Em ne firişte ne!

Fîlma “Em ne firişte ne” ji derhênana derhênerê îrlendî Neil Jordan e û sala 1989an hatiye berhemanîn. Fîlm bi awayekî komedî çîroka du girtiyan vedibêje ku bi alîkariya kujerekî ji zindanê derdikevin û diçin bajarekî ser sînor da ji wir derbasî Kenedayê bibin. Lê şêniyên bajêr herduyan bi xeletî û li şûna du keşeyan ku biryar bû bêne bajarê wan, werdigirin. Lewra ev jî bo veşartina xwe di cilê keşe de diçin kilîseyê û heta wiha lê tê ji ber karê qenc û xwendina babetên olî rengek ji guherîna derûnî jî di wan de dirust dibe û ji karakterên xwe yên yekem wek diz û xirabkar pir dûr dikevin.

 

Li Îranê jî di sala 2003an de fîlmek bi navê “Gumgumok” ku dixuye bîrokeya wê heman bîrokeya fîlma Neil Jordan e, ji derhênana Kemal Tebrîzî hat çêkirin. Ev fîlm pir serkeftî bû û cihê xwe di her maleke Îranê de û li ba rexnegiran girt. Fîlmeke dram-komedî ye û çîroka wê, wek fîlma yekem çîroka girtiyekî berê diz e ku di dawî de bi tohmeta diziyê tê girtin.

 

Di zindanê de tûşî bûyerekê dibe û wî dibin nexweşxaneyê. Di demekê de ku melayek di heman odeya wî de ye, diçe avdestê, cil û çenteya wî dibîne û diz ku navê wî Reza ye, wê derfetê bikar tîne û cilan li xwe dike û çenteya wî dibe û diçe derve û ber bi gundekî ser sînor direve, bi hêviya ku ji Îranê bar bike.

 

Xelkê wî gundî bi xwe di bendewariya hatina melayekî de bûn daku bibe melayê gundê wan. Reza her ku digihe sînor xelk wiha texmîn dikin ew mela ye û rêzeke mezin lê digirin, heta wiha lê tê ew bi xwe jî ji rol û cihê xwe yê nû hez dike. Ew pêgeha civakî ku jê re hatiye afirandin bandoreke derûnî ya mezin li ser wî dike bi şêweyekê li ser bîrkirin û reftara wî rengdana wê dibe û veqetîneke derûnî di navbera kesayetiya wî ya berê û kesayetiya wî ya nû de dirust dike. Reza di cilê melatiyê de wiha lê tê karê qenc bike û ber bi kirina karên baş û xêrê ve diçe.

 

Bi heman şêweya karakterên fîlma borî, ji karakterekî xirabkar vediguhere kesekî baş û erênî. Di dîtina herdu fîlman de pirseke kilêşeyî hate bîra min ka gelo mirov û kirdarên wî heta çiqasî berhema rewş û şert û mercan e?

 

Di pirtûkekê de bi navnîşana (Genetê Miqedes, Akter û Şehîd), Jean-Paul Sartre bergiriya kesayetî û zaroktiya romannivîs, helbestvan û şanonivîs Jean Genet dike. Di vê pirtûkê de behsa jiyan û malwêraniyên jiyana Jean Genet dike ku civakê aniye serê wî û li gor hebûngeriyê parêznameya xwe derbarê wî nivîskarî nivîsiye.

 

Sartre behsa wan rolan dike ku civak li ser mirov ferz dike û heman rol di dawî de dibe kesayetiya mirov, her çiqasî rol ji cewherê wî pir dûr be jî. Piraniya berhemên Jean Genet bixwe jî behsa rollîstina mirov û noqbûna wî di heman rolê de dike ku zatê wî yê rasteqîn tê jibîrkirin. 

 

Wek mînak di şanoya Xizmetkaran de, Jean Genet çîroka du xwîşkên xizmetkar vedibêje ku dixwazin heyfa xwe ji xanima xwe hilînin, lê bi ser nakevin. Ew dest bi lîstina rola du mirovên tolgir dikin ku di dawî de her yek ji wan herdu xwîşkan dibe qurbaniya wê rewşa ku tê de werbûne.

 

Jean Genet bixwe û piraniya karakterên berhemên wî bi berdewamî ew rol lîstine ku ne rola wan a rasteqîn bû. Di şanoya (Reşikan) de, reşik rûpoşên (maske) çermspiyan li xwe dikin û rola spiyan dilîzin û jêrdest rola serdest dilîze. Bi vî awayî ji xeynî rola xwe ya rasteqîn, her rolekê dilîzin.

 

Bi kurtî rollîstin babeta sereke ya piraniya berhemên vî nivîskarî ye. Ev xislet bi awayekî ji awayan rengdana jiyana wî ye ku roleke dûr ji cewherê xwe lîstiye û bi ser wî de hatiye sepandin. Derbarê jiyan û çarenivîsa Jean Genet, Sartre bawer dike ku mumkin bû Genet negihîştiba çarenûsa ku gihîştiyê, eger civaka azad a wê serdema Fransayê derfet bida hejar û feqîr jî bikarin bixwe çarenûsa xwe diyar bikin û azadiya hilbijartina cewherê xwe praktîze bikin. Êşên Jean Genet ji wan hemû êşên ku qurbaniyên wî kişandin, mezintir bûn. Berhemên Genet ne tiştek in ji bilî tomara wan hemû bûyerên ku hatine serê wî yan wî afirandine.

