Kane rewşenbîrên kurd?
Serdest, ji girseyên tevgerkirî, hunermend û rewşenbîran ditirsin. Ji wêkê êrişî tevgerbûnê dikin, rewşenbîr û hunermendan dikirin, ditirsînin, digrin, nabe wan dikujin.
Bi çi rê? Bi hêza dewletê, bi dozger û dadgeran, bi polîs, leşker û sîxuran, nabe bi kontgerîla û mafyayê. Hunera serdestan, ne ji aqilmendiyê, lê ji destûrmendiya desthilatbûnê tê.
Mîrata Abdulhamîd
Siltan Abdulhamîdê 2mîn (1842-1918), bi dekbazî û plangeriyên xwe navdar bû. Lê wisa “camêr” bû, ku rewşenbîrên dijberê xwe (Jon-Turk/Tirkên Ciwan), li welatên Ewropayê bi pereyên xwe xwedî dikirin.
Dûvre ew dizivirandin Stenbolê, ew diezimandin qesra xwe, li cem xwe ew rûdiniştandin, bi destê xwe qedeha wan tijî dikir û berikan wan jî bi pereyan. Ew “zarokên şûm”, êdî zilamên Siltan bûn.
Kevneşopa kirîn û firotina rewşenbîran, heya îro berdewam e. Neteweperestî, bingeha wê têkilî û bazirganiyê bû: “Dewlet, bav bû!”
Tevkariya Mustafa Kemal
Ji bo wî tenê rewşenbîrên jê û ên rikber hebûn. Ên yekemîn malê kirîn û firotinê bûn. Qedera yên duyemîn, girtin û kuştin bû. Serdema 1923-1946ê, bi wan kuştinan tijî ye. Mustafa Kemal, kevneşopa “dewleta kûr/dezgeha taybet” (Teşkîlati Mahsusa, 1911) parast û bi şêwe û rêxistinên nû, ew dezgeha mirinê pêşve bir.
Rewşenbîrên xwe firotî, ku ew bêhtirî ji binemaliya çepgir/komunîst dihatin (weke koma “Kadro”), Kemalîzm rewa dikirin, ew ji kuştinan dişûştin, payeya “şaristanî”, “peşverûtî”, “laîktî”, “demokratbûnê” didanê. Ew bû jehreke bîrdozî, yeke wisa ku dev jî Tirkan berdin, li ser Kurdan jî xwedî bandoreke rûxîner bû.
Qurbanên her heyamê
Carnan ên bi bîr û baweriya olî, bêhtirî jî rewşenbîrên çepgir, hedefên zilma Kemalîzmê bûn. Lê bi zagonên awarte, girtin, koçberî, mişextin û komkujiyan, ji zilmê para mezin her carê ya Kurdan bû.
Di salên 1980an de parêzgarê OHALê Hayri Kozakçioglu, wiha digot: “Erka rojnamevanan (û rewşenbîran), di pirsa terorê (pirsa kurd) de, weke lîstikên netewî yên sporê, alî û helwest wergirtin e.”
Dîsa jî divê em heqê rewşenbîrên tirk nexwin. Tevî talûkeyan jî, her demê yên ji bo kurdan dengê xwe deranîne, ne hindik in. Hejmar kêm an zêde, berteka wan hêja ye. Em ji şerê Cezayir û Vîetnamê zanin, ku berteka rewşenbîrên Frensa û Amerîkayê, tevkariyeke mezin li rawestandina şer û çareseriyê kiribû.
“Hunera” desthilatbûnê
Li aliyekî rêvebir, li aliyê din komên tariyê. Rêvebir, gef li hedef dixwe. Rojnamevanên xwefirotî, dest bi seferberiya rûreşkirina hedef dikin. Polîs, sîxur û komên taybet, gefê wek ferman tînin cih. Sîstem wisa dişuxile.
Teşkilata Mahsusa, êdî Dezgeha Şerê Taybet (OHD) bû. Di 1990an de JITEM û Koma Taybet a Mehmet Agar û gellek komên milîter û para-milîter û mafya hebûn. Îro ew tor, bi zêdebûna gellekên din, “dewlemendtir” bûye.
Ew kom bêhtirî bi sere xwe jî kuştinan dikin. Erka rêvebirên siyasî, xwedîderketina wan çalakiyan e. Yek jî nikare yê din red bike. Ew, cêwiyên xwînmêj in.
Ji 1990an du bûyer:
1.09.1993, Serokdewlet Suleyman Demirel, di axaftina xwe ya Meclîsê de; bi tawanbariya piştgiriya PKKê, Partiya Demokrasiyê (DEP) kire hedef.
Di ser de tenê sê roj borîbûn. 4.09.1993, li Batmanê şandeya DEPê rastî êrîşa kujerên dewletê hat. Parlamenterê DEPê Mehmet Sincar û endamê wê Metin Ozdemir jiyana xwe ji dest dan.
Ser daxwaza Mehmet Agar, serokwezîr (û sekreterê kontrgerîlayê) Tansu Çiller, “Tamîma Veşarî” deranî, 9.11.1994. Bi wê fermanê, 3.12.1994ê li Stenbolê li taxa Kadirgayê, avahiya rojnameya Ozgur Ulkeyê bi teqameniyê hat rûxandin, rojnamevan Ersin Aydin jiyana xwe ji dest da.
Kevneşop hatiye terikandin? Ma Tahir Elçi, ne bi hevpariya siyasetmedar, rêvebir, polîs û tilîkeşan, bi destê dewletê hate kuştin (28.11.2015, Amed)? Desthilat guherîne, lê dezgeh bi hemû hovîtiya xwe li ser kar e.
Kane rewşenbîrên kurd?
Ji ber ku em tenê qala berteka rewşenbîrên tirk dikin. Hûnê bêjin, di nav wan hezar duhezar kesan de têra xwe kurd jî hene û jixwe di bûyera me de nîjada ronakbîran ne girîng e. Bila be.
Lê dixwazim haya we bikşînim ser cudahiyeke girîng: Rewşenbîrên kurd, bêtevger in û giraniya wan tineye, bêhtirî jî ji ber zextên dewletê.
Sedemekî din, nasnameya siyasetmedariya rewşenbîran e. Ew, di nav partiyan de hatine parvekirin, bûne rewşenbîrên partiyan. Partiyên kurd ji rewşenbîrên azad hez nakin, bêhtirî jî ya di civaka kurd de serdest. Wê jî, weke dewletê kirîn, bêdengkirin û heya ku qesta kuştina rewşenbîran, hima hima kiriye kevneşop.
Rewşa rewşenbîrên kurd, telereşiyeke mezin e. Tevî ku ew jîr in, wêrek in, xebatkar in, hilberîner in, xwedî daneheva zanyarî û behremendiyê ne û berdêleke mezin dane jî. Çima ew vîna xwe radest nakin, rê li ber gencîneya wan a bawerî, zanyarî û ezmûnê tê girtin.
Di mijarê de divê em qala vê qelsiya xwe jî bikin: Evîndariyeke me bo rewşenbîrên tirk, ma berhemeke serdestiya tirk e?
Wê serdestiya wisa bandor li me kiriye, em çi dikin nikarin xwe jê rizgar bikin. Em rewşenbîrên xwe biçûk dibînin, lê yên ji serdestên xwe pîroz dikin. Me wisa li xwe kiriye, ku em çîroka xwe jî ji wan fêr dibin. A sosrettir; haya me jê tineye, ku ev rengekî koletiya hişmendiyê ye.
Ka binêrin telereşiya me, çiqas tevlîhev e... 21.01.2016