Gelo çima simbêlên Kakeyiyan pîroz in?
"Eger bikuştana tu pirsgirêka me nebû, lê em destdirêjiya li ser simbêlên kakeyî qebûl nakin", ev daxuyaniya xizmekî ji xizmên Eymenê Kakeyî ye ku di nav girseya nerazî ya kakeyiyan de ji Rûdawê re axivî. Ne tenê wî, lê belê gelek kesên din jî di nav wê pêla nerazîbûnê de heman gotin dubare kir. Ji bo min, heta niha ev mijar û karvedan hêja ne ku mirov li ber wan bisekine.
Simbêl wek semboleke olî
Nivîskarê navdar yê Kakeyî Haşim Kakeyî, kurrkirina beşeke simbêlên Eymen Kakeyî li Iraqê wek "bêmînak" bi nav dike û tekez dike ku ji serdema padîşahiyê ve û heta niha, tu desthilatekê wek wî karê ku grubeke Heşdî Şeibî kir, hetika pîroziya Kakeyiyan nebiriye.
Bûyer hewldanek ji bo bêrêzîkirin û piçûkxistina sembola olî ya kakeyî-yarsanî bû. Bi qestebende bû û xwestin (şewarib)ê wî kurr bikin, ji bo ku ruhê kakeyî, kurd û hemû azadîxwazan bizêrînin. Merema wan ew bû ku hetika pîrozweriyên oldarên yarsanî bibin. Ji xwe ev jî bû sedema peydabûna pêleke mezin a nerazîbûnên kakeyiyan û ji piraniya navçeyên cihê yên Kurdistan û Iraqê berê xwe dan Kerkûkê.
Kakeyiyan bi ruhekî germ û kurdane da ser rêya berxwedanê û gotin ku em vî karî qet qebûl nakin. Vê yekê jî wêneyekî xweşik ji yekrêziya kakeyiyan nîşan da, ku ji mêj ve bi sedema nasandina kakeyiyan wek ol yan rêol, bûbûn du beş.
Çima kakeyî simbêlên xwe kurr nakin?
Derbarê bersiva vê pirsê de, nêrînên nivîskar û lêkolîneran ji hev cuda ne. Prof. Dr. Kerîm Şiwanî di teza xwe ya masterê ya li ser kakeyiyan de ku bi sernavê (Kakeyî, prensîb û baweriyên wê) ye, çend ji wan nêrînên cuda anîne, ji wan jî:
Mela Mihemed Cemîl Rojbeyanî di (Bindnijîn Mendlî fî el-Tarîx) da, sedema berdana simbêlan li bal kakeyiyan veguhastiye, qaşo gûzanê nekariye simbêlê rêberê bawermendan Elî kurê Ebûtalib bibire. Bi dîtina wî ev yek vedigere serdema qizilbaşan, ji ber ku Şah Ebasê Sefewî giringî dida simbêlan.
Dîroknivîsê iraqî Ebas Ezawî sedema vê yekê bi rêberê misilmanan Elî kurê Ebûtalib ve girê dide û di vî warî de ji kesekê ji navdarên kakeyî bêyî ku navê wî kesî eşkere bike, vediguhêze ku xwedêgiravî Elî kurê Ebûtalib ava ku piştî wefata Pêxember û di dema şûştina wî de li ser navika wî mabû, vexwariye. Piştî vê bûyerê her çiqasî simbêlê xwe kurt kiribe jî, her tim simbêlê wî dirêj dibû û wî kî êdî ew kurr nekir.