 

Sartre dibêje çaxê ji bo cara yekemîn ji Genet re dibêjin tu diz î, Genet lê mikur nayê û red dike. Sartre dibêje dizbûn bi xweza û cewherê însanî yê Genet re li hev nake, ew bi xweza û cewherê xwe ne diz e. Bi baweriya vî fîlosofî dizîkirin li ba mirov ne pêkan e wek hebûna rasteqîn bê qebûlkirin, çimkî hebûn qencî ye û qencî hebûn e. Lewma eger ên dîtir qenciyê wek cewhera hebûna mirov bibînin, ew mirov ne tenê qebûl dike, lê dixwaze bi xwe jî di wê qenciyê de beşdar bibe. Li ba Sartre şer û xirabî ji nebûnê tên, redker û nefîkerê başiyê ne.

 

Nebûn redkera hebûnê ye. Li wê gorê ku mirov bi dû hebûnê de ye nikare dilxwaz û qebûlkerê xirabiyê be û wek rewşa hebûna xwe pê razî be. Eger mirov azad be û bi azadî hilbijêre, nikare xirabiyê bixwaze. Çimkî xirabî nebûn e û dijî wê cewherê ye ku mirov dixwaze.

 

Bi baweriya Sartre, tew xirabkar û tawanbar jî çimkî mirov in, ji ber kêfê tawanan nakin û xirabiyê wek başî nabînin. Xirabkar ne kesekî wiha ye ku dixwaze xirabiyê bike, lê xirabkar kesek e karekî dike ku ew bi xwe jî jê bêzar e û nefretê lê dike, lê tevî vê jî û ji ber hinek hokaran wî karî dike. Mirov di hebûna xwe de ji xirabiyê bêzar e û timî dixwaze eger bedkarî û şerek hebe ji xwe dûr bixe.

 

Gava em amaje didin mirovekî wek xirabkar, em bi aliyekî din ve amaje didin başiya xwe. Lewra gava xelkê gund ji Genet re dibêjin diz, bi rastî dixwazin Genet barê tawanên wan hilgire, eger ne wiha be çawa dikarin ji pakbûn û başiya xwe piştrast bin, yan çawa dikarin xirabiyê ji xwe dûr bixin eger nedeynin ser milê kesekî dîtir!

 

Sartre dibêje, bi vî awayî hemû rêyan li pêşber Genet digirin û ew hebûna ku mebesta wan bi xwe ye û wê dixwazin, didin Genet, heta wiha lê tê Genet bi xwe wê hebûn û rolê werdigire û rola heman wî karakterî dilîze ku civakê li ser wî ferz kiriye. Civak ewqasî di rûyê Genet de hawar dike diz…diz, heta di dawî de Genet ji xeynî ku rola diz ji civakê re bilîze, fêrî yariyeke dîtir nabe.

 

Karakterên herdu fîlman jî bi heman awayî, gava rola baş dilîzin, ji aliyekî ve nêzîkî hebûna xwe ya rasteqîn dibin, çimkî hebûn yanî qencî û yê ku qenc be hebûn dixwaze vegere ba wî. Lewra bêyî ku ew bixwe hest pê bikin, vedigerin xwetiyên xwe yên rasteqîn.

 

Ji aliyekî din ve jî, bandora şert û mercên me li ser serdestkirina rolan û sepandina wan bi ser mirov de nîşan dide. Carekê ji pêşî ve rola diz li ser wan hatiye sepandin û careke din jî em dibînin li gor rewşê û bi çewtî dikevin nav rolekê de ku divê başiyê bikin. Karesat di wir de ye ku civak bi piranî ji bo paqijkirina xwe ji tawan û xirabiyê, yên dîtir bi xirabî û xirabkariyê mehkûm dike û wiha dike yên dîtir bêhtir rola xirabkar bilîzin.

 

Ew rola ku Reza di fîlma “Gumgumok” de di kirasê melayekî de dilîze ji mehkûmiyeta civakê çavkanî digire. Bi awayekî ku xelkê gund ewqasî pileyeke bilind a ruhî û civakî jê re dirust kirine ku ew bi xwe tûşî rengekî sergêjiyê dibe.

 

Bi dîtina Sartre, kesayetiya mirov hertim li pêşber egera guherînê ye. Ti cihgirtineke reha nikare bibe nasnameya kesayetiyê. Ew şiloqiya ku di bingeha hebûna mirov de ye, azadiya wî ye di hilbijartina berdewam û ceribandina cewherekî însanî ku tenê ew bixwe li hember wê berpirsyar be.

 

Rewşa hebûna Reza di fîlma “Gumgumok” de û Ned û Jim di fîlma (Em ne firişte ne) de, di du barên cuda de neyînî ye eger em bi riwangeya azadiya Sartre lê temaşe bikin.

 

Yekem, rewşek ku ev karakter li jêr rewşa jiyana giştî ya civakê û sîstema aborî kesayetiya diz hildigirin û duyem, ew kesayetiyên ku wek kesên oldar li gundekî ser sînor dilîzin, çimkî ti yek ji wan rolan bi tevahî ne hilbijartina wan a azad bû.

 

Li ba Sartre, tevî bandora rewşan li ser bûna mirov, tiştê girîng li ba wî ew e ku ti mehkûmiyeteke derveyî nikare mirov ji berpirsyariya rewşa bûna wî rizgar bike. Ew di her rewşekê de be berpirsyar e û berpirsiyarbûna wî bi hokara rewşên civakî nayê rakirin.