Serjimêrî li herêmên nakok: Bombeya vedayî

Ednan Mecîd

Di civakên piştî şer de û li herêmên cihê nakokiyê, divê mijara serjimêriyê ku mijareke stratejîk e, piştî pêvajoya avakirina aştiyê be. Avakirina aştiyê pêvajoyeke piralî ye û hewldanek e ji bo çareserkirina sedemên bingehîn ên hevrikiyê li navçeyeke destnîşankirî. Nayê zanîn ka kîjan hevrikî ye ku sedemên wê yên bingehîn li Kerkûkê û herêmên cihê nakokiyê hatine çareserkirin.

Heta niha jî zeviyên cotkarên Kurd û Tirkmen dagirkirî ne. Artêş rojane bi hincetên curbicur rê li ber dirûn û çandiniya cotkarên Kurd û Tirkmen digire. Ev ji bilî hawirdekirina bi hezaran kesên ji pêkhateya Ereb di serdema Parêzgarê Berê yê Kerkûkê Rakan Cibûrî de û çêkirina çend taxan ji bo wan wekî hewldaneke nû ji bo jinûveguhertina demografiya Kerkûkê, tevî çalakiyên DAIŞê yên curbicur û ji nişka ve.

Bi giştî, pêvajoya avakirina aştiyê pêvajoyeke piralî ye. Pêşî, bi vegera koçberan dest pê dike û paşê bi berhevkirina çekan, hilbijartinên rewa, wekhevî, rêzgirtina mafên mirovan, dabînkirina dadmendiya civakî û parastina mafên hemû pêkhate û kêmneteweyan berdewam dike. Pirs ev e: Gelo ev pêvajo li Kerkûkê û herêmên cihê nakokiyê piştî sala 2003yan hatine bicihanîn?

Ji aliyekî din ve, bi baweriya Pisporê Pêwendiyên Navneteweyî Profesor Richard Kaplan, divê avakirina aştiyê van xalan li xwe bigire: Parastina yasayê û derxistina yasayên nû ku hevrikiyên neteweyî, etnîkî û olî kêm bikin, pêvajoya vegerandina penaber û koçberan, zêdekirina performansa sivîl û bipêşxistina saziyên siyasî yên navxweyî yên demokratîk, di nav de lidarxistina hilbijartinên van saziyan, avakirina binesaziya aborî û civaka sivîl, bipêşxistin, tekûzkirin û belavkirina çanda demokrasiyê.

Halê hazir bila em dev ji çanda demokrasî, wekhevî û dadmendiya civakî berdin ku em bi xwe dibînin li navçeyên cihê nakokiyê di rewşeke çi qasî xirab de ne. Piraniya dezgeh û saziyan xizmeta hêz û komeke taybet dikin lê bi têgihîştina Kaplan, girîng e ku em helwestekê nîşan bidin. Mînak, ew dabaşa damezirandin û derxistina yasayeke nû dike ku bibe hîmê jiyana hevpar û avakirina aştiyê.

Ji bo vê yekê, pêkhateyên Kurd û Tirkmen ji sala 2008an ve bi qonax û awayên cuda cuda hewl da projeyasayekê bibin parlamentoyê ku taybet e bi betalkirina biryarên Encûmena Bilind a Şoreşê ya rejîma berê, heta niha aliyên siyasî yên Îraqê rê nadin ku wê projeyasayê bibin parlamentoyê û dengdan li serê were kirin.

Bê guman, heke ew projeyasa li parlamentoyê bê derxistin û deng li ser were dayîn, erd û zeviyên çandiniyê ji Daqûq, Dibs û Tobzaweyê bigire heta beşek ji zeviyên Mexmûrê û heta Xaneqînê dê li xwediyên xwe yên resen ên Kurd û Tirkmen vegerin.

Bi çi bafikê desthilatên Bexdayê naxwazin ew projeyasa were pejirandin, ma ev projeyasa xizmeta aştiya civakî li Kerkûkê û herêmên cihê nakokiyê nake?

Divê Kurd bi awayekî realîst û bi miqateyî bi pêkanîna serjimêriyê re li herêmên cihê nakokiyê tevbigerin. Bila em dev ji projeyasaya betalkirina biryarên Encûmena Bilind a Şoreşê berdin. Ji xwe destûra Îraqê ku Îraqa nû li ser hat avakirin û gelê Îraqê dengê xwe li ser da, xwedêgiravî destûr dê berjewendiya giştî ya hemû gelên Îraqê û hemû pêkhateyên wê biparêze.

Ji bo çareserkirina nakokiyan û kokbirîna sedemên pêkhateyî yên hevrikiyê, Madeya 140î ku taybet e bi çareserkirina kêşeya herêmên cihê nakokiyê, di destûra herdemî ya Îraqê de hat bicihkirin. Eşkere ye ku desthilatên Bexdayê naxwazin vê madeya destûrî bi cih bînin.

