Rojhilatê Kurdistanê hatiye xesandin!

 

Bizava kurd û Kurdistanî li sê welatên ku kurd bi ser de hatine parvekirin, ber bi cihêbûnê ve diçe. Li Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê yan herî kêm ber bi konfederalîzmê ve diçe. Têgihîştineke Kurdistanî û navdewletî li ser vê yekê çêbûye ku jiyan bi erebên qaşo welatê Iraqê re zehmet e.

 

Li Başûrê Kurdistanê, nasyonalîzma kurd wanê dibe sedema wê ku beşek ji welatê kurdan bibe xwedan statûyeke navdewletî. Lê li sê parçeyên din ên Kurdistanê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, ku yekemîn komara kurd li wir ji dayîk bûye, ti livînek tine. Divê mirov bipirse; çima?

 

Ez behsa beriya sala 1991ê nakim. Tiştên ku qewimîn, qewimîn. Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji Raperînê heta niha, eger asankarî nekiribin nebûne bargiranî jî. Gelo we heta niha bihîstiye partiyên Rojhilatî kurdek teslîmî dijmin û dagîrkeran kirine? Na, qet nehatiye bihîstin.

 

Dawiya salên 70 û destpêka salên 80, me tiştên ku li Rojhilat hatibûn bidestxistin, li şûna ku bi can û dil biparêzin, radestî dagîrkeran kir û me Rojhilat di nakokî û siyaseta hundir û derve de bikar anî. Me tenê ew ji xwe re bikar anîn!

 

Wan, çalakiyên xwe yên leşkerî dan sekinandin. Tirsa wê yekê jî hebû ku eger şer nemîne êdî ti kes alîgiriya wan nake lê wan çavên xwe ji vê yekê re jî girtin. Çimkî ji bo wan, ya girîng ew bû ku kurdên Başûr bibin xwedan statû û keramet.

 

Ew dilfirehiya wan ziyan li wan da lê me jî wek kurdên Başûr nekarî bersiva wê başiya wan bidin. Helbet me bersiva wan da lê bi vî rengî; me pasdarên Îranî anî Koye û jin û zarokên wan komkuj kir! Me tenê ev nekir, li kuderê baregehek wan hebû me komek pasdar bir ser! Em her wiha li hember bidarvekirin û komkujiya wan ji aliyê Îranê ve bêdeng man û me ferşa sor ji bo qatilên serok û rêberên wan raxist! Me tevgera şoreşgeriya Rojhilat wisa lawaz kir ku Îranê li kêleka cahşên klasîk cahşên modern jî da avakirin û navê şoreşger li wan kir!

 

Ew niha li gellek deveran kerameta Başûr diparêzin lê li Rojhilat kerameta mirovên wan tê perçiqandin. Erka dîrokî vê yekê li ser me ferz dike ku li şûna astengkirinê em deriyê şerê çekdarî ji wan re vekin. Rêjîma komara îslamî ku li ser zilm, zordarî û terorkirinê hatiye avakirin, tenê ji wî zimanê fêm dike û bi her zimenkî din pê re biaxivî, bê feyde ye.

 

PKK 24 sal e li vir e û êrişî dar û beran dike. Tiştek jî nebûye lê wisa li rêjîma milîtarîst a Tirkiyê kir ku were ser maseya danûstandinê. Bila em bihêlin tevgera çekdarî ya Rojhilatê Kurdistanê jî hinekî rola xwe bilîze. Bila hinek ji wan çekên ku Amerîka û welatên rojava ji bo şerê DAIŞê didin kurdan, bikeve destê şoreşgerên Rojhilatî jî. Ma teror li her derî teror nîne. Ew dê bi wan çekan ne tenê li dijî terorê şer bikin dê li jî çavkaniyên terorê jî xebat bikin.