji wan re îlan bike. Lê belê ew bixwe ti karî nakin da dewlet ji bo ragihandinê amade be!

 

Erk û desthilatên serokê herêmê, çi Barzanî be yan kesekî din be, ne ragihandina dewleta kurdî ye! Hem di yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê de ku ji hêla parlamentoyê derketiye û hem di destûra erênekirî ya herêmê de, ti bend û madeyekê Barzanî pabend nekiriye ji bo ragihandina dewletê kar bike.

 

Yanî mijara ragihandina dewletê ku bi Mesûd Barzanî ve hatiye girêdan, tenê xwestek û arezûyeke wijdanî û exlaqî û neteweyî ya wî mirovî ye wek her welatiyekî din yê Kurdistanê. Lê ne erk û wezîfeyeke qanûnî ye, ku tu xwe bimelisînî eger wî dewlet ranegihand an eger derfet çênebû ragihîne, tu rabî tan û niçan lê bidî!

 

Çimkî ragihandina dewletekê bo kurdan, ne erkekî qanûnî û neçarkirî yê serok e û serok jî tenê wek hez û erkekî wijdanî û neteweyî yê her mirovekî kurd vê hewldanê dike, ango tu jî wek wî kurd î û arezûya dewletê dikî, lewma erkê te ye jî tu kar bikî heta dewlet bê ragihadin.

 

Niha beşek ji kurdên Başûr, li şûna ku (eger arezûya Barzanî ya ragihandina dewletê heye) piştevaniya wî bikin, tên wek heştpêyên Cama Cîhanê, girewê dikin ka Barzanî dikare dewleteke kurdî ava bike yan nikare!

 

Dibêjin li gundekî, melayekî got: “Min şeva din, hemû stêrkên esmên jimartin.” Gundiyan jê bawer nekir, pê keniyan û gotin ev karekî dijwar e û kes nikare hemû stêrkan bijmêre! Melê jî rabû ji wan re got: “Eger hûn ji min bawer nakin, kerem kin hûn bixwe bijmêrin!”