Vêga piştî 16ê Çiriya Pêşîn ku herêmên cihê nakokiyê ne bi demokrasî û hilbijartinên rewa lê bi darê zorê kontrol kirin, mijara serjimêriyê derxistin pêş ku îro û sibe (20-21 Çiriya Paşîn a 2024an) pê tê.

Ango, diyar e ku mijara serjimêriyê dê ji bo mijarên din nexasim mijara siyasî were bikaranîn. Ez dikarim pirsê ducare bikim: Ger ne ji bo armancên siyasî be, ji ber çi nahêlin projeyasaya betalkirina biryarên Dadgeha Bilind a Şoreşê ya ser bi rejîma berê ve li Parlamentoya Îraqê were pejirandin? Çima Madeya 140î ya destûrê bi cih nayînin?

Hefteya borî, Dadgeha Bilind a Federal biryar da beşek ji zeviyên ku li gorî biryarên Encûmena Bilind a Şoreşê ya berê dabûn Wezareta Parastinê Îraqê, dîsa bidin heman wezaretê.

Ango eşkere ye ku niyeta wan ne çareserkirina pirsgirêka erd û zeviyên Kurd û Tirkmenan e. Ev yek ji bilî hatina bikom a kesên Ereb a Kerkûkê û deverên veqetandî ya piştî 16ê Çiriya Pêşîn, serjimêrî tenê di berjewendiya pêkhateyekê de ye.

Bi awayekî gelemperî, li herêmên cihê nakokiyê û civakên piştî şer (post-conflict society) li tevahiya cîhanê, nabe mijarên mezin û pêvajoyên stratejîk bên destpêkirin bêyî hasilkirina stratejiya veguhertina hevrikiyan û pêvajoya avakirina aştiyê.

Dema ku civak gihîşt rewşa bihevrejiyana tevahî û pêvajoya avakirina aştiyê, li ser bingeha welatîbûnê reftar bi welatiyan re tê kirin. Wê çaxê desthilat û hikûmetên xwecihî dikarin bi awayekî baş plan û stratejiyan deynin çimkî hemî pêkhate dê di wê qonaxê de beşdar bin û ti pêkhate pêngav, plan û biryarên desthilatê, çi desthilata xwecihî yan desthilata navendî, li dijî berjewendiyên xwe nabîne û bawer naku ku ew pêngav li ser hesabê pêkhate yan kêmneteweyeke taybet in.

Lê berovajî vê yekê, berî pêvajoya avakirina aştiyê, her plan û pêngavek, çi ji aliyê dewlet û hikûmeta navendî ve were kirin, çi ji aliyê desthilatên xwecihî ve, wekî bikaranîna derfet û serdestiyê ji bo berjewendiya pêkhate û aliyê serdest tê hesibandin (Eşkere ye ku mebesta me ji vê yekê plan û pêngavên stratejîk e ku serjimêriya nifûsê yek ji pêvajoyên çarenivîssaz e).

Naxwe, di vê qonaxê de, pêkhate û hindikahî ji bilî kom û pêkhateyên serdest, xwe wekî beşekê ji biryaran nabînin. Her wisa di wê baweriyê de ne ku ev proje nasname, nirx û berjewendiyên wan dixe metirsiyê. Di rewşeke wiha de pêkhate û hindikahî tevlî pêvajoyên wiha nabin.

Lewra em dikarin bi hêsanî bibêjin ku pêkanîna serjimêriyê di vê qonaxa niha de li herêmên cihê nakokiyê mîna bombeyeke li ber Kurdan vedayî ye. Heke Kurd li ser pêkanîna pêvajoya serjimêriyê li herêmên cihê nakokiyê razî bin, dibe ku ev bombe di demeke nêz an jî dûr de bi Kurdan de biteqe û wê çaxê dê wekî Kurd dibêjin helez bihorî be!

Ji ber vê yekê girîng e ku gava aliyên Kurdî ji jîngeha kampanyayên hilbijartinê dûr bikevin û mijara pêkanîna hikûmetê metirsiya mijara serjimêriyê li herêmên cihê nakokiyê ji bîra wan nebe û hemû alî bi lez bicivin û bi dîtineke hevpar pêşî li pêkanîna serjimêriyê nexasim li herêmên cihê nakokiyê bigirin.

Di rastiyê de, encamên pêkanîna serjimirêyê li herêmên cihê nakokiyê di vê gav û kêlîkê de dê ji encamên bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn pir zêdetir bin.

Qet nebe divê Kurd rijdiyê li ser biderengxistina pêkanîna serjimêriyê li Kerkûkê û herêmên cihê nakokiyê bikin. Paşê hewl bidin Madeya 140î bi cih bînin û biryarên Encûmena Bilind a Şoreşê betal bikin.

Her wisa divê hewl bê dayîn ku Pêşmerge û hêzên ewlehiyê vegerin Kerkûkê û herêmên cihê nakokiyê.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)