Dê şerê Xezayê çi bi dûv xwe de bîne?

Serê sibeha 7ê Çiriya Pêşîn, cara ewil di dîroka Îsraîlê de û bi metodeke bêmînak, Tevgera Hemasê ji esman, erd û deryayê êrişî Îsraîlê kir. Heya amadekirina vê gotarê, hejmara kuştiyên Îsraîlê gihaştiye hezar û 450 kesî û her wisa 150 Îsraîlî jî dîl hatine girtin.

Li ser asta cîhanê, lihevkirinek heye ku ev êrişa Hemasê, li gorî hemî pîvanên leşkerî û ewlehiyê, serkeftineke mezin û bêhempa ye. Ji ber ku cara yekem e ku Ereban li ser asteke wiha, karîbû şer bibin mala Îsraîlê û di nava bîst û çar demjimêran de vê hejmara mezin ji wan bikujin û ewqas kesan ji wan dîl bigirin. Cara yekem e ku sembol û efsaneya artêşa Îsraîlê û dezgeha wê ya sîxuriyê bi giranî tên birîndarkirin û ji bo demeke dirêj jî xwîn ji wan dirije.

Ha li vir çend pirs derdikevin holê: Baş e, dê paşê çi biqewime? Gelo, serkeftina vê êrîşa leşkerî û ewlehî ya bêmînak dê şert û mercên objektîf ji bo rizgarkirina gelê Filistînê, rizgarkirina Qudsê, bidawîkirina Îsraîlê û avakirina Dewleta Filistînê dirust bike? Gelo Hemas dikare vê serkeftina xwe biparêze? Gelo ev serkeftin dê siberojeke baştir ji Filistîniyan re misoger bike? Gelo Hemas dikare gelê Filistînê li navçeya Xezayê li hember Îsraîlê biparêze? Xût mîna tevgera Fethê ya Yasir Erefat di dawiya salên 1980yî de, gelo Tevgera Hemasê jî bi vê serkeftinê îmzeya xwe neavêt ser rûpela dawî ya çîroka bizava xwe ya şoreşgerî?

Di bersiva van pirsan de, ez dikarim bibêjim ku bê guman siberoja nêz û dûr a piştî vê serkeftina leşkerî ya Bizava Hemasê bi tu awayî ne di berjewendiya doza Filistînê de ye û ne jî di berjewendiya Bizava Hemasê bi xwe de ye.

Serkirdeyên Hemasê bi xwe jî piştrast in ku serkeftina êrîşekê, çiqas mezin be jî, xasma di şert û mercên niha de, dê wan negihîne rizgarkirina gelê Filistînê, rizgarkirina Qudsê û dawîhatina Îsraîlê. Her wisa piştrast in ku li hember Îsraîleke ku tomeriya Amerîka û Ewropayê piştgiriya wê dikin, Hemas nikare vê serkeftina xwe biparêze.

Herwiha, girewa Hemasa Sunî û Filistîniyên Sunî yên Xezayê ku aniha di bin zirîpoş, F16, roketên zîrek û bombeyên fosforî yên Îsraîlê de piç û piç dibin, li ser Komara Îslamî ya Îranê ya Şîe û Hizbullaha Libnanî ya Şîe, Heşda Şeibî ya Şîe, Hûsiyên Yemenê yên Şîe û milîsên Şîe yên Sûriyê; dawiya dawî ji gireweke windakirî bi wêdetir ne tiştekî din e.

Ji ber ku pirsgirêka Filistînê li nik van aliyên Şîe tenê ji bo hilberîna sembolîk e û hew! Tew tu yek ji şerên Hizbullaha Libnanî yên dijî Îsraîlê ne seba Filistînê, li şûnê têkildarî hevsengiya hêzê li Libnanê bûn.

Ji aliyê din ve, divê em heman pirsê ji Îsraîlê jî bikin: Baş e, paşê çi? Piştî dagirkirina Xezayê, hûn ê çi bikin? Ma bi baweriya we, bi dagirkirina Xezayê û bidawîkirina Hemasê, hûn dikarin dawî li doza gelê Filistînê bînin? Gelo bi nêrîna we, bi zirîpoş, F16, roketên zîrek û bombeyên fosforî, tew bombeyên atomî jî doza miletekî bê dewlet û axeke dagirkirî kuta dibe?

Bê guman Îsraîlî dikarin kadroyên serkirdayetiya Tevgera Hemasê û endamên wê yên sade jî yeko yeko bikujin û dikarin di demeke kin de tevahiya Xezayê dagir bikin lê divê ji vê jî piştrast bin ku wekî çawa piştî bidawîanîna Fethê Hemaseke radîkaltir ji dayik bû, wisa jî dê piştî Hemasê, bizaveke radîkaltir ji dayik bibe, ji ber ku çiqasî awa û şêweya zordarî û kotekiya Îsraîliyan radîkaltir bibe, dê di encamê de karvedana Filistîniyan jî radîkaltir bibe.

 

Divê Îsraîlî ji bîr nekin ku tevî koçberiya bi darê zorê ya bi hezaran Filistîniyan ji sala 1948an ve û heta îro, ew hîna jî ne piranî ne. Ka em li hejmaran bimeyzînin.

Li her du parên Îsraîl û Filistînê, 14 û nîv milyon mirov dijî. Ji van 14 û nîv milyon mirovan, 9 milyon li pişka Îsraîlê dijîn lê ji van 9 milyonan 2 milyon jê Ereb in. Ango tenê 7 milyon Îsraîlî hene. Li para Filistînê ya niha, pênc milyon û nîv kes dijîn. Bi du milyonên Îsraîlê re, Filistînî dibin 7 milyon û nîv!

Ji ber vê yekê, divê Îsraîl tê bigihe ku Filistîn di heman demê de doza miletekî ye ku bi kêmanî di heman asta wê ya demografîk de ye û ne hindikahiyek e ku Îsraîl bikare wê di kêlekê de bifetisîne.

Îsraîl dikare Fethê tune bike, dikare Hemasê tune bike lê tunekirina van her duyan qet nayê wateya bidawîbûna doza Filistînê û gelê wê. Berevajî vê yekê, niha ji her demê bêhtir, pêdiviya Îsraîlê pê heye ku vê pirsa mezin û ya man û nemanê ji xwe bike: Çareseriya rastîn çi ye? Çareseriya rast li ku ye?

Bersiva vê pirsê bi qasî ku aloz e, ew qasî jî xwerû ye: Heta zarokên Filistînê bi aramî nenivin, zarokên Îsraîlê jî nikarin bi aramî binivin. Heta Filistîn ewle û aram nebe, Îsraîl jî wê ewle û aram nebe. Heta gelê Filistînê nebe xwedîyê dewleta xwe, ti garantiyeke hebûnî li pêşber Dewleta Îsraîlê nîne û çênabe.