Pereyên Amerîkayê bidin bi dronan

Min destpêka sala 2012an bi sernavê “Esbabên şer peyda bikin” gotareke bangewaziyê ji bo serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê belav kir. Min di wê gotar-bangewaziyê de diyar kiribû ku pêdiviya Pêşmergeyên Kurdistanê ji hêla çek û alavên leşkerî û lojîstîk ve bi çareyekê heye û divê bi lez çek û alavên wan ên leşkerî bên zêdekirin, ji ber ku ji bûyer û geşedanên li herêmê tê payîn ku encamên wan Herêma Kurdistanê bi şerekî mezin re rû bi rû bihêlin.

Ji ber ku wî çaxî Îraq û Herêma Kurdistanê di rewşeke aram û ewle de bûn, kêm kesan bawer dikir ku şer ji nişka ve pêsîra me bigire, loma ez rastî rexneyan hatim ku xwedêgiravî ez li defa şer dixim.

Lê pir neçû, piştî du sal û çend mehan şerê DAIŞê pêsîra me girt ku ger Amerîka û hevpeymaniya navneteweyî piştgiriya Kurdistanê nekirina, zehmet bû ku tenê bi çekên di destê hêzên Pêşmergeyan de me xwe li ber wî şerî bigirta.

Vêga herêm bi gelemperî di alozî û kawdanên ne xweş wer bûye. Berevajî wê demê, Herêma Kurdistanê ketiye nav xeleka plangeriya welatên herêmê, bi dehan komikên çekdar û hêzên milîs ên tundrew û li jêr ala ol û îdeolojiyên cuda cuda peyda bûne.

Alav û amûrên şer guherîne. Çek, mûşekên zîrek û dronan şûna çekên wan ên berê û kevn girtiye. Ev hemû çek jî gihîştine destê wan komik û hêzên nedewletî.

Ji bilî komên ku niha bi awayekî eşkere li meydanê ne, binesaziyek jî wek malzaroka çêbûn û peydabûna komên din, ji bo zayîna berdewam a hêz û komên nû amade ye. Berê, niha û di siberojê de jî gelek hêzên bi vî rengî ji aliyê dezgehên îstixbarata welatan wekî hêzeke destkariyê ya erzan, bi hêsanî tên bikaranîn.

Ev nîşanên herî zelal û xofdar in ku Herêma Kurdistanê di nav xelekeke agir de ye û tê çaverêkirin ku bi şerekî dijwar ê jêneger re rû bi rû bimîne.

Tevî ku ji şerê DAIŞê û heya vêga, 10 sal in Amerîka û hevpeymanên wê alîkariyên leşkerî, lojîstîk û madî pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin jî li gorî çekên di destê hêzên nedewletî yên deverê de, çekên di destê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, li gorî çekên wan komên tundrew ne hevta ne û hîn jî destê Pêşmergeyan negihîştiye çekên pêşketî yên serdemê.

Ji aliyê leşkerî ve, bîr û baweriyên rewa, reftar û tevgerên bedew û mirovperwer pêşî li nezanî, tundrewî û rageşiyê nagirin. Divê desthilatdarên Herêma Kurdistanê, hikûmet û partiyên siyasî jî di nav de, li ser dîtina rêyên çareseriyê bifikirin. A ku li ber gef û metirsiya komikên ku xwediyên wan rasterast nayên nasîn, dibe kelem xurtbûna hêzên pêşmerge di warê teknolojiya leşkerî de ye.

Ne pêkan e ji ber ku budce, mûçe û erka rahênan, perwerde û çekdarkirina Pêşmergeyan di destûrê de wekî erkê Bexdayê hatiye binavkirin, êdî Herêma Kurdistanê mîna 20 salên borî her li bendê bimîne ku Bexda deriyê cebilxaneyên xwe jê re veke.

Di demekê de ku di serdema zêrîn a pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji sala 2003 heta 2012an de, Îraq ne amade bû fîşekeke bi tenê jî bide Pêşmergeyên Kurdistanê. Her wiha di sê salên şerê berdewam ê DAIŞê de, Bexda ne amade bû fîşekeke tenê bide Kurdistanê, bendewariyeke nelojîkî û bêbingeh e ku em hêvîdar bin ku dê di siberojê de bike. Bexda naxwaze neynokên Kurdan hebin ku serê xwe pê bixurînin, êdî wê çawa hêzên Pêşmerge çekdar bike!