Lê li ser berdana simbêlan li bal kakeyiyan, nêrîna nivîskar Mihemed Emîn Hewramanî cuda ye. Ew sedemê bi bûyereke heyama (San – Sultan – Sehak) ve girê dide. Di serdema nû ya ola kakeyî-yarsanî de, Sehak kesayeta olî ya herî giring bû. Qaşo heynê ku sultên genc bû û ji gundê Berzince berê xwe da navçeya Şehrezûr û Hewramanê, simbêl, rîh û porê wî û mirîdên wî dirêj bû. Taximê cîcekan jî ku pey wan diket, bejna wan kurt bû û bê gûzan bûn. Lewra dirêjiya simbêl, rîh û tew porê jî nîşana cudakirina kakeyiyan ji yên din bûn. Ji wê çaxê ve û heta niha wek nîşana cudakirinê parastine.
Kesayetên olî yên mezin yên kakeyî wek Dr. Kerîm Şiwanî dibêje, bawer dikin ku wijdan û dil hêlîna ruh in û bîr û baweriya mirov tê da cih digire. Dev jî deriyê wê hêlîna pîroz e, di vî warî de em ê balê bikşînin ser helbesteke Ebas Hilmî Kakeyî ku nivîsiye:
Elqelbûl mûminû maçan beytûllah
Dergaş mepaçdê mendêş we jêr pa
Simêlen qapî derûn sefîyyûllah
Lazmen teqbîl perê ziyaretga
Li cihekê din ew hozanvanê kakeyî dibêje:
Simêl mepaçan we têx û mîqraz
Be xeyr Xuda kiyen sebebsaz
Ango: Bi gûzan û mûçingan simbêlên xwe kurt nekin, ma kê ji bilî Xweda sedema şînhatina wan e?
Haşim Kakeyî hemî nêrînên li jor red dike. Kakeyî sedema berdana simbêlan bi têkiliya ruhî ya mirov bi Xwedê ve girê dide, çunke gava Xwedê Adem ji herriyê afirand, ruh li ber kir, ruh jî ji dev ve bû, ew mûyên ku li ser devê mirovan şîn hatin – simbêl- diyariyeke Xweda ji bo bavê me Adem e, lewra bi tu hawî rakirin û kurrkirina wan ne destûrdayî ye.
Bi baweriya min, ev sedema Haşim Kakeyî beşeke mijarê ye. Beşa din ku sedemê temam dike, xwedî aliyekî dîrokî yê kûrtir e. Reh û koka kûr a simbêlan wek beşeke pabendbûna bi oldariyê vedigere kurdên niştecihên Çiyayê Zagrosê.
Wê çaxê kurdan Xwedê nas kir û simbêlên wî hebûn. Simbêl semboleke peristina Xwedê bû. Lewra jî Kakeyî-Yarsanî û Êzdiyan jî simbêlên xwe berda, çunke her du berdewamiya ola wê çaxê ya gelê kurd in.
Di teksteke pirtûka pîroz ya Kakeyî-Yarsaniyan ya Serencamê de, têkiliya di navbera Kakeyî-Yarsanî û ola kurdên Zagrosê de hatiye tekezkirin. Teksta Serencamê ya Baba Serhengê Dewdan e û bi vî rengî ye:
Ez ke namê min Serheng e Dewdan
Çenî êrmanan megîlîn herdan
Ta zindekerîn ayînî kurdan
Ango: Ez ê ku navê min Serhengê Dewdan e, qenc û maqûlên me li cihan digerin ji bo ku ola kurdan zindî bikin. Ango li gor pirtûka wan a pîroz, ola Kakeyî-Yarsanî berdewamiya ola kurdên niştecihên Çiyayê Zagrosê ye. Simbêl jî beşek ji wî erkê olî ye ku ji wir ji wan re maye û Kakeyî-Yarsanî wek erkekî olî pêrew dikin.
Simbêl di îslamê de
Îslamê jî simbêl hiştiye, lê ne simbêlên dirêj, belê yên kin. Li gor hedîsan, nabe simbêl ewqasî dirêj be ku bigihe hundirê devî. Pêxember (S.X) kerem kiriye: (Xalîfûl muşrikîn, wefirû ellûha, we ehfû el şewarib), Buxarî bi hejmara (5892) û Muslim bi hejmara (259) ev hedîs qeyd kirine, ango: Berevajî kesên bêbawerî bikin, simbêlên xwe kurt bikin û rîhên xwe berdin.
