Jin, Xebat û Rêveberî (Women, Work and Administration)
Ji bo kesekî şîreta pêşîn, perwerdeya pêşîn û bandora pêşîn wekî dayîkêkî ji jinê tê. Jin, berdewamiya jiyanê ye, xwedî taybetmendiya zan/zayînê ye. Jin tirsa herî mezin e ji bo cahilî û nezanî yê, ji ber ku jin dema fêrî hin tiştan bibe wê demê wan tiştan hînê zarok, malbat, civak û jiyanê jî dike.
Navê jinê di Avestaya pîroz de jî wekî bikaranîna îroyîn derbas bibû. Peyva jin di Kurdî de pir kevn e. Li gor hin baweriya peyva “Jin” ji peyva “jiyanê” tê. Lê belê jin, pîrek (afret/hermet) ku tê wateya mirovên mê û jina mêrekî an jî xanim (kebanî/bermalî) ku tê wateya jina malekî û ber malmatekî ye. Her wiha xatûn jî ji bo jinê bi zimanekî rêzdar tê gotin.
Ji serdema berê ta roja îroyîn, jinê bi ked û xebata xwe heyîna xwe pêk aniye. Bi girêdayî Şoreşa Pîşesazîbûnê ji salên 1750 î ta salên 1914 an û piştî şerên cîhanî yê yekemîn û duyemîn ked û hed a jinan bi bûha bûye.
Gava jin wekî karkerên bi bûha ketin nav jiyanê ji aliyê malbatê ve azadiya xwe destxistin, lê belê ji aliyê nêvenga kar de jî rastî gelek pirsgirêkên civakî hatin. Yek ji pirsgirêkên civakî jî ew bû ku di sala 1857 an û roja 8 ê Adarê de di New York a Amerîkayê jinên karker yên ku pertal de kar dikirin rastî êrîş, newekhevî û cudakeriyê hatin bû. Destpêka wê rojê ta roja îroyîn ew roj wek Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar tê pejirandin.
Ji ber kevneşopî û nirxê civakî kar û fonksiyonên jinan tenê bi karê di nava malbatê de hatiye çarçove kirin. Halbûkî ku jin di nava karsaziyê de bi pêş ve biçin û bi hêztir bin, wê demê tevahiya civakê wê bi pêş ve biçe û bi hêztir be.
Li gorî ILO (International Labour Organization (Saziya Xebatê ya Navneteweyî, SXN))ê ku saziyeke girêdayî NYê bo bipêşxistina rewş û têkiliyên xebatê ye, wekheviya zayendî, ji bo hemû mêr û jinan pêk hatiye, ji bo vê yekê jî prensîp a herî girîng ya vê saziyê xebata mirovî û wekheviya zayendî ye. Bi sedema pêşketina teknolojîk û zanistî, gere di hiqûqa Navneteweyî de der barê xebata jinan de lêkolîn û nîqaşên nû bên kirin. Her wiha lazime ku mewzûata Yekîtiya Ewropayê (YE), belgeyên Saziya Xebatê ya Navneteweyî (SXN) û peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên der barê mafê jinan de bi girêdayî nirxên civakî were bi rêk û pêk kirin. Bi taybetî jî der barê perwerdeyî, hişmendî, hiqûqî û hwd.
Di rêveberiyê de jin bi du awayê hêz û rengên xwe derdikevin ber çavan, yek ji wan hêz û rengê polîtîk e û ya din jî xebata jinê ya civakî ye. Ji bo vê yekê bandora jinê di nava xebat an jî xizmetên civakî de zêdetir e. Gere di nava jiyana xebat û kar de cihê jinan zêdetir be û jin di wî warî de çalaktir bin. Lewra pirgirêkên civakî yên der barê jinê de kêm nabin û jin her diçe ku zêdetir ziyan dibîne.
Jin çawa dikare malekî û malbatekî birêve bibe, wusa jî dikare di Civakê de bibe şaredar û rêveber. Wekî komker û parveker çawa dikare di nav zakarên xwe de parvekirinê bike, wusa jî dikare di nav hemwelatiyan de parvekirinê bike. Çawa dikare mal, hewş û bexçê xwe paqij û ahengdar bike, wusa jî dikare bajar û navçeyan paqij û ahengdar bike. Çawa dayik di nava malbatê de parvekirinê madî an jî îktîsadî û îdarî, manewî an jî hîsî û ruhî dike, wusa jî dema rêveberiyê de dikare di nava hemwelatiyan de wan parvekirina bike.
Jin, der barê jiyana zanistî, civakî, aborî, exlaqî û hwd. heval û şirîkê mêra ne. Bandora jinê di nav civakê de zêdetir e bi taybetî wekî dayîkê. Bi rastî jî ya ku civakê verast dike, mirova dîne dinyayê, xwedî dike, mezin dike û ji civakê re dide qezenckirin dîsa jin e. Jin dikare neslekî bi aram, tendurist, fêrkirî û zane peyde bike.
Ji dîroka mirovahiyê heya roja îroyîn jin, bûye dayîk, bûye jina malekî û ber malmatekî. Hem xatûn bûye hem jî kevanî û bermalî bûye. Her wiha di kar û hilberanê, aborî û siyasetê de jî bi bandor û çalak bûye.
Tevahiya jinê cîhanê ji ber hin astengiya wekî astengiyên zayendî, perwerdehî, civakî, hiqûqî û cudakerî, bi sed salan, di pergala siyasî de entegre nebûne. Gava mirov van tiştan hemûya dîne berbiçav wê wextê mirov dizane ku roja îroyîn de jin di warê siyasî, perwerdeyî, wekhevî, azadî û hwd. de bi pêş ketin e û gelek serkeftin bi dest xistin e.
Pirsgirêk ne tene ya jinê ye, ya mêra ye, ya civakê ye û ya mirovahiyê ye. Ji ber vê yeke jî gere çareseriya wê jî bi hev re were kirin. Jin û mêr ne hevrikê hevdu ne, ne jî reqîbê hevdu ne. Ew hevdu temam dikin û di jiyanê de şirîk û hevparê hevdu ne.
Eger jin di her qadê rêveberiyê de çalak ne be, di biryar dayîne de aktif ne be wê demê civak nagihîje hemdemîtî û pêşketinê.
Ol jî li ser xebat û karên jinan disekinin. Mînakek: li gorî hin hiqûqnasê Îslamî, jin nikarin di civakê de rêveberiyê bikin, lê belê li gorî hin nêrîna jî gava jin xwedî liyaqet û besayiyê bûn tu pirsgirêk nabîne ji bo rêveberî û serokatî yê. Her wiha roja îroyîn de jinên ku di çarçoveya Îslamê de hatibin perwerde kirin, bi rê ya hiqûqî çareseriya pirsgirêkên civakî diğerin, civaka Îslamî baş nasdikin û bûyerên civakî taqîp dikin dikarin bi hêsayî karê rêveberiyê bikin.
Pêşniyariyek ji bo şaredarîvana: bi rastî der barê îstihdam kirina jinê de tişta herî balkêş zarokxane (kreş) û xwedîkirin e. Lewra di dewletên pêşketî de ev mijar zelal e û gava lênêrîna zarokan sekeftî bibe, istihdama jinan jî bi wî awayî zede dibe. Ger rêveber dixwazin jin zêdetir çalak bin, lazime ku giraniyê bidin ser çêkirina zarokxaneya. Bi taybetî pêşniyariyek jî ji bo şaredariyên nû ku paqijîvan û ajovana îstihdam dikin nîvî ji jinan îstihdam bikin.