Divê Kurdistan bi xwe li dîtina derfet û kanalan bigere ku karibe bi rêya wan çekên nûjen bi dest bixe. Îro ji ber cureyekî vebûna welatan li hemberî hev û serdestiya destkeft û berjewendiyan li ser prensîb, yasa û rêgezên navdewletî, rêyên peydakirina çekan heta radeyekê hêsan bûne.

Ji ber ku vêga berî li Bexdayê ye, mûçeyên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê tên dayîn û hewldanek heye ji bo ku mûçeyên texên cuda cuda yên mûçegirên Herêma Kurdistanê bi hevtayên wan ên li Bexdayê re bibin yek, divê girîngî bi wekhevkirina mûçeyên hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê bê dayîn ku meaşên artêşa Îraqê û hêzên Heşda Şebiyê ji yên Pêşmergeyan gelekî zêdetir in.

Wekî ne pêkan bû tiştê ku ji bo çekdarkirin, rahênan, perwerdekirin û hemû xerciyên Pêşmergeyan di destûra Îraqê de hatibû bicihkirin pêk were, qet nebe bila lez bê kirin ku mûçeyên wan bi yên artêşê re bên hevtakirin. Divê ev rewşa nû ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo bihêzkirina Kurdistanê ji hêla şiyana xweparastin û berevaniyê ve wekî derfet were dîtin.

Mebesta min ji vê pêngavê ew e ku Herêma Kurdistanê alîkariya ku ji Pentagonê werdigire binirxîne, ji ber ku bi salan e Amerîka salane gelek pere ji bo alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê veqetandiye lê ji ber ku berê Herêma Kurdistanê nikarîbû wekî pêwîst mûçeyê berdest bike, pareke zêde ya alîkariyên Amerîkayê ji bo mûçeyên çend lîwayên hevbeş ên hêzên pêşmerge hatibû terxankirin.

Çend mehên ku Bexda mûçeyan dişîne jî ji ber ku mûçeyê Pêşmergeyan ji yê leşkerên Îraqê kêmtir e, ji bilî tibaba ku Bexda wekî mûçe dide Pêşmergeyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya Amerîkayê jî li mûçeyên hêzên hevbeş ên di lîwayên Wezareta Pêşmergeyan de zêde dike.

Ger wisa bê kirin ku mûçeyên Pêşmergeyan bi giştî bi yên artêşa Îraqê re bên hevtakirin, wê demê pereyên ku Amerîkayê biryar li ser wan daye û Kongre û Serokê Amerîkayê jî razîbûna xwe li ser nîşan daye ku biryar e hetanî sala 2026an berdewam bike û ew eger jî heye ku paşê jî were berdewamkirin. Loma ez pêşniyar dikim ku Herêma Kurdistanê pereyên ku Amerîka jê re berdest kirine ku di koka xwe de jî ji bo alîkariya lojîstîk, çek û pêdiviyên leşkerî ne, di çarçoveya projeyekê de bi wan pereyên Amerîkayê dron, mûşekên zîrek û pergalên parastinê bikire.

Ji ber ku bê guman bi plangeriya herêmî dê komên çekdar ên nedewletî yên deverê li dijî Herêma Kurdistanê bên sorkirin. Kurdistan dê bi şerekî nehevseng û demdirêj re rû bi rû were hiştin.

Çekên di destê van komikan de ji çekên di destê Kurdan de pêşketîtir in. Di şerê DAIŞê de, bi sedan Pêşmerge seba wê yekê şehîd ketin ku alavên wan ên berevaniya li dijî çek û teqînên DAIŞê nebûn.

Divê îbret ji vê yekê were girtin û bi hezaran ciwanên din ên vî welatî nebin êzingên bêhevsengiya hêzê.

Ti piştrastbûn jî nîne ku mîna şerê DAIŞê, civaka navneteweyî ji bo rûbirûbûna gefan rasterast piştgiriyê bide Kurdan.

Loma divê Kurdistan ji niha ve hewl bide çekên nû peyda bike ku karîna rûbirûbûn û serkeftinê misoger dikin.