Bi piştgirêdana bi vê hedîdê, Îslamê li ser misilmanan pêwîst kiriye simbêlên xwe kin bikin. Ev jî belgeyeke zelal e ku mijara berdana simbêlan a Kakeyî qet ne têkildarî pêşewayê misilmanan Eliyê Kurê Ebûtalibî ye. Çunke ew pêşewa û xelîfe ye û bê guman divê pabendî fermanên pêxember bûbe, di tu jêderekê bawerpê yê şîî û sunî da jî derbas nebûye ku simbêlên wê dirêj bûn. Ev jî wê hewldana grubeke Kakeyî dixe jêr pirsyarê ku ji sala 2003 û vir ve gelek caran sirûd û mijarên xwe yên olî dibin ser Eliyê Kurê Ebûtalib û bi wî ve girê didin!
Helwesta navendên olî
Yek ji serweriyên ku şêniyên Kurdistanê hergav şanaziyê pê dikin, mijara rêzgirtina olên cuda û jiyana hevbeş e. Her çiqasî bûyer li sînorê rêveberiya Herêma Kurdistanê neqewimiye, lê ji ber ku destdirêjî li ser pîroziyên pêkhateyeke kurd ya resen hatiye kirin, Herêma Kurdistanê di asta herî bilind a siyasî û kargerî da daxuyaniya nerazîbûn û şermezarkirinê li dijî wî karî derxist.
Tişta ku bala min kişand û ez dam pûnijandin ew bû ku hemî bertek, nerazîbûn û şermezarkirin siyasî bûn. Tevî ku şopînerên 8 olan li Herêma Kurdistanê dijîn û çend navendên wan yên olî yên giring hene, lê tu olekê ji wan olan bi giştî û bi taybetî navendên olî yên îslam, xirîstîyan û êzdî helwestek nîşan neda, tew bi daxuyaniyeke tenê jî ew destdirêjî şermezar nekir.
Ev jî ji bo min cihê pirsê ye û pêwîst e navendên bilind wek Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê, metraniyên dêrên cihêreng û Civata Ruhanî ya Êzdî bipeyivin û caba vê pirsê bidin: Gelo bêrêziya bi vî rengî li dijî pêrewekê oleke resen ya deverê ne hêja ye tu daxuyaniyeke nerazîbûnê li ser biweşînî?!
Herçî navendên din yên li jêr desthilata hikûmeta federal, ne tenê weqfa şîî û sinî, çi bigire dîwanên weqfa xirîstîyan, êzdî û sabîeyan jî daxuyaniyeke nête dernexist. Mîna ku haya wan ji bayê felekê nebe, lê ji bîra wan çûye ku em di tîrmeheke germ ya bêrêziya li hember pêkhateyeke olî ya resen ya Iraqê ne!
Ji xeynî dezgehên siyasî û kargerî, Muhsin Betatê nûnerê taybet yê (Sîstanî)yê lêvegera bilind ya şîeyên Iraqê, roja 24.07.2022 çû nik kakeyiyan li Kerkûkê da li ber dilê wan bide. Ev helwesta tenê ya navendên olî li hember wî karê kirêt bû. Ev helwesteke qels e. Divabû serkirdatiya Heşda Şeibî bihata ser hêlê û lêvegerên bilind yên şîeyan bi xwe ew kar şermezar bikirina.
Her wisa navendên bilind ên olî yên tevahiya olên Iraqê helwestê werbigirin, ji bo ku êdî ew kar dubare nebe û sînorek jî ji wan hemî binpêkirinan re were danîn ku li hember pêkhateyên olî û neteweyî li Iraqa nû ya piştî 2005 têne kirin.