Calais ne rêya buhiştê ye
Calais li bakurê Fransayê li ser Deryaya Manche e û pira derbasbûna bi hezaran koçberan ji bo aliyê deryaya hertim bi mij û heyecan a Eldorado li Brîtanyaya Mezin û buhişta xeyalî ye. Li ser vê rêyê, Calaisê çend gewdeyên şikestî û bizdayî gihandiye xewna wî alî û gelek kes jî li perava mirinê li şûna xwe hîştine.
Di sala 1885an de, di romana Germinal a Émile Zola de, Calais dibe sembola zordestiya sermayedarî ku Marx wek daristan binav dikir. Ew dibe keleha serhildana karkerên ku ji kangehên komirê nola gulên kovî yên biharê belav dibûn. Lê Calaisa xwedana peyama mirovatî û sirûda internasyonal û stargeha hejar û bêkesan û keleha çep û komunîzmê li Fransayê, êdî şiyana wê ya bergiriyê nema. Keleh û landika wê ya çepgeriyê hilweşiya û li dîroka xwe xwedî derneket!
Calais naxwaze li raboriya xwe ya pîroz û mirovperwer binere û naxwaze êdî deriyên xwe veke li ber bi hezaran kesên ku ji hemû quncik û warên belengaz ên dinyayê lê hêwirîne da bi rêya wê xewna gihîştina buhişta Brîtanyayê bicih bînin. Ev demeke Brîtanyayê jî deriyên xwe girtiye û ne amade ye pêşwaziya wê şepêla koça cîhanî bike ku tenê xewna derbaskirina Deryaya Manche û gihîştina wî alî dibînin û jiyana xwe dispêrin qedera deryayeke bi hêrs û tûnêleke tarî.
Li daristanên Calaisê, bextreşiya kişwerên din, cîhaneke din di nav cîhana xweş û qeşeng a Fransayêde, bi konik û plastîk û naylon û dar û tepan dirust kiriye ku wek kampên daristanê tên binavkirin. Li wir perîşan û bêhêviyên cîhana hejar û mişt kêşe û ceng, serên xwe bi hev re danîne û bi hevr e jî şerê hevdu dikin, bi hev re di nav kavilên şaristaniyeke dewlemend de çavên xwe berdidin dûmana sobeyên xaniyên germ, bi hêviya ku rojekê ew jî di wan odeyên germ de mirovbûna xwe bijîn. Lê xewna wan tenê bi derbasbûna bo aliyê din pêk tê.
Di bendewariyê de koçber kavilên xwe rêk dixin û tiştek ji wan kêm namîne. Dikan, berber, çayxane, pirtûkxane, dêr û mizgeftên wan hene. Herwiha ajansên rêwîtiya hêvî yan mirinê ji bo aliyê din hene. Ev ajansên ku bandên qaçaxçiyên afrîqî, mexrîbî, efxanî, serî lankî, çînî û Kurd û di nav kurdan de jî bandên Hewlêrî û Çemçemalî û Kelarî û Raniyeyî û yên din, di nav hev de şer û berberiyê li ser biha û cihên derbasbûna koçberan ji bo aliyê din dikin ku heta niha di wan şeran de çend kes ji hevdu kuştine û Fransa jî her carê bêhûde ji wê yekê ku bajarekî din di daristaneke din de peyda dibe, bi beldozeran cîhana daristanên Calaisê dipelixîne.
Lê dixuye ku êdî dawiya xewnan hatiye. Calais êdî Zolayekî nabîne ku çîroka têkbirina kampên malwêran ên daristanên wê ji dinyayê re vebêje. Her ku diçe dengekî rastger ê rasîst û ji yê din tirsiyayî li Calaisê bilind dibe û li şûna ala karkerên kangehên komirê yên Germinal û komunist û çepgiran, ala şîn a Marine Le Pen û nasyonalîstên Fransayê bilind dibe û hawar dike: Fransa ji fransiyan tenê re ye! Calais tenê tehemula hejariya xwe dike û naxwaze cîhaneke din ku sembola hejariyê ye, xwe li ser axa wê û di daristanên wê de nîşan bide.
Fransa wek welatê penaberan tê naskirin. Lê beriya 25 salan, Serokwezîrê Fransayê Michel Rocard hevokeke bixof lê rast jî gihand guhê koçberên ku di gera xwe de li jiyaneke baştir, derbasbûna bo Eldorado û dinyaya azad û zengîn hildibijêrin. Rocard got : «Fransa nikare bextreş û belengazên hemû cîhanê hembêz bike.»
Bêguman hevokeke bixof lê rast e jî. Mirov û gelên welatên kambax û hejar û perçiqandî nafikirin jiyana xwe biguherin, lê hewl didin koçî welatên azadî û demokrasiyê li Rojava bikin. Lê belê ev welat jî êdî nikarin pêşwaziya wan bikin û sînorên xwe li ber wan digirin û kavilgeh û stargehên wan jî hildiweşînin. Lê xewna koçberên ku ji cîhana malwêran û mişt karesat û ceng tên, dawî li daristanên Calaisê nayîne û di demekê de ku bajarokek tê hilweşandin, bajarokekî din di wê wêrangehê de tê avakirin.
Fransa û welatên din jî bêyî ku bikarin pêşwaziya koçber û mexdûrên hemû cîhanê bikin, di daristanên xwe de kavilên wan têk didin û qet çareseriyan ji vê bêtarê re nabînin.